'Em ê têkoşîna li dijî tecrîdê bidomînin'

  • 09:05 9 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Nazlican Nûjîn Yildiz
 
ÎZMÎR - Fatma Surme 2 xizmên wê girtî ne, têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî axivî û got: "Mifteya çareseriyê di destê Abdullah Ocalan de ye û em ê her li dijî têcrîdê têkoşîna xwe bidomîn." 
 
Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ku bi komployeke navneteweyî anîn Tirkiyeyê û li Îmraliyê 40 meh in tu agahî nayê. Wezareta Dadê ya ku îdia dike ev ne tecrîd e, guh nade daxwazên Gelê Kurd û girtiyên siyasî. Xizmên girtiyan li ber girtîgehan çalakiya "Deng bide azadiyê" di çarçoveya kampanyaya giştî ya li Ewropayê bi dirûşma "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" didomînin. 
 
2 xizmên Fatma Sûrme girtî ne. Fatma derbarê rewşa girtîgehan û tecrîdê de ji jansa me JINNEWS'ê re axivîn. 
 
Tecrîd, zext û zim...
 
Fatmayê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û bi bîr xist ku ji ber vê yekê girtiyên li girtîgehan jî li dijî tecrîdê dest bi çalakiyê kirbûn û got: "Girtiyan piştî greva birçibûnê çalakiya xwe veguherandin pêkneanîna hevdîtin, telefon û deneketina li danişînan bû. Ev yek ji bo malbatên girtiyan rewşeke gelekî dijwar e. Ji ber vê yekê me biryara çalakiyê da. Em li ber girtîgehan, dengê xwe bilind dikin, bang dikin. Lê dewleta Tirk bersivê nade dengê me. Li ser hemû girtiyan tecrîd, zext û zilm heye."
 
Fatma, di axaftina xwe de bal kişand sre rewşa girtiyên nexweş: "Girtiyên nexweş di hucreya yek kesî de ne û nayên dermankirin. Divê girtiyên nexweş bên berdan. Kesên 70-80 salî di girtîgehê de ne. Sedema vê yekê çi ye? Mirovahî winda dibe. Niha em in, em nikarin nasnameya xwe înkar bikin. Em Kurd in, em nikarin xwe winda bikin. Kesên ku dibêjin ‘Ez kurd im’ an jî behsa mirovahî û mafan bike tên girtin."  
 
'Mafê Gelê Kurd tê binpêkirin'
 
Fatmayê bi gotina "Li Tirkiyeyê edalet tune" destnîşan kir ku Gelê Kurd bi salan e daxwaza aştî û wekheviyê dike û wiha bi lêv kir: "Gelê Kurd rastî gelek neheqiyan hatiye Divê êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Divê tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin. Bila parêzerên xwe bibîne û bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Îradeya Gelê Kurd e. Yên rêya ku Abdullah Ocalan nîşan da dizanin û fêm dikin li kêleka wî ne. Ne tenê kurd, ji hemû neteweyan jî li pişt birêz Ocalan in. Rastî û hebûna mirovahiyê derxist holê. Heta cîhan hebe ev têkoşîn bi dawî nabe. Divê dewlet vê bizane. Banga min ji rayedarên dewletê re jî heye, bangek min jî ji dewletên cîhanê re heye. Mafên kurdan tên binpêkirin. Divê rûnin û ji kurdan bipirsin ka derdê wan çi ye."
 
'Bila êdî xwîn nerije'
 
Fatmayê diyar kir ku divê rayedar, bi nûnerên Gelê Kurd re li ser maseyê rûnên û daxwazên wan bibihîzin û wiha dirêjî da axaftina xwe: got: “Mifte di destê Abdullah Ocalan de ye. Bila êdî xwîn nerije. Bila bipirsin û bibêjin derdê we çi ye. Em vê dixwazin. Bila dewletên cîhanê binerin, xwîna Kurdan di destê wan de jî heye. Ger ji me bipirsin ka em çi dixwazin, em ê pirsgirêka xwe ji wan re bibêjin. Lê ew jixwe dizanin pirsgirêka me çi ye. Mirovan dikujin, malên wan xera dikin, malên wan dişewitînin. Jinan dikujin. Lê dewlet tiştekî nake. Mînak Denîz Poyraz hat qetilkirin. Bi awayekî bêguneh û bê sedem hat qetilkirin. Berpirsiyarê vê yekê li ku ye?"
 
Fatmayê daxwazên xwe wiha rêz kirin: "Em tiştekî ji dewletê naxwazin. Pêdiviya me bi kesî nîne, em xwe diparêzin û bi keda xwe têdikoşin. Hemû kurd jî wisa ne. Gelê Kurd bi xîret e. Nanê xwe ji kevir derdixe. Ji ber ku Gelê Kurd têkoşer e. Em li dijî tecrîdê têdikoşin, em dikevin girtîgehan, lê kes dengê me nabihîse. Ev qas xwîn hatiye rijandin, ma ne bes e? Xwîna Kurdan û Tirkan jî tê rijandin. Bila êdî ev şer raweste, êdî bes e!” 
 
'Ne şerma wan û ne jî hurmeta wan heye'
 
Fatma, destnîşan kir ku li girtîgehan rewşa girtiyan diyar e û wiha axivî: "Li odeyên girtiyan lêgerîn hatiye kirin û eşyayên wan hatine belavkirin û ev şermeke mezin e. Kesên li pêşberî we jî mirov in. Tu wan dixî navbera çar dîwaran, baş e, lê ew jî mirov in, çima eşyayên wan belav dikin û xera dikin? Ev jî îşkence ye. Tiştên ku dewleta Tirk anîne serê me, dawiya wan nîne. Mirovatiya wan tune, şerm û hurmeta wan tune. Di jiyana xwe ya 65 salî de min tu carî tiştekî baş ji vê dewletê nedît û fêm nekir."
 
Fatmayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Pêdiviya me bi mirovahiyê heye. Bila zarokên me bi tenê bihêlin. Divê dawî li tecrîda li girtîgehan bînin. Bila ev xwîn bisekine, êdî bes e. Em xwînrijandinê naxwazin, aştî û wekheviyê dixwazin. Em ji vê dewletê hêviya mirovahiyê dikin."