Di stranên xwe de dixwaze azadiya jinê bîne ziman!

  • 09:02 30 Tîrmeh 2024
  • Çand û Huner
 
Nazlican Nûjîn Yildiz 
 
ÎZMÎR - Fatma Odemiş, anî ziman ku tişta herî zêde bandorê li wê dike di besteyên wê de têkoşîna jinê ye û got ku ew bi stranên xwe dixwaze têkoşîna jinên li girtîgehan bigihîne cîhana derve.
 
Fatma Odemiş a ji Farqîna Amedê ye ji ber ku bav û apê wê Dengbêj bûn, di temenê xwe yê biçûk de bi muzîkê re eleqedar bû, di temenekî biçûk de bi tena serê xwe fêrî lêdana Erbaneyê bû. Fatma ku yekemîn têkiliya wê bi muzîkê re di vê serdemê de çêbû, di sala 2017’an de ji ber sedemên siyasî hat girtin. Fatmaya ku 9 sal ceza lê hat birîn, di sala 2023'an de dema ku cezayê wê qediya, hat berdan. Fatmaya ku di girtîgehê de eleqeya xwe ya bi muzîkê re winda nekir, qursa saz girt û dest bi nivîsandin û çêkirina stranan kir. Fatma ku di heyama girtîgehê de gelek stran nivîsî û çêkir, piştî ku hat berdan jî xebatên xwe dinivîsîne û stranan çêdike.
 
Fatma, anî ziman ku ya ku di nivîsandin û çêkirina stranan de bandorê li wê dike têkoşîna jinê ye û diyar kir ku herî zêde ew dixwazin têkoşîna jinên li girtîgehê di stranên xwe de nîşan bidin. Fatma anî ziman ku ew dixwaze zimanê kurdî û çanda kurdî zindî bihêle û di stranên ku dinivîsîne de jî armanc dike ku di pêşerojê de vê çand û têkoşîna jinê zindî bihêle.
 
'Di stranên min de ya herî zêde bandor li min kir jin bûn'
 
Fatmayê da zanîn ku ji biçûkatiya xwe ve bi muzîkê re eleqedar bûye û got ku ev yek bi bavê wê re bi bilûr û erbanê re derketiye pêş. Fatmayê diyar kir ku apê wê û bavê wê Dengbêj bûn û wiha got: “Bi saya vê eleqeyê min dest bi erbanê kir. Min hewl da ku ew bi xwe bilîze. Paşê, muzîk her tim di jiyana min de cih girt. Dema ez biçûk bûm, min her tim di nav hevalên xwe de gîtar didît û dixwest lêxim. Jiyana min piştî demekê guherî. Ez ji ber fikrên xwe yên siyasî ketim girtîgehê û 9 sal ceza li min hat birîn. Di vê heyamê de min li girtîgehê kursa saz girt. Pişt re min dest bi nivîsandina stranan kir û dest bi çêkirina stranan kir. Min bi herdu zimanên kurdî û tirkî stran nivîsandin û gotin. Di stranên ku min bi kurdî nivîsandin de tişta herî zêde bandor li min kir jin bû. Ez ji jinên di nava civakê de, jinên şoreşger bandor bûm.
 
'Ez raman û hestên xwe bi muzîkê vedibêjim'
 
Fatma, anî ziman ku zehmetî û zextên ku di dema girtîgehê de bi hevalên xwe re jiyane bandor li muzîka ku çêkiriye jî kiriye û diyar kir ku wê dest bi nivîsandina van zehmetiyan kiriye. Fatmayê got, "Dê muzîk her tim di jiyana min de cih bigire. Zehmetiyên jin, dayik û hevalên min ên jin ên li girtîgehê bandorek mezin li jiyana min dike. Ez vê yekê baş dizanim. Heta ku ez sax bim, ev ê bandorê li min bikin û ez ê binivîsim. Di jiyana ku gelek zehmetî lê hene, carinan mirov nikare hest û ramanên xwe bîne ziman. Ez hem raman û hem jî hestên xwe bi muzîkê vedibêjim. Ez bi vî awayî xwe azadtir hîs dikim. Çand û hunera Kurdî gelek bandorê li ser vê yekê dike."
 
Têkoşîna wê ya bi muzîkê re di dema girtîgehê de dest pê kir
 
Fatmayê da zanîn ku ew dixwaze bi muzîkê bibe dengê hemû jinên bindest û got ku ew dixwazin di stranên xwe de azadiya jinan bînin ziman. Fatmayê got, “Weke ku tê zanîn li hemû cîhanê jin li dijî zîhniyeta tarî têdikoşin. Ez weke jineke Kurd di nava vê civakê de dixwazim di qada muzîkê de têbikoşim. Destpêka daxwaza min a têkoşînê dema ku ez di girtîgehê de mam dest pê kir. Ji ber ku di girtîgehê de min ji nêz ve şahidiya têkoşîna jinan kir û min xwest ez vê têkoşînê di stranên ku min nivîsandin de nîşan bidim. Ez dixwazim têkoşîna jinan a li girtîgehan bigihînim cîhana derve."
 
'Ez hêvî dikim ku di stranên ku dinivîsim de têkoşîna jinê zindî bihêlim'
 
Fatmayê anî ziman ku ew di stranên xwe de zimanê kurdî û çanda kurdî nîşan dide, xwestiye tevkariyê li geşkirina vê çandê bike û got ku ji bo vê yekê stran nivîsandine û gotine. Fatmayê diyar kir ku ji bo xwe pêşde bibe qursa gîtarê jî girtiye û wiha got: “Ez hêvî dikim ku di siberojê de di stranên ku bi kurdî dinivîsim de têkoşîna jinan zindî bihêlim. Ez hêvî dikim ku çanda kurdî zindî bihêlim."