Gulşen Kurt: Qeyûm pirsgirêka mezin a demokrasî û hiqûqê ye

  • 09:02 18 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - Hevseroka DEM Partiyê ya Wanê Gulşen Kurt ku yek ji aktîvîstên meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" bû, diyar kir ku di meşê de ji gel piştgiriyeke mezin girtine. Gulşenê, anî ziman ku ev xwedîderketin ji bo wan pir bi qîmet û watedar e û got, “Bêedaletî û bêhiqûqî heye. Her kes dizane ku qeyûm pirsgirêka hiqûq û demokrasiyê ye."
 
Ji bo şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di 3'ê Hezîranê de qeyûm hat tayînkirin. Ji 3’yê Hezîranê û vir ve li dijî tayînkirina qeyûman çalakiyên curbecur tên lidarxistin.  Heyetên ji Marmara, Ege û Enqereyê di 30’ê Hezîranê de ji bo “Meşa rêzgirtina JI îradeyê re” ketin rê û di 3’ê Tîrmehê de jî dest bi meşê kirin û heta Colemêrgê meşiyan. Meşvanên ku bi kîlometreyan meşiyan, di 8'ê Tîrmehê de gihiştin Colemêrgê û li vir dawî li meşa xwe anîn. 
 
Yek ji kesên ku tevli meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" bû jî Hevseroka DEM Partiya ya Wanê Gulşen Kurt bû. Gulşenê der barê meşa ku li dar xistin de ji ajansa me re axivî.
 
'Bi qeyûman rojevê diguherin'
 
Gulşenê got ku weke tê zanîn ev du serdeme Tirkiye hem qanûnên xwe û hem jî qanûnên navneteweyî binpê kiriye û bi awayekî dijqanûnî, neheq û hovane mafê gelê Kurd ê dengdayîn û hilbijartinê paşguh kiriye û destnîşan kir ku ew weke partî û gelê Kurd, ji roja destpêkê ve ji bo vê têdikoşe. Gulşenê, bal kişand ser wê yekê ku wan bi têkoşîn û çalakiyên xwe neheqî û bêhiqûqiya ku di vê pêvajoyê de hat kirin û dewam dike qebûl nekirine û wiha got: “Weke hûn jî dizanin pêşî xwestin li Wanê qeyûm tayîn bikin û ji bo vê gav avêtin. Lê bi berxwedan û mafdarbûna gel re paşve gav avêtin. Lê belê di vê demê de hikûmeta AKP-MHP'ê ji bo vê bêhiqûqiya xwe bidomîne û hevkarê xwe yê biçûk razî bike, îradeya gelê Colemêrgê desteser kir û qeyûm tayînî şaredariyê kir. Dema ku em di vê pêvajoya polîtîkayên qirêj ên desthilatdariya AKP-MHP’ê de dijîn, rojev û pirsgirêkên welat ên cuda jî hene, di serî de bêkarî, tecrîda li girtîgehan, kuştinên li ser kar, kuştinên jinan dewam dikein.  Qetilkirina jinan bi polîtîkayên bêcezakirinê tên xelatkirin. Di heman demê de em talankirina xwezayê dijîn, ji bo veşartina van polîtîkayan, li ser vîna gelê Kurd qeyûm tên tayînkirin û rojev tên guhertin. Haya me ji van heye û têkoşîna me li her qadê didome. Em weke gelê Kurd li her qadê li dijî îradeya me ya tune tê hesibandin têkoşiyan û têkoşîna xwe didomînin."
 
Bi hevgirtineke mezin vîna xwe parastin
 
Gulşenê, diyar kir ku wan li dijî tinehesibandina vîna gelê Colemêrgê dest bi meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" kirin û diyar kir ku wan bi hev re li gel sazî û rêxistinên sivîl li Wanê dest bi meşê kirin, vîna xwe parastin û wiha got: “Di vê meşê de me bi hemû kesên tevlî meşa me bûn û bi me re bûn meşa xwe berdewam kir. Di meşê de tişta ku ez bi rastî dixwazim balê bikişînim ser ev e ku me dît çawa bi hevgirtineke mezin û bi têkoşîna gelên ji hemû pêkhateyan piştgirî ji Colemêrgê re hat dyîn."
 
'Ev pirsgirêka hiqûq û demokrasiyê ye'
 
Gulşenê, diyar kir ku di rê de jî gel piştgiriyeke mezin daye wan û got ku bi taybetî li gundên ku tê re derbas bûne ji ava sar heta nan gel bi wan re parve kiriye. Gulşenê got, “Bi vî awayî me dît ku piştgiriyeke mezin ji me re hat kirin. Pêkhateyên me yên derve û platformên jinan ev yekîtî û xwedîderketin dîtin. Ji ber ku neheqî û bêhiqûqî heye ev ji bo me pir bi nirx û watedar bû. Her kes dizane ku ev pirsgirêka qeyûm pirsgirêka hiqûq û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê li her cihê ku em derbas bûn em bi piştgirîyeke mezin a gelê xwe re rû bi rû man."
 
'Ji heftsalî heta heta heftê meşiyan'
 
Gulşenê bal kişand ku di meşê de ji heft salî heta heftê salî ji hemû temenan meşvan hebûn û wiha got: “Hevalên me yên 80 salî yên jin hebûn. Yanî em  meşeke şeş rojî dewam kir meşiyan  hewa pir germ bû. Lê tevî her tiştî me meşa xwe hata Colemêrgê dewam kir.  Dema em gihîştin Colemêrgê, heyeta me bi coş û hevgirtinek mezin hate pêşwazîkirin. Ji wir em hemû bi coşeke mezin ber bi navenda Colemêrgê ve meşiyan. Dema em gihiştin navendê hevserokên me daxuyaniyek dan raya giştî. Bi vê daxuyaniyê me careke din anî ziman ku em qebûl nakin îradeya gelê Kurd û gelê Colemêrgê bê desteerkirin, em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin û li dijî vê bêhiqûqiyê bisekinin. Têkoşîna me neqediyaye, têkoşîna me hem bi gelê Kurd û hem jî bi gelên Tirkiyeyê re wê heta dawiyê bidome."
 
'Em ê mil meşa xwe bidomînin'
 
Di dawiyê de Gulşenê wiha got: “Em spasiya her kesê ku keda wan di vê meşê de heye dikin. Çalakiyên me yên li dijî vê desteserkirina ji aliyê qeyûman ve  wê bidomin. Em ê tu carî rê nedin qeyûman. Em ê li ser vê rêyê mil bi mil bimeşin heta ku qeyûm derkevin ji şaredariya me."