10’ê cotmehê: Li pey kesên ku xwestin li ezmaneki bê xwîn binêrin 4 sal (2)

  • 09:12 7 Cotmeh 2019
  • Dosya
‘Me hem êşa xwe jiya hem jî me têkoşîna ku teslîmê vê êşê nebe jiya’
 
ENQERE - Dayika aştiyê Munube Koç ku yek ji şahidên komkujiyê bû diyar kir ku vegotina wan hestan gelek zehmete û Emel Kîtapçi ya ku hevjînê xwe Alî Kîtapçi winda kir jî wiha got: “Me li aliyekî têkoşîn da. Li aliyekî me êşa xwe jiya. Ji bo em teslîmî wê êşê nebin jî me têkoşîn da. Ji ber em teslîmê êşê bibûna, tişta ku pergalê dixwest wê li ser me bima.”
 
Di 10’ê Cotmeha 2015’an de DAIŞ’ê li hember ‘Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê’ êrîş pêk anîn û 4 sal di ser êrîşê re derbas bû.  Em wê rojê ji şahidên bûyerê gûhdar dikin. Yek ji şahidan Dayika Aştiyê Munube Koç e. Munubeyê diyar kir ku wê rojê bi xwişk û birayên xwe û 9 ximzên xwe yên ji Stenbolê hatine çûne qada mîtîngê û wiha got: “Mîtînga aştiyê bû û hêviya ji bo aştiyê ji her demê zêdetir hebû. Rojek xweş bû. Em ketin qadê lê polîs tunebûn. Bala me kişand. Xwişka min got başe ku min kurê xwe Adar aniye. Got polîs tune wên netirse. Min dizanibû ku tiştek tê de heye. Lê gumanên me jî rast derketin.”
 
‘Teqîna bombeyê nehat hişê min’
 
Munubeyê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min ew ligel korteja HDP’ê hişt. Govend digerandin. Ez hinek pêşde çûm, li dayikên Aştiyê digerim. Ez çûm ber bi Garê. Piştî demekê dengek hat. Ewil min got bombeya gazê ye. Teqîna bombeyê qet nehat hişê min. Kurê xwişka min Adar hat bîra min. Ez vegeriyam. Ez vegeriyam, teqîna duyem çêbû. Ez zêde ji cihê teqînê ne dur bûm. Wê navberê ciwanekî bi min girt, got neçe. Nexwest ez qadê wisa bibînim. Min jî got ‘Divê ez biçim’. Di vê navberê de parçeyê goşt yê li ser serê zarok bala min kişand. Ez çûm keça min jî li min digeriya. Dayikek laçik sipî li wir jiyana xwe ji dest dabû, gotiye qey ez im.”
 
‘Hêzên çevîk gaz avêt ser birîndaran’
 
Munîbeyê di berdewamiyê de ev tişt daxuyand: “Her kes diqiriya. Li xizmên xwe digeriyan. Li her derê xwîn hebû. Ez meşiyam. Min xwarziyê xwe dît. Piştî teqînê wesayîta polîsan hat. Kesên li qadê bertek nîşanê wan dan û gotin hun niha tên, her tişt qedya hun hîna tên.Min Adar girt, min bila cenazeyan nebîne. Hêzên çevîk hatin. Gaz avêtin ser birîndaran. Ji bo Adar zirarê nebîne min bir hundirê Gara Trînê. Adar pir bi bandor bibû.”
 
‘Vegotina wan hestan gelek zehmet e’
 
Munubeyê bi lêv kir ku piştî teqînê çûne Nexweşxana Hacettepeyê û der barê tiştên li wir jî wiha got: “Dayika Gulîstan li wir bû. Got birayê wê jiyana xwe ji dest daye. Rewşa wê pir xerab bû. Her kes li bende agahiyên xizmên xwe bûn. Tiştên me dît pir zehmet bûn. Hîna jî jibîr nakim. Em çûn ber Tipa Edlî. Dayikek ji Meletiyê hatibû, keça wê birîndar bibû, ya din jî jiyana xwe ji dest dabû. Dayikê nizanibû ji kêre bigirî. Gelek malbat di heman rewşê de bûn. Ez nikarim wê rojê vebêjim. Vegotina wan hestan pir zehmet e. Ez nizanim ku çawa jiyam.”
 
‘Ji Dîlokê heta wir bi rehetî bi bombeyan hatin qadê’
 
Munîbeyê di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bila edelet pêk bê. Bila berpirs bên dîtin, cezakirin. Bila ev komkujî êdî çênebin. Dixwazin komkujiyê veşêrin. DAIŞ’î ji Dîlokê heta vir bi bombeyan bi rehetî hatin. Li Enqereyê di rewşa nomal de du sê kes bi hev re bimeşin GBT’ê dikin. Gelo ji wir çawa tên vir. Ji wê rojê heta niha gelek tişt xerabtir bûne. Ez ji bo bîranîna 10’ê cotmehê jî bang dikim. Bila her kes bê Gara Trînê ya Enqereyê. Em ji bo malbatan bibin destek. Gelek can çûn. Divê her kes daxwaza edeletê bîne cih.”
 
‘Wê aştî bê vî welatî’
 
Di komkujiyê de Endamê Sendîkaya Veguhestina Yekbûyî (BTS) û Anarko-sendîkalîst Alî Kîtapçi jiyana xwe ji dest da. Hevjîna Alî, Emel Kîtapçi jî di 4’emîn salvegera komkujiyê , pêvajoya komkujî û tiştên jiyane vegot.
 
Emelê di merasîma cenazê de hêrs û serbilindiya xwe bi gotina ‘Ez ê rondikan nebarinim’ nîşan da û got ‘Ez rêhevalê xwe axir dikim’. Gotinên Emelê yên di hişan de mabû wihabû: “Me got bila aştî bê vî welatî. Me got bila ji bo xizan, Kurd, Tirk, Laz, Çerkez, jin, kedkar û mêran aştî bê. Me got aştî wan got mirin. Me dizanin kujer kî ye. Lê em li ser piyane. Em bi wijdan, ahlaq û têkoşîna xwe li ser piyane. Em carekê kuştin lê em hezar car vedijîn. Rêvehevalê min ez te hezar car silav dikim. Ya li te hat ev mirin e.”
 
‘Ji wê rojê mîrateyek tije êş ma’
 
Emelê diyar kir ku 4 sal pir zor derbas bûye û bûyerên wisa birînên mezin vedike û got: “Êş netemirîn. Me êş bi kûrahî hîs kir. Wê rojê bi hezaran kes li wir bûn. Me ji wê rojê heta îro mîrateyek mezin a tije êş dewr girt. Me hem hewl da em bijî, hem jî me têkoşîna kesên di 10’ê cotmehê de jiyana xwe ji dane da. Me pêvajiyeke ku birînên me her carê xwînî bû jiya. Me li aliyekî têkoşîn da li aliyê din me êşa xwe jiya. Ji bo em teslîmê wê êşê nebin jî me têkoşîn da. Ji ber em teslîm bibûna wê daxwaza pergalê jî pêk bihata.”
 
‘Hedefa wan ev bû ku zêdetir kes bimrin’
 
Emelê destnîşan kir ku çar salên derbas bûye nayê vegotin û got: “Kesên wê rojê li wir bûn, piştî wan birînên mezin çêbûn. Ji  du bombeyên zindî re bûn hedef ev bû ku zêdetir kes bimrin. Cihê ku bombeya zindî lê bû jî vê nîşan dide. Me ev di îfadeyên dadgehê de jî dîtin. Helwesta dewletê bi awayekî zelal li holê ye. Heta dema bombe teqiya gelek bêtedbîrî hebûn. Mînak bombeyên zindî çawa ketibûn qadê. Ev kes ji Sûriyeyê heta vir çawa wisa rehet gihiştin wir. Ev tiştên heta vir in. Di teqînê de tiştên em pê re hatin rû hev. Ya li wir jî şîdeta dewlet û saziyan bû. Bi ser miriyan de bombeyên gazê reşandin. Hemû civak vê dizane ji xwe. Ambullans jî 45 deqe şûnde hatin. Ev tê çi wateyê. Ev tê wateya ku birîndar jî bimrin.”
 
‘Nayê zanîn fîrarî çawa çûne Sûriyeyê’
 
Emelê der barê pêvajoya dadgehê ya 2 salan û cezayên li endamên DAIŞ’ê hatine birîn de jî axivî û got: “Di darizadineke qaşo ji bo dayîna cezayê muebetê ne tiştek e. Ya girîng kadroyên esas li holê tune ne. Di rewşa fîrarî de li ku ne çawa dijîn ne diyar e. An jî bi piştgiriya kê çûne nayê zanîn. Di çapemeniyê de hat dîtin ku MÎT’ê gumanbarê serkêş yê DAIŞ’ê Îlhamî Bali kiriye mîvan. Mafê me ye ku em van hemûyan fêr bikin. Gelek bê tedbîrî hene. Bêtedbîriya saziyan heye. Tu peywirdarekî cemaweriyê nehat darizandin. Bi israr ser bûyerê girtin.”
 
‘Em ê hesabê wê bipirsin’
 
Emelê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku biryara li dadgehê hatiye dayîn rayagiştî rehet nekiriye û got ev doz li vir naqede û wiha berdewam kir: “Wê têkoşîn bidome. Heta berpirs neyên darizandin wê bidome. Di vê mijarê de piştgiriyek mezin ya parêzerên me hene. Bi saya hewldan, ked û cesareta wan em jî evqas xwedî lê derketin.  Ger ku ji kes re bimana em ê teslîmi êşên xwe bûna. Keda wan pir mezin e. Em ê hesabê vê heta dawî bipirsin.”
 
Sibê: Rojnameger Habîbe Eren û Semra Turan yên wê rojê nûçe dişopandin, tiştên jiyan vegotin.