Di têkoşîna jinê de 162 sal: Li dijî serdestiyê têkoşîn

  • 09:11 1 Adar 2019
  • Dosya
Safiye Alagaş
 
STENBOL - 162 sal berê li New Yorkê di fabrîkayekê de serhildana pêk hat, jiyana nû li cîhanê dihûne. Jinên bi hêz û cesareta ji mafdariyê girtine ber bi sedsala nû ve dimeşin û li Tirkiyeyê jî li dijî pergala binpêkirinê bi berxwedanên Flormar, Avon, Grîpîn û Eksen Makîne didome.
 
Dîroka 8’ê Roja Jinên Cîhanê xwe dispêre 162 sal berê. Jin xwedî li bîranîna xwişkên xwe derketin û 8’ê Adarê wek roja yekitî, piştevanî û têkoşînê îlan kirin. Ev 109 sale jin 8’ê Adarê wek roja piştevanî Û têkoşînê pîroz dikin.
 
Bi sed salan e li her derê cîhanê jin têkoşîna xwedîderketina li nasname, beden û keda xwe dimeşînin û tevî di ser berxwedana 162 sal berê de derbas bûye jî îro hîna heman daxwazên wê serhildanê derbasdarin.
 
1857 û berxwedana mezin
 
Di 8’ê Adara 1957’an de li New Yorkê li fabrîkayekê 40 hezar karker dixebitin û bi daxwaza xebata 16 saetî dakeve 10 saetan, dest bi grevê kirin. Grev ji aliyê karkerên jin ve hat rêxistinkirin û polîsên xwestin pêşî li çalakiyê bigirin, bi piştgiriya patronan bi hezaran karker di fabrîkayê de girtin û di wê navberê de ji ber şewata derket 148 karker şewitîn û mirin. Ji van 129 heb karkerên jin bûn û 48 jî endamên sendîkayê bûn.
 
Çapemeniya DYA’yê hema hema qet cih neda bûyerê û nêzî 100 hezar kesî tevlî cenazeyên karkeran bû.
 
Di 1889’an de Kongreya Karkeran a Navnetewî
 
Di 1889’an de jin tevlî Kongreya Karkerên Navneteweyî (Kongreya Sosyalîstên Navneteweyî) a li Parîsê pêk hat bûn û Clara Zetkîn jî wek delegeya ku du kom temsîl dikir tevlî kongreyê bû. Clarayê di esasa têkoşîna çînê de banga têkoşînê li jinan kir. 
 
Konferansa Jinan a Sosyalîst a Naventeweyî ya Yekemîn
 
Di 17’ê Tebaxa 1907’an de li Stuttgartê Yekemîn Konferansa Jinan a Sosyalîst a Navneteweyî pêk hat û li ser pirsgirêkên jinan nîqaş hatin meşandin. Li ser biryara konferansê Sekreterya Jinan a Sosyalîst a Navneteweyî hat avakirin û Clara Zetkîn bû seroka wê. Hemû biryarên konferansê wekheviya jinê di jiyana civakî û îktîsadî de esas digirt.
 
Duyemîn Konferansa Jinan a Sosyalîst a Navneteweyî
 
Di 26-27’ê Tebaxa 1910’an de li Kopenhagê duyemîn konferansa jinan a navneteweyî pêk hat û ji 17 welatî 100 delegeyên jin tevlî bûn. Daxwazên girîng ên jinan hatin ziman. Yek ji daxwaza herî girîng ev bû ku jinên karker 8 saetan bixebitin, dema welîdînê de 8 hefteyan destûrê bi kar bînin, destûra mijandina zarokan, zarokên di bin temenê 12’yî de neyên xebitiandin û her wiha ji bo jinan mafê bikaranîna dengan bû.
 
Di konferansê de Clara Zetkîn diyar kir ku divê her sal rojekê ji bo jinan wek roja têkoşîn û piştevaniyê bê pîrozkirin û ev xistin bin biryarê. Li ser vê biryarê di 19’ê Adara 1911’an de bi tevlîbûna mîlyonek Jin Roja Jinan a Navneteweyî hat pîrozkirin.
 
Jin di 8’ê Adarê de li qadan bûn
 
Di 1913’an de di 8’ê Adarê de li Rûsyayê bi dirûşmeya ‘em nan û kulîlkan’ dixwazin jin daketin qadan. Di şertên Çarlik Rûsyayê de pêkanîna çalakiyê hema hema qet tune bû lê sosyalîstan di nivîsên xwe yên rojnameyan de girîngiya Roja Jinan anî ziman. 
 
3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî
 
Di 3’emîn Konferansa Jinan a Navneteweyî ya di 1921’ê de li Moskovê pêk hat de biryar hat girtin ku di 8’ê Adarê de roja jinan bê pîrozkirin. Di navbera salên yekemîn û duyemîn şerê cîhanê de bîranînên 8’ê Adarê hat qedexekirin. Di dawiya salên 60’î de li DYA’yê hat pîrozkirin û bi awayekî xurt hat rojevê. NY’ê 66 sal şûnde 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê qebûl kir. Di 16’ê Kanûna 1977’an de 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê qebûl kir.
 
Li Tirkiyeyê pîrozbahiyên 8’ê Adarê
 
Li Tirkiyeyê jî di 1921’ê de yekem car hat pîrozkirin. Komunîst Rahîme Selîmova û Cemîle Nuşîrvanova ji bo 8’ê Adarê li Tirkiyeyê bê pîrozkirin hewl dan. Heta 1975’an pasîf hat pîrozkirin lê ji vir şûnde bi girseyî hat pîrozkirin. Di vê de bandora Komeleya Jinên Pêşketî ya di 1975’an de hatibû avakirin pir mezin bû.Piştî darbeya 12’ê îlonê 4 salan nehat pîrozkirin. 
 
Heta salên 1990’î tevlîbûnên 8’ê Adarê girseyî bûn. Di 2016’an de pîrozbahiyên 8’ê adarê hat qedexekirin. Walîtiyê bi hinceta ewlehiyê destûr neda çalakiya 8’ê Adarê ya li Kadikoyê.Midûriyeta Emniyeta Enqereyê destûr neda pêkanîna bernameyên 8’ê Adarê û qedexe kir. Walîtiya Rihayê îlan kir ku meş û bernameyên bi wesîleya 8’ê Adarê pêk tê qedexe kiriye. Walîtiya Êlihê bi heman hinceta qedexe kir. 
 
Qedexe û jinên serî netewandin
 
Lê jinan li dijî van qedexeyan serî netewandin û di 8’ê Adarê de li Taksîm a Stenbolê hatin cem hev. Di 2017’an de li ser bertekên hatin nîşandan qedexeya ji bo mîtîngên Îzmîr û Stenbolê hatin rakirin.
 
Berxwedana Avonê
 
8 karkerên li depoya Avonê ya Gebze a Kocaeliyê dixebitin, bi hinceta endamê Sendîkaya Karkerên Veguhestina Behrê û Çêkirina Keştiyane (DGS-SEN) de ji kar hatin avêtin û li ser vê karkeran di 23’ê Gulanê de dest bi çalakiyê kirin û di 25’ê Tîrmehê de bi dawî kirin. Karkeran diyar kirin ku wê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Karkerên grîpîn
 
Li Fabrîkaya Dermanan a Grîpîn a li Avcilar a Stenbolê bi ferzkirina patronan di 10’ê Hezîranê de hevdîtinên peyama komî xitimîn û karkeran biryara grevê girtin. Piranî karker jin bûn û ji ber karsazan daxwaza ji sedî 17 zem qebûl nekir karker ketin berxwedanê. Grev adi 28’ê Mijdara 2017’an de dest pê kir di 7’ê Kanûna 2017’an de bi qebûlkirina daxwazên wan bi dawî bû. 
 
Karkerên Eksen Makine
 
Karkerên jin ên di Esken Makîna ya Herêma Sanayî Organîze a Komurculer a Tavşanli ya Gebzeyê dixebitin ji ber sê meh bûn meaşên xwe negirtibû çalakî pêk anîn. Di encama çalakî û hevdîtinan de karkeran 500 TL dan û li ser vê karkeran dest ji kar berdan. Çalakiya 400 karkerî encam girt û meaşê karkeran hemû hat dayîn.
 
Berxwedana flormar û Yves Rocher
 
120 karkerên Flormarê ku piranî jê jin in, bi hincet andamên Sendîkaya Petrol Îş e ji kar hatin avêtin û berxwedana ku dabûn destpêkirin hîna didome. Karkeran ji aliyê sendîka û rêxistinên jinan piştgirî girtin. Her wiha sendîka û rêxistinên jinan banga boykotrkirina Flormar û Yves Rocherê li her kesî kirin.