MKG û DFG: Bibin dengê Pexşan Ezîzî

  • 14:56 31 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - MKG û DFG'ê têkildarî cezayê îdamê yê ji aliyê Rejîma Îranê ve li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî hat birîn diyar kir ku rejîma Îranê her tim bi polîkayên xwe yên yekperest, qirker xwestiye her kesên azadîxwaz, çavtirsandî bike û got:"Divê her kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bibin dengê Pexşan Ezîzî." 
 
Şaxa 26'emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê cezayê îdamê li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî birî. Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî mijarê daxuyaniya çapemeniyê dan. Di daxuyaniya ku li DFG'ê hat dayîn de endamên komeleyan , DÎSK BASIN ÎŞ û PENA Kurd jî tevli bûn. Daxuyaniya bi kurdî ji alyê Seroka MKG'ê Roza Metîna ve hat xwendin. 
 
Di dewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:" Pîşeya rojnamegeriyê ji bo bandora li ser civakê û ji bo ragihandina rastî û heqîqetê gelekî girîng e. Di nava her şert û mercên zehmet de kedkarên çapemeniya azad xwedî li pîşeya xwe derketine û dev ji şopandina rastiyê û heqîqetê bernedane. Bi pênûs û kameraya xwe bûne deng û rengê civakê. Li dijî neheqî, xespkirina îradeya gelan, girtin, binçavkirin, îşkenceyê serî netewandine û terka qadan nekirine. Kedkarên çapemeniya azad bi hêz û îradeya xwe ya xurt her li berxwe dane. 
 
Kedkarên çapemeniya azad vê hêz û îradeya xwe ji kevneşopiya çapemeniya azad girtine. Vê hêza xwe ji Gurbeteli Ersoz, Deniz Firat, Nûjiyan Erhan, Şîlan Aras girtine. Di rêya wan de bi wêrektî karê xwe meşandine. Niha jî tevî hemû zext û zordestiyên îktidara AKP-MHP’ê ev kevneşopî dewam dike. Li dijî binpêkirina mafên rojnamegeran, gefxwarina li rojnamegeran, cezayên li wan tên birîn û êrişên li dijî ziman, çand û hunera Gelê Kurd kedkarên çapemeniya azad li berxwe didin. Bi ragihandina rastiyan rêya civakê ronî dikin. 
 
Her îktidarên ku xwe spartine kevneşopiya dewletê kedkarên çapemeniya azad ên her tim berdêlê didin, kirine hedef. Ji bo rêya rastiyê li civakê bigirin û rêya civakê tarî bikin îktidaran çi ji destên wan hatibe kirine. Her tim li qadan rojnameger asteng kirine û nehiştine karê xwe bikin. Rojnameger her tim ji ber nûçeyên çêkirine, ji ber parvekerinên li ser medyaya dîjîtal, ji ber qirêjî û nelirêtiyên îktidaran derxistine holê hatine darizandin. Ji ber nûçeyên tecrîdê û binpêkirina mafan çêkirine hatine cezakirin û tecrîdkirin. 
 
Ji bo rastî dernekevin holê her tim rûpelên ajansan tên astengkirin. Herî dawî rûpela înternetê ya Ajansa Mezopotamyayê (MA) hat astengkirin. Dîsa her carê rûpela twittirê ya JINNEWS’ê ya beşa Kurdî tê astengkirin. Ev yek di heman demê de bêtehemuliya li dijî zimanê Kurdî jî radixîne pêş çavan. 
 
Mînakên cezakirin, îşkencekirin, gefxwarina li kedkarên çapemeniyê gelek in. Li her aliyên Kurdistanê em li van mînakana rast tên. Herî dawî cezayê 6 sal û 3 mehan ji aliyê 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê li 8 rojnamegerên ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS û Ajansa Mezopotamyayê (MA) Selman Guzelyuz, Bêrîvan Altan, Dîren Yurtsever, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Deniz Nazlim, Oznur Deger hat birîn. 
 
Ev êrişên sîstematîk li Başûrê Kurdistan û Rojhilatê Kurdistanê jî dewam dikin. Her wiha dîsa bi êrişên dewleta tirk li Rojavayê Kurdistanê jî rojnameger dibin hedef. Di 8'ê Tîrmehê de Tirkiyeyê bi SÎHA'yan li Şengalê êrişî nûçegîhanên ÇIRA TV'yê Medya Hasan, Mirad Mîrza û kedkar Xelef Xidir kir. Bi êrişê Mirad Mîrza jiyana xwe ji dest da. 
 
Dîsa ji aliyê Rejîma Îranê ve cezayê îdamê li rojnameger, pispora karên civakî û parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî hat birîn. Rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî her tim ji bo parastina mafên jinan û ji bo azadiya gelên bindest li berxwe daye. Wê bi zanista “azadiya jinan azadiya civakê ye” pênûsa xwe her hil girtiye û li berxwe daye. Ji ber ku serî netewandiye ji aliyê Rejîma Îranê ve li girtîgehê tê girtin û cezayê îdamê lê hatiye birîn. 
 
Rejîma Îranê her tim bi polîkayên xwe yên yekperest, qirker û bi polîtîkayên dijminatiya jinê dikin, xwestiye her kesên azadîxwaz, têkoşer û civakê çavtirsandî bike. Dixwaza bi cezayê darvekirinê rê li ber ragihandina azad û daxwazên jiyaneke azad û wekhev bigire. Em jî wekî kedkarên çapemeniya azad li dijî biryara darvekirina jina kurd û rojnameger Pexşan Ezîzî nerazîbûna xwe tînin ziman. Em dibêjin divê demildest dawî li vê bêhiqûqiyê were.
 
Divê her kesên ku dibêjin em parêzvanên mafên mirovan e bibin dengê Pexşan Ezîzî. Em bang li hemû kesên azadîxwaz, çapemeniya demokratîk, saziyên parastina mafên mirovan ên navneteweyî û hemû raya giştî dikin ku li dijî vê neheqî û îşkenceya ji aliyê Rejîma Îranê ve li Pexşan Ezîzî tê kirin, dengê xwe bilind bikin. Di şexsê Pexşan Ezîzî de êrişek li dijî nasnameya jinan û azadiya jin û civakê heye. Em li dijî vê yekê bang dikin ku her kes dengê xwe bilind bike."