‘Cihê ku tundî li jinê tê kirin ne pîroz e’

  • 09:02 12 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, qetilkirinên jinan ku di malbata ‘pîroz’ tên kirin nirxand û û got: “Mabata ku jin  lê tundiyê dibînin ne pîroz e. Her tişta xweş û bi nirx, başiyê dihewîne. Lê li van maşbatan jin tên qetilkirin.  Ji bo avakirina aştiya civakî divê em têbikoşin.”
 
Bi salane desthilatdarî bi polîtîkayên xwe nebaşî, dijminahî, nefretê li gel rewa dibîne. Bi polîtîkayên xwe  qetilkirina jinan û destdirêjiya li zarokan hewl didin rewa bikin, normal bikin.  Hebûna qanûnên ku pêk nayên jî bi desthilatdariyê re tirsê diafirîne û  hewl didin pêşî li têkoşîna jinan bigirin. 
 
Seroka Komeleya Dema Jinê Dîlek Başalan, der barê kuştinên jinan û êrîşên nîjadperest de axivî.
 
‘Cihê ku tundî lê tê kirin ne pîroz e’
 
Dîlekê diyar kir ku zext û tundiya nav malbatê li ser jinan bi salane didome û gelek qetilkirinên jinan li malê ji aliyê mêran ve pêk hatine. Dîlekê ev tişt anî ziman: “Ji ber ev bûyer di nav malbatê de pêk tên em wek tevgera jinan mezin bûn. Di vê dema ku nirxên malbatê evqas tên bilindkirin, jin tên qetilkirin.  Tundiya nav malbatê nayê dîtin û tê rewakirin. Çima di nav malbatê de jin evqas tune tên hesibandin? Çima em kesên malbarê divê nirxê bidin hev. Ger di nav malbatê de tundî li jinê bê kirin wê demê malbat ne pîroze. Tişta xweş û bi nirx başiyê dihewîne. Em di malbatê de ne hezkirin ne rêzdariyê dibînin, tên lê mêr mezin tê dîtin. Yên malbatê bi nirx dibînin berpirsên van cînayetan e. Em li dijî vê têdikoşin. Divê zirar neyê tayê porê jinan.”
 
‘Derdê me heye’
 
Dîlekê got jinên tên qetilkirin bêhejmar in û wih adomand: “Jinên tên qetilkirin nayên dîtin. Hewl didin civakê fêrî van qetilkirinan bikin. Rojê 8 jin tên qeitlkirin. Lê wekê ku normale tê nîşandan. Lê derdê me heye. Ev ne tenê yê min yê me ye. Em dixwazin çareseriya pirsgirêkê bê mayîndekirin. Polîtîkayên desthilatdarî dimeşîne li aliyekî qetilkirinên jinan zêde dike li aliyê din jî nîjadperestiyê zêde dike.”
 
‘Mirov dimirin’
 
Dîlekê di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Mirov dimirin. Ji bo başî û xweşî, ji bo aştiya civakî, divê em têbikoşin, xwe rêxitsin bikin û banga me ji bo hemû rêxistin û komeleyên jinan e. Em ê têkoşîna xwe bidomînin.”