10’ê cotmehê: Li pey kesên ku xwestin beyî xwîn li ezmanan binêrin 4 sal (3)

  • 09:19 8 Cotmeh 2019
  • Dosya
‘Min baz neda, ji ber ku min ê pêlê xwînê bikira’
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Rojnameger Semra Turan ku şahidiya komkujiya Gara Trenê ya Enqereyê kir wiha got: “Ez yekem car bûm şahidê mirina mirovan. Bêguman refleksa min ya rojnamegeriyê girantir bû. Min ligel wê şoqê karê xwe kir. Min her derê teqînê kişand. Ez nizanim ku min çawa her ker kişand. Tenê min digot bila her der bê kişandin û bê dîtin.”
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hemberê ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ êrîşek pêk anîn û 4 sal di ser êrîşê de derbas bû. Di komkujiyê de 103 kesî jiyana xwe ji dest da û bi sedan kes birîndar bûn. Rojnameger jî kesên ku wê rojê şahidiya bûyerê kirin bûn. Ji her çarpemeniyê rojnamegeran jî cihê xwe girtibûn. Rojnamegeran komkujî û pêvajoya piştê wê nirxandin.
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Semra Turan diyar kir ku bi rojan amadekariya wê mîtîngê kiribûn û wiha got: “Em sibêhê zû cûn wir. Çawa ez ketim qadê min hewayek cuda hîs kir. Yanî nedişibiya mîtîngên ku berê min şopandibûn. Di rewşa normal de di daxuyaniyek çapemeniyê de jî tedbîrê ewlehiyê yên bilind dihat girtin. Lê vê carê polîs kêm bûn. Tedbîrên ewlehiyê tunebûn.”
 
‘Ez gelek bi kelecan bûm’
 
Semrayê destnîşan kir ku ew hewayek balkêş hîs bike jî wê wate lê bar nekiriye û ev tişt vegot: “Ez ji ber şopandina mîtîngek wisa ku her kes ji bo aştiyê hatibû bi kelecan bûm. Bi hezaran kes bi kortejan ketin qadên. Ez berbi korteja HDP’ê ve çûm. Ez çend deqeyan dûrê cihê teqînê bû. Li pey hev dengê teqînê hat. Ji girseyê min tiştek nedît. Ez bi lez berbi cihê teqînê ve çûm. Li erdê gelek cesedên mirovan hebû. Ji ber qerebalixê mirov nikaribû xwe bigihînin cihê teqînê jî. Ji ber girseya rojnamegeran li eniya pêş dîmen dikşand. Gelek kêm rojnameger li qadê bûn. Ez jî bo dîmenê korteja HDP’ê bikşînim çûm wir. Bi sedan kes li erdê bûn. Parçeyên bedena mirovan li her derê bûn. Ez bi bîhna xwînê û cesedan şok bûm. Min cara yekem tiştekî wisa dît. Ez cara yekem bûm şahidê mirina mirovan. Bêguman refleksa rojnamegeriyê bi min re giran bû. Karasatek hebû. Min got divê ez dîmen bikşînim. Min bi şoqek mezin dîmen kişandin. Min her der kişand. Min nizanibû ez çawa dikşînim. Tenê min tiştek zanîbû ew jî ev dîmen bên kişandin û nîşandan.”
 
‘Gule dibarîn’
 
Semrayê wiha berdewam kir: “Piştî komujiyê ne polîs ne ambulans ketin qadê. Her kes li xizmên xwe digeriyan. Piştre ekîba polîsan a hat jî êrîşê gel kir. Gule hatin reşandin. Piştre bi ambulansan birîndar birin nexweşxanê. Em jî li nexweşxaneyan belav bûn. Me pêvajo şopand. Piştî teqînê hovîtî kare bi kare hat ber çavên min. Ez bi hefteyan di bin bandora vê de mam. Bandora şoqê ne dema teqînê piştî wê zêde bû. Dîmenên min kişandin, min nikaribû ku montaj bikim. Bi hêza ku pîşeya min dabû min, wê rojê min ew dîmen kişandibû.”
 
‘Pêvajoyek zehmet bû, hîna jî bandora wê li ser min e’
 
Semrayê bi lêv kir ku ne tenê rewşên teqînan de, di gelek nûçeyên dişopîne travmayên cidî dijî û got: “Ji ber ku em tenê nanivîsin. Em dibînin, hîs dikin û dijîn. Em vedibêjin. Ev dibin sedema travmayên mezin. Piştî teqîna Enqereyê di her mîtîng û bernameyên girseyî de ez bi fikar bûm. Heman tişt dihatin ber çavên min. Pêvajoyek gelek zehmet bû. Rêbaza herî baş a terapiyê li gorî min eve ku bibim hêviya Veyselê 9 salî yê di komkujiyê de hat qetilkirin û di van nûçeyande jiyankirina wî bû.” 
 
‘Min baz neda, ji ber ku min ê pêlê xwînê bikira’
 
Gozde Çagri jî got dema teqînê li gelek jorê qadê bûye û wiha pê de çû: “Ewil min got dengê bombeya gazê ye. Piştî teqîna duyem agir bilind bû. Ez berbi jêr ve bazdam. Li pêşiya girseyê alava deng û polîs hebûn. Telefona min lêket. Mirov bi girî berbi jor direviyan. Min jî wêne dikşand. Min hîs kir ku tiştên nebaş bûye lê min wisa nedipa. Her ku ez çûm cih tunebû ku ez pêlê bikim. Her der xwîn bû. Min baz neda ji ber ku min ê pêlê xwîna kesên aştî dixwest, bikra. Wekê din tiştek nayê bîra min. Piştre min ji vîdeoyên kişand fêm kir. Ez heta saetekê li qadê mame. Ez nizanim min wê saetê çi kiriye li wir. Piştî saetan şûnde agahiya mirina Îsmaîl Kizilçay hat. Em çûn ber nexweşxanê.”
 
‘Sîvîl ji qadê derdiketin’
 
Nûçegîhan JINNEWS’ê ya Enqereyê Habîbe Eren jî wek her kesî ya ku ewil bala wê kişandiye nebûna polîsan bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li her derê Enqereyê nokteyên polîsan dihatin avakirin lê wê rojê polîs tunebûn. Li ser vê guman jî çêbûn. Ji her bajarî welatî hatibûn qadê. Me jî kortejên ava bibûn dikşand. Ez di korteja Egîtîm Senê de bûm. Piştre derketin ser wesayîta DÎSK’ê û min wêne kişandin. Li wir tiştekî bala min kişand. Li Zanîngehê di êrîşek hatibû jiyîn de hinek polîsên sivîl hebûn. Li wir min ew dîtin. 7-8 kes bûn ji qadê dûr ketin. Vê bala min kişand. Piştre Dayikên Aştiyê hatin. Em ê jî wê biçûna ber Garê. Di vê navberê de teqîna ewil hat jiyîn. Piştre me ya duyem bihist. Em pişt Garê bûn. Ji ber vê me bûyer baş fêm nekir. Gotin çend kes birîndar bûne. Em li qadê sekinin heval çûn cihê teqînê. Welatî ji êrîşa polîsan direviyan. Karasetek hat jiyîn. Mirovan berteka ‘kujer’ nîşan didin."
 
‘Çîrokên her kesî cuda bûn’
 
Habîbeyê bi lêv kir ku piştî teqînê çûne nexweşxaneyan û da zanîn ku alozî li ber nexweşxaneyan jî hebûye û wiha pê de çû: “Ji sedî zêdetir kesî jiyana xwe ji dest dabû. Bi sedan birîndar bibûn. Hinek nasnameyên wan nediyar bûn. Maseyên krîzê ava bibûn. Me jî nûçe dişopand. Çîroka her kesî cuda bû. Hinek xwendekar bûn, hinek ji cihên cuda hatibûn. Hinek bi hevalên xwe re hatibûn. Dii alî xwedîhandina nasnameya gelek kesî de pirsgirêk hat jiyîn. Wê rojê li her derê Enqereyê alozî hat jiyîn. Li ber Tipa Edlî jî heman dîmen hebû. Kar û barê cenazeyan hebû. Gelek malbat li wir bûn. Ji hinek malbatan gele kesî jiyana xwe ji dest dabû. Her kes şoq bibû. Di nav vê êşê de êrîşa polîsan jî berdewam kir. Bûyerên provakasyonê hatin jiyîn.”
 
‘Divê me şîara wan ragîhandiba’
 
Habîbeyê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ev pêvajoyên wisa ji bo rojnameger pêvajoyên gelek girîngin û wiha pê de çû: “Em hemû bi bandor bûn. Em ji kûrahî bi birînî bûn. Lê divê di pêvajoyên wisa de em hêrsa xwe li aliyekî bihêlin û ji bo kişandina portreyan lez tevbigerin. Ji ber 103 mirov bi şîara ‘aştî’ hatibûn qetilkirin. Me pêvajoya dadgehê ya komkujiyê jî şopand. Malbat tevî êşa ku dijiyan li salonên runiştinê xwe ji nûve vegotin. Komkujiya Enqereyê hîna jî di hişê me de zindiye.”