Nuray Çevîrmen: Pergala înfaza tolgirtinê ya Îmraliyê dijhiqûqiye

  • 09:03 26 Tebax 2024
  • Rojane
 
Melek Avci
 
ENQERE - Seroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen, der barê civîna Komiteya Wezîran a Konseya Ewropayê (AK) de axivî û got: “Hûn mafê parastinê nedin kesekî wê demê hûn ji derveyê hiqûqê dihêlin. Hûn tenê pergalek înfazê ya tolgirtinê diafirînin. Hûn derkevin dervê ceza hûn derdikevin derveyê hiqûqê. Niha pergala li Îmraliyê pêk tê pergalek ne hiqûqiye.”
 
Dadgeha MafêN Mirovan a Ewropayê (DMME) di 18’ê Adara 2014’an de  cezayê muebtea giran yê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku bêyî bibie xwedî mafê berdana bi şert, hatiye birîn  li dijî Peymana mafêN Mirovan a Ewropayê (AÎHS) dît û tevî 10 sal derbas bûye jî tu gav nehatiye avêtin tecrîd hîn bêtir giran bûye. Konseya Ewropayê di 17-19’ê îlonê de wê civînekê pêk bîne û binpêkirina biryarên DMME’ê bigire rojevê.  
 
Beriya civînê Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Komeleya MafêN Mirovan  (ÎHD), Weqfa MafêN Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) Komeleya Civaka Sivîl a di Pergala  Înfaza Ceza de (CÎSST) û Weqfa Lêkolîna Civakî û Hiqûqî (TOHAV) nivîsek ji Konseya Wezîran re nivîsîn û daxwaz kirin ku ji bo guhertina mewzuatên pêwist bila zext li Tirkiyeyê  bên kirin.
Beriya civînê Berdevka Komîsyona Girtîgehan û hevseroka ÎHD’a Enqereyê Nuray Çevîrmen nirxandin kir.
 
*Mafê hêviyê çi ye? Ji destê girtiyên cezayê muebetê lê hatiye birîn girtina vê pêkane gelo?
 
Dema girtiyek bê girtin divê bizanibe ku ligel berdana bi kontrol, berdana bi şert re kengê tê berdanê.  Girtiyên cezayên muebetê lê haitne birîn û nizane kengê tahliye bibe, ev rewşa wan dikeve îşkence û pêkanîna nebaş. Ji ber vê divê girtî teqez bizanibin kengê tên tahliyekirin. Di vir de di çarçoveya ‘mafê hêviyê’ de ev mafê girtiye. Di peryamanên navnetweyî de, di biryrên DMME’ê de ev aşkeraye. Lê mixabin Tirkiye vê pêk nayne.
 
 *Vê havînê saziyên Ewropayê der barê tecrîdê û girtiyên muebetê yên Tirkiyeyê de daxuyaniyên girîng dan. Ya yekemîn destgirtina ‘mafê hêviyê ya ji bo Abdullah Ocalan ya duyemîn jî rapora şopandinê ya NY’e ya li dijî îşkenceyê. Hûn van geşedanan çawa dinirxînin?
 
 
Di esasê de der barê mafê mirovan de gelek peyman, qanûn hene. Hem qada navneteweyî hem jî welat di çarçoveya qanûnan de qanûnên wan hene. Li welatên wek Tirkiyeyê qanûn, peyman pêk nayên. Mirov tên mexdurkirin, dijberê hihiqûqê tevdigerin. Raporên NY’ê hatin aşkerakirin.  Biryarên pêşniyarê jî hatin dayîn. Di nav de biryarên girîng hene. Girtiyên muebeta giran hem di alî mafê hêviyê de bi binpêkirinan re tê rû hev hemm jî di alî teşeyên înfazê de tê tecrîdkirin. Di civîna meha îlonê de wê nirxandin bê kirin:Der barê Abdullah Ocalan, Hayatî Kaytan, Ciwan Boltan û Emîne Gurban de biryar hene. Em bi pergaleke Tirkiyeyêya ku biryarên DDB û DMME’ê nas nake re rû bi rû ne.
 
*Ligel van daxuyaniyên saziyan,  CPT jî hîna raporên serdana Îmraliyê aşkera nekirine. Hîna ev di rojevê de bû, ji bo Azerbaycanê daxuyanî hatin dayîn. Hûn çawa li vê cotstandardî û pergala hiqûqê dinêrin?
 
Mafê CPT heye ku bi awayekî periyodîk biçe girtîgehên Tirkiyeyê ziyaret bike. Heman demê de dem bi dem çû girtîgeha Îmraliyê û ziyaret pêk anîn. Dema hatin Tirkiyeyê bi me re jî hevdîtin kirin û me gotibû divê teqez biçin Îmraliyê.  Ji ber negotin wê biçin ku derê di mijara ku çi kirine nekirine de agahiya me çênebû. Piştre ji daxuyaniyan me dît ku neçûne Îmraiyê. Ev 42 mehe agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin. Tecrîdek mayînde mijara gotinê ye.pergalek înfaza ceza ya dijberê hiqûqê ne pêkane. Li tu devera cîhanê tuneye û divê tunebe. Hevdîtin amalbat û parêzeran tuneye. Dibêjin cezayên dîsîplînê hene. Lê bi tu awyî mafê parastinê nayê dayîn.  Ji ber vê divê CPT peywira xwe bîne cih. Binpêkirina mafan yên giran tên normalkirin.
 
*We bi rêxistinên civaka sivîl re ji bo civîna meha îlonê ya Konseya Ewropayê nivîs ragîhand. Ev civîn di alî mafên mirovan û demokrasiyê de çima girînge?Divê amadekariyek çawa bên kirin?
 
Ev ragîhandinên ewil di 2021’ê de du caran hatibûn kirin.   Dîsa saziyên ku ÎHD  jî di nav de di vê pêvajoyê de serlêdan kirin. Ji ber vê pêvajoyê  DMME’ê biryarên binpêkirinê dabûn. Piştî vê 10 sal deras bû. Lê mixabin Tirkiyeyê gav navêt. Di meha tîrmehê de di du ragîhandinên hatin kirin de hat gotin ku divê bên axaftin. Yanî divê ev mijar bên axaftin li ser bê sekinandin. Divê baldarî hebe. Divê bikeve rojevê. Ji ber binpêkirineke mafan a giran heye. Jiyana mirovan mijara gotinê ye. Hûn mafê parastinê nedin kesekî wê demê hûn ji derveyê hiqûqê dihêlin. Hûn tenê pergalek înfazê ya tolgirtinê diafirînin. Hûn derkevin dervê ceza hûn derdikevin derveyê hiqûqê. Niha pergala li Îmraliyê pêk tê pergalek ne hiqûqî ye.”