Ji Colemêrgê re ma 10 kîlometre

  • 14:02 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" di roja 9’emîn ango roja dawî de berdewam dike. 10 kîlometre ma ku meşvan bigihîjin navenda Colemêrgê. Di daxuyaniya hat dayîn de banga têkoşîna li dijî qeyûm hat kirin. 
 
Meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" a ku Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li dijî tayînkirina qeyûmê ser Şaredariya Colemêrgê daye destpêkirin, di roja 9’emîn ango roja dawî de berdewam dike. Ma 10 kîlometre ku meşvan xwe bigihînin navenda Colemêrgê. Hevseroka 
 
Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak, pêkhateyên DEM Partiyê, hevşaredar û encumen di nav de nêzî 500 kesî ber bi navenda bajêr ve meşa xwe didomînin. Meşvan serê sibehê ji tesîsa bêhnvedanê ya li Depînê dest bi meşê kirin û li qeraxê Çemê Zê berê xwe dan Colemêrgê. Li vir daxuyaniyek hat dayîn. 
 
 
Hevberdevkê HDK’ê yê Stenbolê Alî Bal axivî û destnîşan kir ku ev meş wan meşa li dijî polîtîka û zîhniyeta desthilatdariyê û qeyûmên wan e. 
 
Parlamentera DEM Partiyê Burcugul Çubuk jî daxuyanî da û li dijî tayînkirina qeyûm banga têkoşîna hevpar kir û got çi dibe bila bibe ew ê li dijî desteserkirina îradeya gel û polîtîkaya qeyûman berxwedana xwe bidomînin. 
 
Piştî daxuyaniyê meşvan derketin rê û meşa xwe domandin. Tê payîn meşvan saet di 16.00’an de bigihîjin navenda Colemêrgê û daxuyaniyek çapemeniyê ya girseyî li dar bixin.