Di ser komkujiya Zîlanê re 94 sal derbas bû

  • 09:04 12 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
WAN - Li Geliyê Zîlanê ya girêdayê navçeya Erdîş a Wanê di 13’yê Tîrmehê de bi hezaran kurd hatin qetilkirin û di ser komkujiyê de 94 sal derbas bû.
 
Li Kurdistanê seranserê dîrokê li hember kurdan gelek komkujî pêk hatin. Yek ji van komkujiyan jî ya di 1930’an de navbera 12-13’yê Tîrmehê de li Geliyê Zîlan a girêdayê Erdîş a Wanê pêk hatiye. Komkujiya Zîlan navê xwe ji cihê pêk hatiye digire. Komkujiya yekem a li Geliyê Zîlanê ne ya ewil e û di 1915’an de jî Ermenî hatin qetilkirin. Di 1930’an de kurd hatin qetilkirin. Bi hezaran kurd di nava 24 saetan de hatin qetilkirin. Dema serhildana Agiriyê ji aliyê 9’emîn Kolorduya di bin komutaya Ferîk Salîh Omurtak, beriya ku Sêyemîn Tevgera Agiriyê bê destpêkirin, ewil li Geliyê Zîlanê komkujî pêk tê û li herêma Zîlanê ji 200’î zêdetir gund tên îmhakirin.
 
Welatiyên niha temenê wan 50 ye û diyar kirin ku zarokatiya xwe de hîna hestiyên mirovan didîtin.
 
‘Mirov kirin rêzê û gulebaran kirine’
 
Halîme Kahraman ya 70 salî dema komkujiyê hîna nehatiye dinê û wiha got: “Komkujiyê de bi dehan xizmên min hatine qeitlkirin. Me ji mezinên xwe ev fêrkirin. Bi talîmata dewletê 24 saetan de tu kes nehatiye xilaskirin. Bi
tesaduf yên wê rojê ne li wir bûne xilas bûne. Hemû gundî li Çemê Zîlanê anîne gel hev û qetilkirin. Kirine rêzê û qetilkirin. Jin, ciwan, kal, pîr û zarok. Çemê Zîlanê xwîn herikiye.”
 
‘Kî katiye ber wan qetil kirine’ 
 
Halîmeyê wiha dawî lê anî: “Yên wê demê ne li gund bûne û bi şans xilas bûne piştî salan şûnde vegeriyane gundê xwe û ji nûve li ser axa xwe jiyana xwe ava kirine. Yê wê demê ne li gund bûne, li cihekî din bûne, paşê tên dibînin ku hemû kes hatine qetilkirin. Kî hatibû ber wan qetil kiribûn. 24 saetan bi hezaran kes hatibûn qetilkirin.”
 
‘Me pir êş kişand’
 
Omer Kahraman yê dema ku komkujî pêk hatiye 11 salî bûye û tiştên hatiye jiyîn kêm tê bîra wî wiha got: “Leşkeran Kurd li erdê dirêj dikirin û pihîn dikin. Dewletê talîmata ‘destûr nedin bila kes neçe’ dane sîxurên xwe. Dema komkujî pêk hat ez zarok bû. Min bi kal û apên xwe re li Kanîreşê şîvanî dkir. Talîmat hatibû tayîn. Ap û kalên min wan xwarin dixwarin. Ji balafiran gulebarandin. Ez reviyam û min xwe veşart. Du ap û kalên min hatin qetilkirin. Roja komkujiyê 80 balafir hebûn. Me pir êş dîtin.”