Parêzer Rengîn: Dê di meha îlonê de 'Mafê hêviyê' bê nîqaşkirin

  • 09:04 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Melek Avci 
 
ENQERE - Parêzer Rengîn Ergul di daxuyaniya CPT’ê ya Azerbeycanê de ku derbarê tecrîdê de bêdeng e, rexne kir û got: “Li van saziyan bi sedan serlêdanên dipên hene. Di meha îlonê de di civîna Komîteya Wezîran de wê mafê hêviyê bê dîtin.”
 
Komîteya Pêşîgirtina li Îşkence û Muameleya Dijmirovahiyê ya Konseya Ewropayê (CPT) der barê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û zêdetirî 3 sal in di tecrîdê de tên ragirtin, yek gotinek jî negot. Lê îro ew derbarê Azerbaycanê de daxuyaniyek da û diyar kir ku hevkariyê nake. Bertekên li dijî vê didomin û yek ji geşedanên din jî ev e ku wê meha îlonê de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê civînekê bike û tê gotin wê tecrîd bê rojevê.
 
Parêzer Rengîn Ergul helwesta saziyên navneteweyî û civîna meha îlonê de wê pêk bê nirxand.
 
‘Me bi dehan carî serî li CPT da’
 
Rengînê ewil balkişand ser daxuyaniya CTP’ê ya der barê Azerbaycanê de û got ev biryar tenê ji bo welatekî wek prensîp nikare pêk bê û got: “ CPT jî, Komîteya Wezîran jî, DMME jî di hemû biryaran de, ji bo kîjan welatî biryar dide bila bibe, wek rêgez ji bo hemû welatan debasdare û wek hêza pêkanînê ji bo hemû welatan wek prensîb bikaranîn qebûl dike. Mînak DMME’ê rêgezên ku Tirkiye di mijara îşkenceyê de mahkum kiribû welatên din jî eleqeder dike. Ji ber vê wek prensîb cudahî nayê kirin. Lê di pêkanînê de heye. Li dijî Tirkiyeyê ku li gorî pêşniyarên CPT tevnagere, raporên der barê Îmrali û girtîgehên din nayê aşkerakirin û me di vê mijarê de bang li CPT kir ku fikra xala 10’emîn pêk bîne. Der barê vê de serlêdanên me hene. Lê ev bangên me bê bersiv man. Heta CPT gelek caran gav avêt ji DMME’ê re. Hincetên cuda dan pêş lê ji bo Azerbaycanê ev pêk anî.”
 
‘Divê em binpêkirin û sûcên Tiriyeyê teşhîr bikin’
 
Rengînê diyar kir ku dema biryarên saziyên navneteweyî dinêrin, helwesta li dijî Azerbeycanê, li gorî Tirkiyeyê hîn biryarek radîla hatiye girtin û wiha got: “DMME’ê li atmosfera siyasî ya Azerbeycanê mêze kiriye û biryarên tund girtiye. Yanî helwesteke mahkumkirina Azerbeycanê hêsantire hebû. Me niha ev bi CPT’ê re dît. Ev tê vê wateyê; Rêgezên hiqûqî, xalên peymanê ji bo her kesî debasdare û ev tê wateya têkoşîn tenê bi hiqûqê ne sînore. Bidehan sûc û binpêkirinên mafan yên Tirkiyeyê mijara gotinê ne. Divê em vê li her mekanîzmayê teşhîr bikin. Ji bo ku hêza tehdîdkar a Tirkiyeyê bê qelskirin.”
 
‘Mafê hêviyê wê îlonê de bê dîtin’
 
Rengînê derbarê rojeva tecrîdê ya ku wê li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di pêvajoya pêş de bê destgirtin de jî wiha anî ziman: “Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê wê meha îlonê de dosyayên ‘mafê hêviyê’ ya der barê Birêz Abdullah Ocalan de bigire rojeva xwe. Derbarê Tirkiyeyê de ku gav avêtiye an nan, di vê mijarê de çi kiriye wê bê kontrol kirin û biryrek derkeve. Komîte dikare biryarên pêşniyarê bide di vê mijarê de. Biryarên ku bên girtin ji bo me wê ne surprîz be ji ber Tirkiyeyê di vê mijarê tu gav navêtiye. Gelek rêxistinên civaka sivîl yên Tiriyeyê di vê mijarê de agahî dan Komîteya Wezîran. Lê Tirkiyeyê di vê mijarê de tu gav navêtiye. Ji ber vê jî divê demildest Konseya Ewropayê di civîna meha îlonê de vê bide pêş xwe û gavên bi bandor zêde bike.”
 
‘Divê hiqûq û kolan bi hev re tevbigere’
 
Rengînê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bêguman ji bo ev pêk bên, bikeve rojeva Koseya Ewropayê, CPT raporan aşkera bike, mafê hêviyê pêk bê em hîn bêtir bidin zorê. Di her alî de, siyasetmedar, hiqûqnas, hiqûqnasên Ewropayê, partiyên siyasî, parlamentere. Me bi tecrubeya Wanê de dît. Me şaredarî şûnde girt. Kolan alava rewa a têkoşînê ye. Her tim rewaye. Divê hiqûq û kolan bi hev re tevbigerin ku têkoşîna azadiya kurd ev pir baş bi ser xistiye. Hiqûqnas û parêzvanên maf li dijî tecrîdê carek din serlêdanên xwe kirine. Hemû mekanîzmayan didin zorê. Em her tim xebat û serlêdanên xwe der barê mafê hêviyê de dubare dikin.”