Bi erbaneya xwe bû dengê meşê

  • 10:15 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Çalakvana por sor Esra Demîr a ku bi erbaneya xwe beşdarî meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin’ a li dijî qeyûm tayînî Colemergê bû got: "Erbane ji bo min amûra jinê ye. Ji bo moral û coş bidim girseyê ez bi erbane beşdar bûm. Min rêhevalên bedew kom kirine. Divê em li her qadê dengê xwe li dijî qeyûman bilind bikin."
 
Li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), di 3’yê hezîranê de qeyûm hatibû tayînkirin. Li dijî tayînkirina qeyûm gelek çalakî li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin lidarxistin. Yek jî wan çalakiyan meşa "Ji îradeyê re rêzgirtin" e. Meşa ku ji bajarên Tirkiyeyê dest pê kir li Wanê kom bûn û berê xwe dan Colemêrgê. 
 
Reng, deng, bawerî û netew, ziman çend cuda bin jî di rêwitiyê de hemû bûn yek. Yek ji wan Esra Demîr bi porê xwe yê sor û erbane tevlî meşê bû. Ji destpêke heta kêliya dawî jî bi erbaneya xwe ji meşvanan re bû moral. 
 
'Rêwitiyeke pir bi nirx bû'
 
Esra ku ji Mêrsînê bi dildarî beşdarî meşê bû, bi stran, stranên gelêrî, merş û dirûşmeyên ku meşvanan di rê de gotin bi dengê erbane ve meşiyan. Esra têkiliya xwe ya bi erbane re bi gotina "Erbane qîrîna jinê ye" bi kurtasî tîne ziman. Esra got, “Ez bi dildarî tevlî meşê bûm ku em hebûna xwe nîşan bidin. Me di meşê de bi mamê xwe yê 83 salî û xwendekarekî dibistana seretayî re gelek tişt parve kir. Em bûn rêheval. Dema hewce bû me pariyek nan û av da hev. Ji bo min ev rêwitî pir bi nirx bû."
 
'Destkêftiyên jinan tê desteserkirin'
 
Bi gotina "Ev nayê qebûlkirin" bertek nîşan da û destnîşan kir ku mafê gel ê hilbijartinê û bijartinê ku mafê herî demokratîk ê gel e ji dest hatiye girtin. Esra, anî ziman ku li dijî desteserkirina şaredariyên ku bi ferqeke mezin bi dest xistine yên herî zêde dengê xwe bilind dikin divê jin bin û wiha got: "Ji ber ku dema qeyûm li şaredariyên me tên tayînkirin, pêşî destkeftiyên jinan tên desteserdikin. Mafê me yê herî demokratîk bi tayînkirina qeyûman tê 'terorkirin'. Em vê nêzîkatiyê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe li her qadê bidomînin."
 
'Em ne azad in'
 
Esra got, “Ez li Mêrsînê dijîm, sedema ku ez îro li vir im protestokirina qeyûmê ku li Colemêrgê hatiye tayînkirin e, qeyûm tayînkirî ne tenê li Colemêrgê hatiye tayînkirin, ev qeyûm bi rastî pirsgirêka welat e. Pêwîst e her kes biaxive. Em bi rengekî cuda yê qeyûmê ku tayînê Şaredariya Colemêrgê hatiye kirin bi rêbazek din li Mêrsînê tê pratîzekirin. Kesek ji me di qadên jiyanê de ne azad e. Ziman û nasnameya me qedexe ye."