Di têkoşîna jinê de 162 sal: Li dijî serdestiyê serhildan (2)

  • 09:08 2 Adar 2019
  • Dosya
Jiyanên ku berxwedanê xweşik kirine: Karkerên Flormarê
 
Safiye Alagaş
 
STENBOL - Karkerên Flormarê yên bi hinceta sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin û ji bo vegerin karê xwe dest bi çalakiyê kirin di roja 292’an de çalakiya xwe didomînin. Jinên her sal 8’ê Adarê li fabrîkayê derbas kirin, îsal wê yekem car derkevin qadan. Jinan diyar kirin ku bi berxwedanê jiyana wan guheriye û gotin piştî berxwedanê 8’ê Adarê watedartir bûye.
 
Piranî jê jin 120 karkerên li fabrîkaya kozmetîkê ya Flormarê dixebitin, bi hinceta endamên Sendîkaya Petrol Îş e ji kar hatin avêtin û piştî vê karkeran dest bi berxwedanê kirin, berxwedana wan wê di 8’ê Adarê de bikeve roja 298’an.
 
Jinên ku dîroka Tirkiyeyê de îmze avêtin berxwedana herî demdirêj, 8’ê Adara ku her sal li fabrîkayê bi qurnefîlekê pêşwazî dikirin, îsal bi berxwedanê pêşwazî dikin. Jinan da zanîn ku berxwedanê ew xurt kirine û êdî 8’ê Adarê ji bo wan watedartir bûye. 
 
‘Gelek tişt guherîn’
 
Ayşe Ozturk a ji roja ewil de di berxwedanê de ye diyar kir ku ew havîn û zivistanê bêyî şûnde gavê biavêjin têkoşîn dane û wiha got: “Me peyam û piştgiriyên girîng girtin. Li Tirkiye û gelek welatên cîhanê boykotên Flormar û Yves Rocher dibin. Vê berxwedanê gelek tişt bi me da qezenckirin. Gelek tişt guherî. Ji ber em bûn sendîkayî em ji kar hatin derxistin. Me xala ku nizaibûn a 25\2 hîn kir. Me wateya wê hîn kir. Em hînbûn ku divê em xwe rêxistin bikin. Em hînbûn ku bi hev re dikarin hinek tiştan bi ser bixînin. Piraniya kesên di berxwedanê de jin in. Ji ber vê me dengê xwe baştir da hîskirin. Rêxistin û aktîvîstên jinan piştgirî dan û xwedî li me derketin. Piştgiriyan bandorek cidî li ser berxwedana me kir.”
 
‘8’ê Adarê êdî watedartir e’
 
Ayşeyê di berdewamiyê de bi lêv kir ku yekem car wek berxwedêr 8’ê Adarê pîroz dikin û ev tişt anî ziman: “162 sal berê jinên li fabrîkayê berxwe dan hatin şewitandin û jiyana xwe ji dest dan. Di navbera berxwedana me de cudahiyek mezin heye. Li vir jî berxwedanek jinê heye. Lê bi saya wan îro 8’ê Adarê tê pîrozkirin. Em îsal yekem car wek berxwedêr 8’ê Adarê pîroz dikin. Petrol-Îş bernameyek xweş pêk tîne. Em ê li wir bên cem hev. Ji ber vê îsal 8’ê Adarê ji bo me gelek watedar e.”
 
‘Em rastî zextan hatin’
 
Şukran Akyildiz jî destnîşan kir ku piştî bûne endamên sendîkayê karsaz li wan lêpirsîn vekiriye û wiha got: “Di hevdîtinan de mobîng pêk hat. Em rastî zextan hatin. Ji bo em dest ji sendîkayê berdin, pêşniyara derfetên kar kirin. Lê me dest jê berneda. Li ser vê em ji kar avêtin. Girteka yek hevalek me tune bû û ji xala 25\2 ji kar hatin avêtin. Me dest bi berxwedanê kir. Meha Remezanê bû. Germ bû. Mirovan digotin wê çend rojan dest bi berxwedanê bikin û şûnde gavê biavêjin . Lê me berdewam kir. Zivistan jî hat me berdewam kir. Em ê berdewam bikin, em mafdar in. Dema ez bûm endama sendîkayê hevjînê min nexwest. Got ‘wê te ji kar biavêjin’. Bi rastî jî wisa bû. Meaşê betaliyê jî nedan me. Me dîsa jî dest jê berneda. Ji ber vê divê êdî me dest bi têkoşînê bikira.”
 
‘Berxwedan me xurt dike’
 
Şukranê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku berxwedan ew xurtir kirine û bi saya berxwedanê dikarin li ser piya bisekinin. Her wiha Şukranê balkişand ser 8’ê Adarê û got: “Her sal em li fabrîkayê bûn. Kulîlkek didan me. Lê îsal em ê bi berxwedanê pîroz bikin. Wê gelek bernameyên me hebin. Îsal ji bo me pir girîng e. Piraniya kesên di berxwedanê de jin in. Berxwedana jinan her tim cuda bûye.”
 
‘Em tune bin ew ê jî tune bibin’
 
Sultan Kiliç jî bi lêv kir ku yekem car tevlî berxwedanê bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em ewil ditirsiyan. Em bi fikar bûn. Lê em zêdetir xurt bûn. Me bi biryar berxwedana xwe meşand. Ez ne poşman im. Ev berxwedan ji bo min gelek baş bû. Bila her kes wisa bike. Bila derkevin li mafê xwe bigerin. Bila bi cesaret bin. Ji ber bedenên me diwestin. Em mafdar in û mafên xwe dixwazin. Em li şûna nanekê dixwazin du nanî bikirin. Em tune bin ew ê jî tune bibin. Em tune bin ew nikarin tiştekî qezenc bikin. Em bi wan didin qezenckirin. Em ji bo zarokên xwe berxwe didin. Me her sal 8’ê Adarê di fabrîkayê de li ser xebatê pîroz dikir. Lê îsal em ê bi hemû jinan re pîroz bikin.”
 
‘Me bi berxwedanê hemû pêşdaraz şikandin’
 
Hatîce Yildirim jî tiştên jiya wiha vegot: “Di çalakiyên wisa de bi giştî mêr diçûn. Jin li plana dawî diman. Gelek peyamên piştgiriyê hatin. Nêrînên weke ‘Hûn jin in, çi karê we li wir heye, biçin malê paqijiyê bikin’ jî hebûn. Lê berxwedana me hemû pêşdaraz şikandin. Li her derê keda karkeran tê xespkirin. Karker ne xwedî mafê gotinê ye. Em ê îsal 8’ê Adarê bi berxwedanê pîroz bikin.”