Li taxa Guzeltepe tê xwestin yurda tarîkatê bê vekirin

  • 09:03 11 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Li taxa Guzeltepe a navçeya Çîglî ya Îzmîrê, yurda ku aydê tarîkata Suleymaniyan e û tê xwestin bê çêkirin, ji aliyê welatiyan ve nayê xwestin. Jinên taxê bertek nîşanê yurdê dan û gotin: “Em ê zarokên xwe mahkumê tarîtiya tarîkatan nekin.”
 
Li navçeya Çîglî ya Îzmîrê li taxa Guzeltepe di 2020’an de  çêkirina yurda ku tê gotin aydê Saziya Yurd û Krediyan(KYK) ne, derket holê ku aydê tarîkata Suleymaniyan e. Li taxa ku piranî Kurd û Elewî lê dijîn, welatiyên taxê ku ji rewşê agahdar bûn di 2’ê Tîrmehê de li taxê meş pêk anîn û gotin ew li taxê yurdê naxwazin. Jinên endamên Meclîsa Taxa Guzeltepe der barê mijarê de ji ajansê re axivîn û diyar kirin ku taxa Guzeltepe bi taybet hatiye hilbijartin û gotin wê li dijî yurda tarîkatê têkoşîna xwe bidomînin.
 
Gel dizanibû wê yurda tarîkatê be
Berdevka Meclîsa Nûnerên Gel yên Çîglî Emel Dîrîl da zanîn ku dema li taxê xebat dimeşandin dîtine ku agahiya gel tune ku yurd aydê tarîkatê ye û ji gel re ragîhandine ku yurd wê aydê tarîkatê be. Emelê wiha dirêjî dayê: “Li taxê gotinên wekê ‘yurda dewletê-yurda keçan’ derketibû. Ev bi zanebûn wisa kirine. Ji rê li ber bertekan bigirin ev bi zanebûn kiribûn. Lê divê mirov giştî binêrin. Ev salek e. Ji xwe protokola ÇEDES’ê di rojeva me de heye. Diyanet û perwerda neteweyî dest dane hev û daixwazin nifşekî paşverû bigihînin. Îzmîr jî wek cihê pîlot hatiye tercîhkirin.”
 
‘Em ê zarokên xwe mahkumê tarîtiyê nekin’
 
Emelê her wiha destnîşan kir ku bi ÇEDES’ê re bi navê modela Maarîf, mufredata nû ya derxistine ketiye rojevê û wiha domand: “Mufredata nû ji zanistê dur e. Di dersa fen bîlîmlerî de dema der barê şikandina ronîkirinê de, agahiyeke ji zanistê dur,wekê ronahiya ji mizgeftê dertê tê dayîn. Gelek mînakên wisa yên ji zanistê dur di mufredatê de cih dgirin. Divê ev giştî bê dîtin. Tê plankirin ku nifşekî ku hepsê tarîtiyê dibe bê afirandin.Em wek Meclîsên Nûnerên Gel yên Çîglî û Meclîsa Taxa Guzeltepe hewl didin ku zaorkên me mahkumê tarîtiya tarîkat û cematan nebin.”
 
Li dijî yurdê meş
 
Emelê diyar kir ku li dijî yurda tarîkatê çalakiya meşê pêk anîn eû ev meş di 2’ê T3irmehê de di salvegera komkujiya Sêwasê de pêk hatiye. Emelê wiha bi lêv kir: “Komkujiya Sêwasê jî ji van nokteyan xwedî dibe. Paşverû ji wir xwedî bûne. Wê demê di bin agahiya her kesî de ji wezîrê karê hundir bigirin heta şaredar, parlamenteran her kesî dizanibû û wiha hat plankirin. Em ê tarîkatan ji taxên xwe ji vî welatî derxin.”
 
Ji ber yurdê bi fikare
 
Ji taxa Guzeltepe Nezahat Akdag jî got ew yurda ku tê xwestin bê vekirin naxwazin û wiha pê de çû: “Bi taybet em ji bo ciwan û zarokan vê  yurdê naxwazin. Li hember jinan tundî û destdirêjî zêde bûye. Em vê yurdê qebûl nakin. Welatiyên taxê jî piştgiriyê didin me.Du zarokên min hene. Dema me de dayika min em nedibirin dibistanê. Lê niha em zarokên xwe nikarin tenê bişînin. Dilê me ne rehete.”
 
‘Em vê yurdê erê nakin’
 
Nezahatê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi yurda tê vekirin hedefkirin dixwazin nifşekî vala bigihînin. Dixwazin nifşekî li gorî xwe bigihînin. Em ê vê yurdê erê nekin. Em ji şêniyên taxê piştgiriyê dixwazin.”
 
 
‘Bi taybet ev tax hat hilbijartin’
 
Ji Meclîsa Taxa Guzeltepe Ebru Oral jî berteka xwe wiha anî ziman: “Ji bo avakirina yurda tarîkatê bi taybet taxa Guzeltepe hatiye tercîhkirin. Li taxê karker û Elewî zêde ne. Ji ber vê bi taybet hatiye tercîkirin. Bi zanebûn berê xwe didin vir. Dixwazin van deran bigirin bin kontrola xwe. Dewlet vê hedef dike. Ev yurd bê vekirin jî wê têkoşîna me bidome. Têkoşîna me wê bidome. Helwesta me zelale. Wê tu carê jî neguhere.”