Roja dawî ya meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin'

  • 12:37 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
COLEMÊRG - Kesên di meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" de cih digirin, ber bi navenda Colemêrgê ve dimeşin, dê îro li navenda bajêr daxuyaniyeke girseyî li dar bixin. 
 
Meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" ku di 3’yê hezîranê de li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de hatiye destpêkirin di roja 9’emîn de ye. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak di nav de bi sedan meşvan bi şev li Depînê man. Meşvanan di saetên serê sibê de piştî ku taştê xwarin ji bo roja dawî amadekariyên xwe xelas kirin. 
 
 
Komeke qelebalix ku girtî Nûrettîn Çelîk ê piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan di nav de serdana meşvanên ku li Depînê rawestiyan e, kirin. Meşvanên li ber stranan govend gerandin, dê ber bi nîvro ve ber bi navenda Colemêrgê bimeşin. Meşvan dê piştî 10 kîlometreyan bigihin navenda bajêr. Tê payîn ku li vir dê daxuyanî bên dayîn.