Ji bo 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bang

  • 14:09 22 Tebax 2024
  • Rojane
 
ÎZMÎR - Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê li dijî şerên herêmî-kûrewî, dagirkerî û tecrîdê, aştîxwaz di 1’ê Îlonê de vexwendin qadan. 
 
Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bi boneya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê bi dirûşma “Em li dijî şer û dagirkeriyê aştiyê, li dijî tecrîdê azadiyê biqêrin” li pêşiya avahiya partiyê daxuyanî da. Parlamenterên Îzmîrê Bûrcûgul Çûbûk, Îbrahîm Akin û gelek nûnerên saziyên tevli daxuyaniyê bûn. 
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabûlût di daxuyaniyê de aixivî. Vezanê destnîşan kir ku ew ê bi boneya gotina “Ji şer re na”  dê li qadan bin û wiha axivî: “Xurtbûna desthilatên rastgir û şerên serweriyê yên di navbera wan de, şerên nû ava dikin. Desthilata AKP’ê û MHP’ê bi avakirina xurtkirina avahisaziya faşîzmê rejîma xwe didomîne. Ev desthilat hemû gel, bawerî, kedkar, ciwan û jinên derveyî berjewendiyên sermayeyê dimînin, diçewisîne û hewl dide desthilata xwe bidomîne." 
 
Vezanê da zanîn ku li dijî faşîzmê, dema xurtkirina têkoşîna li dijî faşîzmê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Rastgirî, nijadperesetî û bayê faşîzma ku bilind dibe, nîşan dide kû bendên li dijî van jî çêbibin û niha dema têkoşîna yekgirtî ye. Em ji tecrîda li Tirkiye û Kurdistanê, li dijî polîtîkayên tecrîd, şer û polîtîkayên dagirkeriya faşîst re bêjin na dê di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de bên cem hev. Em di 1’ê Îlonê de hemû aştîxwazan vedixwînin çalakiya mezin a li bajar."
 
'Dê gel li dijî şer aştiyê rêxistin bike'
 
Parlamentera DEM Partiyê Bûrcûgul Çûbûk da zanîn ku di demeke ku şer zêde bûye de pêdivî bi aştiyê  heye û wiha got: “Bi qasî ku gel aştiyê dixwaze, desthilata AKP’ê û MHP’ê jî şer dixwaze. Dê gel li dijî şer, aştiyê rêxistin bike. Ji ber herî zêde pêdiviya me bi aştiyê heye. Lewma em neçar in ku li dijî şer aştiyê birêxistin bikin. Em ê li dijî desthilat û şeran, aştiya gelan biparêzin.” 
 
Îbrahîm Akin ê DEM Partiyî jî bilêv kir ku amadehiyên Şerê Cîhanê yê 3’yemîn didomin û ev tişt gotin: “Li her derê nîqaşên şer tên kirin. Dê gelên li cîhanê bixin nav aloziyekî nû. Bi şerên tên meşandin, ji gelan re xizanî, birçîtî û bêpêşerojî tên hiştin. Em li hember şer derdikevin. 1’ê Îlonê di vê hêlê de gelek watedar e.”