Li Curnê Reş piştî 47 salan xebat ji nû de dest pê dikin

  • 09:02 3 Tebax 2024
  • Rojane
 
Şehrîban Aslan
 
RIHA - Li Şaredariya Curnê Reş a ku piştî 47 salan DEM Partiyê bi dest xist, ji bo xizmet ji gel re bê kirin, her tişt ji nû de dest pê dike. Hevşaredar Xerîb Yeşîl anî ziman ku mutçeya şaredariyê li binî edlilandine û got, di warê xizmetguzariyê de zehmetiyên mezin hene, lê ji bo xizmetê ji gel re bikin dê her tiştî bikin.
 
Di pêvajoya îtîrazê ya piştî hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê de, YSK’ê biryara nûkirina hilbijartinê da û Şaredariya Curnê Reş  ku 27 hezar û 686 hilbijêran deng bi kar anîn, ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ve hat bidestxistin û Xerîb Yeşîl û Serhan Paydaş  bûn hevşaredar. Rûyê şaredariya ku ket bin rêveberiya DEM Patiyê, bi rakirina dîwarê burokrasiyê yê di navbera gel û rêveberiyê de derket holê. Yek ji tiştên ku di şaredariyê de ewil bal kişand ew bû ku her kes bêyî dudilî ket hundirê şaredariyê û ji roja destpêkê heta îro bi hevşaredarê şaredariyê re hevdîtin pêk anî.
 
Hevşaredar Xerîb Yeşîl, nêzîkatiya gel ya ji roja ewil û heta niha û xebatên xwe vegotin.
 
'Em ê ji nû de dest pê bikin'
 
Xerîbê bi bîr xist ku wan di meha Hezîranê de belgeya qeydê wergirtiye û diyar kir ku şaredariya berê bi zîhniyeta qeyûm tevdigeriyaye. Xerîbê bal kişand ser deynên ku ji wan re maye û wiha got: “Em dixwazin qadên kar û qadên din ji jinan re vekin, em dixwazin li ser çand û hunerê lêkolînan bikin, lê em nikarin bikin, gelek deyn mane. Em di warê aborî de zehmetiyên mezin dijîn. Dê demekê wiha bidome. Dema ku em xwe komî ser hev bikin, yekem tişta ku em ê bikin ew e ku di qada jinê de bixebitin û derfetên kar ji jinan re biaffrînin. Helbet dê gelek projeyên me hebin. Du saziyên jinan hene, lê çend kompîtur li wir hatine danîn, çend makîneyên dirûtinê û çend karmend jî hene. Pîşeyên klasîk tên hînkirin, lê di derbarê jin û hişmendiya jinê de tiştek tune ye. Bi rastî, em ê her tiştî ji sifirê dest pê bikin. Dê ji bo me zehmet be, lê em ê bi ser bikevin.
 
'Perwerdehiya millî perwerdekarên xwe vekişandin'
 
Xerîbê, anî ziman ku ji bo li şaredariyê midûriyeta jinan bê vekirin dixebitin û got, “Em ê hemû xebatên di derbarê jinan de bikin bi rêveberiya jinan ve girêbidin. Xebata jinan yek ji xebatên herî girîng ên şaredariyan e. Em bi jinan re yek bi yek hevdîtinan dikin û nêrîn û pêşniyarên wan digirin. Mînak dema me şaredarî bi dest xist, perwerdehiya millî hemû mamosteyên xwe ji kursan vekişand. Sedem ew bû ku çima DEM Partiyê şaredarî bi dest xist. Ew difikirin ku bi girtina perwerdekarên xwe em ê bêçare bimînin. Lêbelê, em ê kadroyên xwe yên perwerdekar ên nû jî ava bikin û dest bi xebatê bikin. Her ku em vê bikin, em ê hê bêtir mezin bibin."
 
 'Piştî 47 salan DEM Partiyê şaredarî bi dest xist'
 
Xerîbê, anî ziman ku piştî 47 salan li Curnê Reş şaredarî bi dest xistine û got ku jin di vê heyamê de li her qadê li paş mane. Xerîbê amaje bi wê yekê kir ku jin şermok bûne û got, “Hema bêje qet neaxivîn. Bi serdan û lêkolînên ku me di heyama hilbijartinê de kirin, bi kêmanî me ev yek şikand. Me ji wan re behsa hişmendiya jinê û cihê jinê di civakê de kir. Niha jin tên şaredariyê û bi me re hevdîtinan dikin. Li ser pirsgirêkên xwe diaxivin û çaya me vedixwin. Jin êdî dizanin ku em ê di pêşerojê de ji bo wan çi ji destê me bê bikin.
 
'Curnê Reş di her warî de li paş maye'
 
Xerîbê wiha got: “Ji roja ewil em hatin gel daxwaza kar ji şaredariyê dikin, lê ne pêkan e ku şaredariyeke biçûk vê daxwazê?bi cih bîne û wiha got: “Ez dixwazim li vir xîtabî karsazan bikim. Divê li vir derfetên kar vekin, helbet em bi wan re di nava danûstandinê de ne. Mînak li navçeyê gelek zeviyên firingiyan hene. Ger kargehek ji bo salçeya firingiyan bê vekirin hem hilberîner, hem kiryar û hem jî her kesê ku kar bixwaze dikare jê sûdê werbigire. Di van demên dawî de ez çûm serdana kesên ku di zeviyên firingiyan de dixebitin. Firingiyên ku tên komkirin heta Amerîkayê diçin. Çima li vir fabrîkaye nayê çêkirin û li vir salçe nayê çêkirin û dişînin Amerîkayê? Ev der her tim hatiye paşguhkirin. Curnê Reş ne tenê di warê kar de, di her warî de li paş maye."
 
'Em ê bibin şaredariyeke mînak'
 
Xerîbê, anî ziman ku piştî wergirtina mazbatayê yekser hatine şaredariyê, tiştên roja ewil qewimîn bi bîr xist û wiha got: “Roja yekem li şaredariyê qelebalixiyek çêbû. Gel cara yekem hundirê şaredariyê dît û ev yek ji bo gel bû kêfxweşiyek mezin. Niha kes gelek caran tên şaredariyê û dixwazin bi me re hevdîtinê pêk bînin û pirsgirêk û daxwazên xwe ji nêz ve ragihînin. Em ji wan re dibêjin şaredarî aîdê gel e û ger bixwazin dikarin her roj werin serdanê. Di van demên dawî de me tabelayên bi kurdî daliqandin û ji raya giştî bersiveke pir erênî girt. Em kesên ku dixwazin bi randevûyê bên serdana me qebûl nakin, em dibêjin rasterast dikarin bên cem me û deriyên her du hevserokan her tim ji gel re vekirî ne. Carinan dema ku ez di civînê de me û jin tên cem min, ez nikarim li bendê bim ku civîn bi dawî bibe. Ji bo ku jin li bendê nemînin, ez civînê qut dikim û diçim cem wan. Li daxwazên wan guhdarî dikim, hewl didim çareser bikim û vedigerim civîna xwe. Gel her tiştê herî baş heq dike. Dema ku di navbera şaredarî û gel de qutbûn hebe, tu carî nikare bi civakê re entegre bibe. Em ê tu carî têkiliyên xwe yên bi gel re qut nekin. Gel çi bêje rast e û em amade ne ku xizmeta herî baş ji gelê xwe re bikin. Em ê di nava 5 salan de Curnê Reş bikin şaredariyeke mînak."