Jinên ji aliyê pergala serdest a mêr ve hedef tên girtin (2)

  • 09:10 2 Adar 2019
  • Dosya
Navê têkoşîna ku dîktatorî hilweşand: Xwişkên Mîrabel
 
Dîlan Babat
 
ENQERE - Xwişkên Mîrabel ên li dijî dîktatorî û pergala serdest a mêr têkoşîn meşandin, çerxa pergala ku wek xetere dihat dîtin jî ji kokê hejandin û di têkoşîna jinan de bûn mîlad. Têkoşîna her sê xwişkan bandor li hemû cîhanê kir.
 
Xwişkên Mîrabel; Patrîa, Mînerva û Marîa Teresa….tiştê ku navê wan heta îro aniye, têkoşîna wan a li hember dîktatoriyê dane ye. Her sê xwişkî li djî dîktatoriya Rafael Trujîllo ku di navbera 1930’î heta 1961’ê Komara Domînîk bi rê ve bir têkoşîn meşandin. Têkoşîna wan a di 1960’î de li dijî dîktatoriyê hat dayîn li seranserê welat belav bû. 
 
Xwişkên Mîrabel kî ne?
 
Patrîa Mîrabal di 27’ê Sibata 1924’an de, Mînevra di 12’ê Adara 1926’an de, Marîa Mîrabel jî di 15’ê Cotmeha 1935’an de li gundê Ojeedengua yê girêdayê bajarê Salcedo hatin dinê.
 
Xwişkên Mîrabel ji malbatek bi hebûn hatin dinê û demekê li dibistana razayî ya katolîk dixwînin. Xwişkên Mîrabel perwerdehiyek baş digirin û di temenê ciwan de polîtîk dibin. Ya ewil di xebatên siyasî de cih digire Mînevra ye. Piştî mînevra Patrîa, û Marîa tevlî xebatan dibin. 
 
Êrîşa zayendî, îşkence û komkujî
 
Dîktatorê bi navê Rafel Trujîllo di 1930’an de darbeya leşkerî pêk anî û desthilatdariya Komara Domînîk desteser kir û welat 31 salî bi zilmê bi rê ve bir. Lê li welat li dijî rejîmê yên têdikoşiyan hebûn. Li welat dem bi dem tevgeran daxwaza maf û azadiyan dikir û serhildan pêk dianîn. Yek ji van tevgeran jî Clandestîna bû. Tevger ji sê xwişkan ên bi navê Patrîa, Mînerva û Marîa pêk dihat. Ev wek xwişkên Mîrabel dihatin zanîn. Li dijî rejîm û Rafael bi hev re têdikoşiyan.
 
Xwişkên Mîrabel ji ber têkoşîna xwe gelek caran hatin girtin. Dîktator Rafael, bi girtina wan sînor nema û dest danî ser hemû malên wan. Xwişkên Mîrabel xayînên welat tên îlankirin. Li ser axaftina Rafael, di 25’ê Mijdara 1960’î de wesayîta xwişkên Mîrabel hat sekinandin. Xwişkên Mîrabel ji wesayîtê peya kirin, ewil tecawiz kirin û piştre bi îşkenceyê qetil kirin. Cenazeyên wan jî ji zinaran de avêtin. Dewlet û çapemeniyê jî îdia kirin ku qezaya trafîkê ye.
 
Dengekî mezin da
 
Tevgera Clandestîna ya xwişkên Mîrabel ava kiribû, salek piştî mirina wan şûnde bi hilweşîna dîktatoriyê re ji nû ve rol lîst. Qetilkirina her sê xwişkan li Domînîkê dengek mezin da. Xwişkên Mîrabel hatin qetilkirin lê têkoşîn û gotinên wan ji jinan re wek mîrate ma.
 
Ji Perperokan ji jinên cîhanê re diyarî
 
Nasnavê yek ji xwişkên Mîrabel Perperok bû. Ji wê rojê şûnde ji bo her sê xwişkan navê ‘Perperok’ hat anîn. Bi salan piştî qetilkirina wan di 1981’ê de Komxebata Jinan a Latîn Amerîkayê li Kolombiyayê hatin cem hev û 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li Hemberî Şîdeta Li ser Jinê, îlan kirin. NY’ê jî di 1999’an de 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Şîdeta li Ser Jinê ya Navneteweyî îlan kir.
 
Berxwedana perperokan li her çar alî cîhanê deng da û tevî ku ser de 58 sal derbas bûye jî, jin li djiî şîdet, mêtîngerî faşîzm, netewperestiyê di eniyê pêş de cih digirin.
 
Sibê: Phoola Davîn a got ‘Ez edaleta xwe pêk bînim’