‘Dewleta dibêje agahiya me ji her derê heye hîna kujer negirtiye’

  • 09:04 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Pelşîn Çetînkaya-Gulîstan Gulmuş
 
AMED - Jinan qetilkirinên jinan ên demên dawî de zêde bûne û hîna ne dîtina gumanbarê ku Hîlal Kar qetil kir de axivîn sedema zêdebûna qetilkirinên jinan nirxandin. Ji jinan parêzer Dîlan Elçî got: “Dewleta dibêje agahiya me ji her derê heye hîna ev gumanbar negirtiye.”
 
Li Tirkiye û Kurdistanê kuştinên jinan her diçin zêde dibin. Li gorî daneyên ajansa me yên meha hezîranê 37 jin hatine qetilkirin û 7 jinan jî bi guman jiyana xwe ji dest dane.  Gumanbar ne tenê ji bo jinan ji bo xizmên wan jî tehdîdin. Li Amedê di 23’ê Hezîranê de gumanbar Mehmet Demîrhan Hîlal Kar qetil kir û hîna jî nehatiye girin. Jin der barê zêdebûna qetilkirina jinan de axivn û diyar kirin ku ev ji ber polîtîkayên şerê taybet yê desthilatdariyê pêk tê.
 
‘Dibêjin ger ‘em sûcekê bikin’ em ê razên û derkevin’
 
Endama Komîsyona Jinan a ÎHD’a  Amedê parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku ji ber qanûna hejmar 6284 pêk nayê, Peymana Stenbolê pêk nayê, ji ber polîtîkayên bêcezahiştinê qetilkirinên jinan zêde bûne. Esrayê wiha domand: “Mêr hêzê digirin û dibêjin ‘ez sûc bikim jî ezê bêm girtin û berdan’. Bi vê hişmendiyê sûc dikin. Li şûna divê parastina jinan bê nîqaşkirin niha paşnavê jinan tê nîqaşkirin. Dayika Hîlalê got êrîş plankirî pêk hatiye.  Li her derê welat kamera hene lê kujer nehatiye girtin. Di heman demê de nedîtina zarokê muşterek jî bi fikar e. Em ê şopdarê pêvajoyê bin. Divê cezayên giran li gumanbaran bê birîn. Divê dewlet piştgiriyê bide  parastina jinan.”
 
‘Tabloyek giran li pêş me ye’
 
Endama Komeleya Jinan a Rosa Berfîn Polat jî balkişand ser tundî û qetilkirinên jinan û got yekane rojeva naguhere ev mijare û wiha pê de çû: “Tabloya derketiye holê ji ber polîtîkayên bêcezahiştin, ji ber pakêtên darazê ne. Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan zêde bûye. Heta ne tenê li Tirkiyeyê li hemû cîhanê wisa ye. Li Kurdistanê ji ber name û aydiyetên me dewlet bi awayekî taybet berê xwe dide van aliyan.”
 
‘Em ê bi hev re têbikoşin’
 
Berfînê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Sedema zêdebûna qetilkirinên jinan polîtîka desthilatdariyê ye. Me ev bi planên wan yên çalakiyê carek din dît. Em ê şopdarê vê pêvajoyê bin.  Em wek saziyên jinan wê pêvajoyê bişopînin. Em ê dosya Hîlalê bişopînin û têkoşîna hewce bikin. Divê parastina cewherî bê xurtkirin û piştevaniya rêxistinkirî bê mezinikrin.”
 
‘Ji bo rêgiritna li qetilkirina jinan çareserî  pêwist e’
 
Parêzer Dîlan Elçî jî destnîşan kir ku qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin û pisgirêkeke ku divê bi awayekî lezgîn bê çareserkirinê ye. Dîlanê wiha anî ziman: “Her sla bi sedan jin tên qetilkirin. Ji aliyê kesên nêzî xwe ve tên qetikirin. Jin li dijî van têkoşînê didin. Mixabin rayedar di vê mijarê de qels dimînin. Lêpirsînek bi bandor nayê meşandin. Sedema qetilkirinên jinan xuyaye ku sererastkirinên qanûnî ye. Nêzîkatiya daraz û siyasetmedaran  cesaretê dide kujeran. Ji rewşa baş ceza tên darixin. Ev jî dibe sedema zêdebûna qetilkirina jinan. Li dijî van pisgirêkan divê xebatek berfireh bê meşandin.Divê mekanîzmayên ku pêşî li van pirsgirêkan digirin bên xurtkirin. Kujerê Hîlalê tevî hemû kemerayan ev 15 roj in nayê dîtin. Hem Jî bi zarokê 5 salî re. Dewleta dibêje agahiya me ji her derê heye hîna ev gumanbar nedîtiye.”