‘Divê em li dijî qirkirina jinê xwe rêxistin bikin’

  • 09:02 10 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Endama Meclîsa Tirkiyeyê ya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfin Tozlu der barê zêdebûna qetilkirinên jinan de axivî û diyar kir ku sedema herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye. Zeynebê bi lêv kir ku li dijî polîtîkayên dijminê jinê divê rêxistinbûn bê kirin û got: “Em neçar in ji bo ked, maf û jiyanê xwe rêxistin bikin.”
 
Ji ber polîtîkayên dijminê jinê û bêcezahiştinê yên deshtilatdariyê, qetilkirinên jinan roj bi roj zêde dibin. Li gorî daneyên ajansa me kom kirine di meha hezîranê de 37 jin û 10 zarok hatine qetilkirin, 7 jin û 2 zarokî biguman jiyana xwe ji dest dane. Di 6 mehên dawî a sala 2024’an de 205 jin hatin qetilkirin, 117 jinî bi guman jiyana xwe ji dest da. Gumanbar mêrê herî nêzî jinan e û hîna jî desthilatdarî malbatê pîroz dike. Gumanbar bi destê darazê tên parastin. Endama Meclîsa Tirkiyeyê ya Piştevaniya Mor Zeynep Eda Berfîn Tozlu der barê sedema zêdebûna kuştinên jinan de axivî û got sedema herî mezin a zêdebûna qetilkirinên jinan polîtîkayên bêcezahiştinê û polîtîkayên dijminê jinan e.
 
‘Sedema herî mezin polîtîkaya bêcezahiştinê ye’
 
Zeynebê destnîşan kir ku sedema herî mezin a qetilkirinan polîtîkaya bêcezahiştinê ye û wiha pê de çû: “Gumanbar dizane ku wê demekê razê û derkeve, dizanin ku ji aliyê dewletê ve tên parastin. Gumanbar demek kurt de tên tahliyekirin. Gotinên ‘ez ê te bikujim, çend mehan razêm  û derkevim’ êdî tên gotin. Ev bi zanebûn ji aliyê dewletê ve tê afirandin. Em jin destkeftiyan bidest dixin. Dayîna cezayên mezin di encama destkeftiyên me de pêk tên. Bi têkoşînên jinan, çalakî, bi şopandina dozan ev dibin. Heta ku polîtîkayên bêcezahiştinê bidomin wê ev jî zêde bibe.”
 
Pergal bi polîtîkayên dijminê jinê hatiye hûnandin
 
Zeynebê her wiha bi lêv kir ku sedema zêdebûna qetilkirinên jinan polîtîkayên ku desthilatdarî dimeşîne ye û wiha daxuyand: “Desthilatdarî di vê mijarê de tenê polîtîkaya bêcezahiştinê nameşîne. Di heman demê de gavên ku xurt dikin davêje. Jinan hedef digirin, li ser jinan plansaziyên malbatê dikin. Ev êdî pir zêde bûye. Em vê baş dizanin û di hişmendiya vê de ne. Pergal bi polîtîka dijminê jinê hatiye hûnandin.”
 
Gotin 6284 heye lê pêk nayê
 
Zeynebê balkişand ser Peymana Stenbolê û qanûna hejmara 6284'an û wiha domand: “Bi hinceta qanûna hejmara 6284'an ji Peymana Stenbolê derketin. Lê hîna jî 6284 pêk nayê. Jinan bi qasî Peymana Stenbolê qanûna hejmara 6284'an jî diparêzin. Ji bo tişta ku pêk naynin û dibêjin heye, nîşan dide ku li gorî armanca xwe tevdigerin. Di navbera xwe de jî li ser qanûna 6284'an li hev nekirine. Partiyên alîgirên desthiladariyê der barê xala ‘îfadeya jinê esas e’ de gotinên xwe gotine û me hemûyan dît. Di polîtîkayên niha dimeşînin de jî hewl didin bi 9’emîn pakêta darazê bikaranîna paşnavê jinan a di Qanûna Medenî de bê rakirin.”
 
‘Desthilatdarî dixwaze ji xwe re pergalekê ava bike’
 
Zeynebê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Desthilatdarî plan dike ku ji pergalek aydê xwe ava bike. Ev mijar jî parçeyek vê rewşê ye. Jin herî zêde di malbatê de tundiyê dibînin. Pergaleke diyarkirî ya desthilatdariyê derbarê malbatê de ye. Ji bo mayîndekirina faşîzmê divê dest bavêjin malbatê. 9’emîn pakêta darazê, plana der barê xurtkirina malbatê. Hemû xwe dispêrin vê. Hewl didin rejîma îslamî, Erdoganîst ava bikin. Desthilatdarî ji bo vê jî hewce bi mayîndekirina faşîzmê dibîne. Bêguman yek ji dijminê wan ê esas jin in.”
 
‘Ji bilî rêxistinbûnê çare nîne’
 
Zeynebê di dawiya axaftina xwe de daxuyakirin ku di 6 mehên dawî de 205 jin mirine û 117 heb jî biguman jiyana xwe ji dest dane. Zeynebê wiha dawî lê anî: “Ji bo jiyana xwe divê jin xwe rêxistin bikin. Rojê 7-8 jin tên qetilkirin. Divê em li her derê li dijî qirkirina jinan dengê xwe bilind bikin. Divê em ji bo ked, maf û jiyana xwe xwe rêxistin bikin. Bi yekîtiyê em dikarin xeta têkoşînê ava bikin.”