Li dijî talan, şewat û krîzê banga têkoşîna hevpar

  • 09:02 22 Tebax 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Jinên siyasetmedar û parêzvanên mafê jiyanê der barê polîtîkayên deshtilatdariyê û şewatên demên dawî de axivîn û diyar kirin ku li dijî vê divê xeta têkoşîna yekbûyî  bê hûnandin.
 
Demên dawî de bi taybet germahiya zêde, nîşan dide ku krîza avhewayê çiqas giran bûye. Krîza avhewayê her diçe giran dibe, desthilatdarî li şûna xwezayê biparêzin talan dike, ji bo parastina xwezayê tedbîrê nagire. Demên dawî de li Tirkiye û Kurdistanê şewatên daristanan yên mezin tên jiyîn. Li Mêrdîn û Egeyê di şewatên hatin jiyîn de windahiya can û mal derket holê. Desthilatdariya ku di temirandina şewata Mêrdînê de tu piştgirî neda, di ya Egeyê de jî zû mudaxale nekir.
 
Jinan der barê polîtîkayên destilatdariyê de, krîza avhewa, talana xwezayê û şewatan de nirxandin kir. 
 
‘Tedbîr nayên girtin’
 
Endama Meclîsa Jinan a DEM Partî ya Îzmîrê Besriye Tekgur da zanîn ku li cîhanê krîza avahewayê tê jiyîn û got: “Li Tirkiyeyê jî li cîhanê jî li dijî vê tedbîr nayên girtin. Li Tirkiyeyê di 22 salên dawî de komkujiyek mezin a xwezayê heye. Em dizanin ku ev polîtîkayek rantê ya desthilatdariyê ye. Di 22 salan de desthilatdariyê li her qadê beton rijandiye. Av pêşkêşî sermayê hatiye kirin. Çiya, daristan, zeytûn tên birîn. Ev hemû sedema krîzê ne. Ev du sal in li herêma Egeyê pir zêde şewat tên jiyîn. Ji ber van şewatan ekosîstem tune dibe. Ev polîtîkayek siyasîya desthilatdarî dimeşîne ye.”
 
‘Divê ekolojîst bên gel hev’
 
Besriyeyê wiha dawî lê anî: “Desthilatdarî ji ber hêrsa pere xwezayê talan dike. Ji ber vê mirov ji warên wan tên kirin. Gel tê koçberkirin. Divê ekolojîst li dijî van pirsgirêkan bên gel hev. Divê li her derê li dijî vê talanê deng bê derxistin. Li dijî hilweşîna ekolojîst divê kes bêdeng nemîne.” 
 
‘Gel pirsgirêkan dizanin’
 
Ji Zarokên Xwezayê Sedanur Parmaksiz, jî balkişand ser pirsgirêkên ekolojîk û talana xwezayê û got: “Gel van pirsgirêkan baş dibîne. Bi germahî û gelek pirsgirêkan gel ev ferq kiriye. Demên dawî de şewat zêde bûn. Divê em bal bikşînin ser taybetkirina TEDAŞ, Gedîz AŞ. Şewata li Mêrdînê ji ber vê pêk hatibû. Pêşî li şewatan nehatin girtin. Polîtîka desthilatdariyê ev e ku daristanan talan bikin. Xebatên temirandina şewatan êdî fêde nake. Di şewatên din de jî wê fêde neke. Krîza avhewayê her diçe giran dibe.”
 
‘Divê têkoşîn bê rêxistinkirin’
 
Sedanurê daxuyakirin ku tevgerê ekolojiyê bi herêman sînor dimînin û wiha bi dawî kir: “Divê têkoşîn bê berfirehkirin. Şewatên derdikevin girêdayê hev in. Divê navbera vê de pira têkoşînê bê avakirin. Divê em  têkoşînê rêxistin bikin. Divê em barîkatên gel li dijî polîtîkayên destilatdariyê ava bikin. Divê têkoşînek enternasyonal bê avakirin.”
 
‘Divê zor li desthilatdariyê bê kirin’
 
Seroka komeleya Yeşîl Gelekcek a Îzmîrê Meltem Işik jî balkişand ser krîza li cîhanê û Tirkiyeyê û got yek ji van krîzan a eko-kirimê ye û wiha vegot: “Şîrketên kapîtalîst ji bo berjewendiya hinek şîrketan mezin bike êrîşan dikin. Ji ber vê jî çiya tên wêrankirin. Çem tên ziwakirin. Dar tên birîn. Ji rantê re tên vekirin. Li Îzmîrê şewatek mezin hat jiyîn. Deshtilatdarî tenê temaşe dike. Qirkirina eko-kirimê pirsgirêkek polîtîk e. Divê em li dijî vê bên gel hev. Divê em zorê li destilatdariyê bikin.”
 
‘Pere ji şer û qesrê re tê xerckirin’
 
Hevberdevka Partiya Çep a Kesk (YSP) ya Îzmîrê Yildiz Tekgur jî nêrînên xwe anî ziman û got li gelek deverê îsal şewat derketiye û wiha pê de çû: “Divê destilatdariyê tedbîr bigirta. Lê negirt. Desthilatdarî pere ji qesrê, şer û çeteyan re xerc dike. Şewta li Îzmîrê hatiye temaşekirin. Tu mudaxale nehatiye kirin. Hikûmet ne tenê ji ekolojiyê re ji tu pirsgirêkê re çareseriyê peyda nake.”