Wezîrê Edaletê bersiv da dayikan: Pirsa Kurd tune ye

  • 11:06 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Oznûr Deger
 
MÊRDÎN - Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç ku ji bo piştî cejnê soza hevdîtinê dabû dayikan, di dema hevdîtinê de piştî "Dayikan got birêz Ocalan" hevdîtin bi dawî kir. Herwiha wezîr ji dayikan re got, "Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê."
 
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tên girtin, çalakiya xwe ya azadiyê ya ku bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi armanca azadiya wî ya fizîkî  dabûn destpêkirin, bi rêbazên cuda didomînin. Xizmên girtiyan jî ji derve piştgiriyê didin çalakiyên girtiyan. Xizmên girtiyan jî di çarçoveya çalakiyên xwe de di 12'ê Hezîranê de bi Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç re hevdîtin pêk anîn û rewşa girtiyan û Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan anîn rojeva Wezaretê. Piştî ku Wezîrê Edaletê Yilmaz Tunç soz da xizmên girtiyan ku ,dê piştî cejnê hevdîtinê bi wan re bike, xizmên girtiyan di 25'ê Hezîranê de careke din bi Wezîr re hevdîtin kirin. Xizmên girtiyan Refîka Akîn, Fatma Çîg, Nuray Ozdeş, Leyla Kuday û Gurbet Tekîn û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal û Dîlan Kunt beşdarî hevdîtinê bûn.
 
Ji xizma girtiyan Gurbet Tekîn ku beşdarî her du hevdîtinan bû, behsa hevdîtina duyemîn a bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re kir.
 
Tecrîd red kir
 
Gurbet bi bîr xist ku di 12'ê Hezîranê de bi Wezîr Yilmaz Tunç re hevdîtina wan a yekemîn pêk hat û wiha got: “Piştî hevdîtina ku berê hat kirin min  got, ger ne xapandin be em baş hatin pêşwazîkirin, lê me dît ku ev xapandinek e. Hîn jî me dixapînin. Me randevû xwest û wî jî daxwaza me ya hevdîtinê qebûl kir û ji bo 26’ê Hezîranê randevû diyar kir. Lê belê rojekê hevdîtin bi pêş ve anî  û di 25'ê hezîranê de me hevdîtin kir.  Dema em çûn em dîsa hatin pêşwazîkirin. Lê ew difikirî ku em ê tenê qala zarokên xwe bikin. Dayikên ku axivîn li ser pirsa 'Hûn çima hatin' gotin, 'Em ji bo tecrîda li ser Rêberê xwe Abdullah Ocalan hatine.'  Dema ev hat gotin, me dît ku çavên wî ji hêrs û tirsê sor bûne. Me dît ku ji hêzên li pişt xwe ditirse. Ji me re got, 'Hûn nikarin li vê derê bêjin Birêz.' Me jî diyar kir ku ew serokê miletekî ye. Me got tenê ji aliyê Kurdan ve wekî rêber nayê dîtin, li Rojhilata Navîn jî weke rêber tê qebûlkirin û li cîhanê jî jê re rêzdar in. Me got ger tecrîda li ser Rêberê me rabe wê aştî pêk were. Lê belê bi gotina 'Tecrîd nîne' tecrîd red kir."
 
'Pirsgirêka Kurd nîne, pirsgirêka terorê heye'
 
Gurbet, anî ziman ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd divê tecrîd bê rakirin û got, wezîr bi gotina "Pirsgirêka kurd tune ye, pirsgirêka terorê heye" nêzîkatiyeke înkarker nîşan daye. Gurbet da zanîn ku wan bertek nîşanî vê axaftinê dan û got, “Dayikan gotin, 'zarokên me ne terorîst in. Digotin. Em ne terorîst in.'  Dayika ku ev got bi tirkî nizanibû. Wekîlê me got ku ew ê wergerekî bînin da ku wezîr fêm bike. Lê wezîr got ku ez bi kurdî fehm dikim û hewcedarî bi werger tune ye. Dema ku behsa 'terorîzmê' kir, êdî kesî ji me nedikarî tehemû bike. Dema wisa kir, di fikirî ku em êdî nema dibêjin 'Birêz Ocalan.' Lê belê me hemûyan got 'Birêz Ocalan Rêberê gel e' divê tecrîd di zûtirîn demê de were rakirin.  Dema tecrîd rabe dê pirsgirêkên zarokên me yên li hundir jî bi dawî bibin."
 
Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê?'
 
Gurbetê diyar kir ku li ser pirsa wezîr a "Abdullah Ocalan ji bo we tê çi wateyê?" Me got, "Ji bo me tê wateya azadî, aştî, wekhevî û tiştên baş."  Dûvre wiha got: “Tecrîd tune ye. Dibe ku hûn bipirsin  Çawa dibe ku tecrîd li ser kesê ku cezayê muebbetê lê hatiye birîn hebe?" Her wiha me got, "Bi hezaran girtiyên me yên cezayê muebbetê li wan hatiye birîn hene û divê Rêberê me jî ji heman mafên kesê ev ceza girtine sûd werbigire. Ne dikare bi malbata xwe re ne jî bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike. CPT jî piştî hevdîtinê daxuyanî neda. Ev hemû nîşan didin ku hêzên navneteweyî û Tirkiye di mijara Kurdan de çawa li hev kirine. Ji ber vê yekê jî naxwazin yek gotinek jî ji Rêbertî bê girtin. Dizanin ku yek dengek ji Îmraliyê derkeve wê ne tenê li Tirkiyeyê, li cîhanê jî bandor bike. Ev ji bo me pir girîng in. Ew jî vê yekê dizanin, lê êdî li wir tehamul nakin." Wezîr piştî vê diyar kir ku hevdîtineke din a wî hey û divê biçe. Lê belê me got ku ji me re randevû hatiye dayîn. Me diyar kir ku ev jî karek e û divê hûn li me guhdarî bikin. Wî ji me re got ku alîkarê wî li wir e û divê em pê re biaxivin. Me got, 'Hûn karê xwe nakin. Tu karê xwe yê li girtîgehê dix,î stûyê rêveber û xebatkarên wê derê. We komîteyek çêkir û ew komîte her tiştî tîne serê zarokên me. Muameleyên keyfî hene û zarokên me davêjin hucreyan."
 
'Min birayê xwe û 4 zarokên xwe dan û yê 5'emîn di girtîgehê de ye'
 
Gurbetê, anî ziman ku bi hezaran malbatên wekî wê hene û wiha got: “Min birayê xwe û 4 zarokên xwe dan, ê 5’emîn di girtîgehê de ye. Ev ne tenê ji bo me ji bo hemû cîhanê tiştên girîng in. Ger ev pêk bên dê şer, xwîn û rondik rawestin. Ev hemû girêdayî tecrîda li ser Rêbertiyê ne. Divê di zûtirîn dem de tiştek were kirin û divê tecrîd bi dawî bibe.  Paşê wezîr rabû çû, alîkarê wî li wir ma. Me got ku em ê bi alîkarê wî re hevdîtinê nekin. Li dû wî em ji odeyê derketin. Me bi giştî 21 deqeyan hevdîtin kir. Me tu encam negirt. Wî em xapandin. Pêşwaziya me jî xapandinek bû. Lê çi dibe bila bibe em ê dev ji vê dozê bernedin. Çi dibe bila bibe, dîplomasî ji bo me girîng e û em ê vê yekê berdewam bikin.
 
'Em ê bê westan lêgerîna çareseriyê bidomînin'
 
Piştî hevdîtina bi Wezîr re, li ser helwesta Wezîr, ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê gelek kes bi taybet malbatên girtiyan di 2'ê Tîrmehê de tevlî Koma Partiya DEM'ê ya li Enqereyê bûn. Gurbet civîna komê jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî“Ji Tirkiye û bajarên Kurdistanê gelek kes beşdar bûn. Cihê rûniştinê li Meclîsê nema. Her kesên hatin bi dirûşm û tilîliyên xwe daxwaza azadiya Rêbertî kirin. Piştre me ji Meclîsê heta Dîwana Edaletê meşiyan û li wir daxuyaniyeke çapemeniyê da. Me dîsa li wir daxwaza xwe anî ziman. Heta ku tecrîd rabe em ê bê westan û bênavber lêgerîna çareseriyê bidomînin."