Sedema tevlîbûna meşê tecrîd û girtîgeh e

  • 09:57 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Dîlan Babat 
 
WAN - Yek ji beşdarên  meşa 'Ji îradeyê re rêzgirtin’ Mîhrîban Ekîncî jî diyar kir ku sedema ku wê ber bi Kurdistanê ve kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên nexweş ên li girtîgehan e.
 
Di 3’yê hezîranê de qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû û li dijî vê Meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ hatibû destpêkirin û didome. Ji roja ewil a meşê ve meşvanên ku yê herî biçûk 12 salî û yê herî mezin jî 83 salî ye, tevî hewaya germ ji bo îradeya xwe diyar bikin bi israr meşiyan. 
 
Her meşvanek ji bo beşdarbûna meşê sedemên taybet hene. Kesên ku bi hezaran sedemên weke tecrîd, zindan, desteserkirina îradeya xwe, tunehesibandina Gelê Kurd... Gelek caran dirûşmeyên tecrîdê qîriyan û dest ji daxwaza rawestandina bêhiqûqiya li ser Gelê Kurd bernedan.
 
Yek ji meşvanan meta girtiya bi nexweşiya giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê ye Mîhrîban Ekîncî ye.
 
Mihrîban a ji Çewlîgê ye zarokatiya xwe li Çewlikê derbas kir. Piştî qedandina dibistanê dibe karmend. Koçberiya bi darê zorê ji ber kuştinên kiryar nediyar, sirgûn û pevçûnên ku di sala 1993’yan de dest pê kir. Mihrîban, anî ziman ku di sala 1993'yan de sirgûnî Çankiri Ovacikê hat kirin û wiha got: “Ji wir ez sirgûnî Antalyayê bûm. Ez 30 sal li Antalyayê mam. Dema em çûn vê sirgûnê em weke malbat gelek êş kişandin. 6 meh in min xaniyek nedît. Ji ber ku ji min re digotin tu kurd î, min ji ber navê zarokên xwe gelek zehmetî kişandin. Ez demeke dirêj li Antalyayê wisa jiyam."
 
'Ez nikarim bêhelwest bimînim' 
 
Mihrîbanê diyar kir ku piştî koçkirina Antalyayê bandora pergalê ya hember li zarokên xwe dîtiye û wiha got: “Ez dixebitim, lê hevjîna min nexebitî, ji ber vê yekê ez neçar bûm 6 mehan li mala xwişka xwe bimînim. Piştî 6 mehan me karî xaniyek peyda bikin. Piştî ku li Antalyayê teqawît bûm, min dest bi mezinkirina zarokan kir û min xwest ku bi tevahî xwe bi siyasetê ve girê bidim. Min bi DBP'a navçeya Konyaaltiyê dest bi siyasetê kir. Ez ne kesek ji jiyanê qut bûm, em bi tiştên ku malbata me ji me re digotin mezin bûn. Me wek malbat gelek êş kişand. Ez kêfxweş im ku ez di vê partiyê de me. Min du dewran li Çewlîgê hevserokatiya HDP'ê kir û ji ber pirsgirêkên jin û zarokan hebûn min serî li HDP'ê da. Bi taybetî tiryak û çete zêde ne. Rewşeke ku dewletê li ser Kurdistanê ferz kiriye. Min nikarîbû ez bêhelwest bimînim. Min tu carî dev ji vê têkoşînê, parastina neviyên xwe, siberoj û vîna xwe berneda."
 
'Ji bo tecrîd û rewşa girtîgehan dimeşim' 
 
Mihrîban wiha pê de çû: “Ya ku ez kişandim çiyayên Kurdistanê, ber bi vê meşê ve dibe ku qeyûm be, lê belê tecrîd û şert û mercên girtîgehê ye. Îro li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş hene, 10 roj berê me hevalekî xwe winda kir. Biraziya min Ozge Ozbek jî di roja sêyemîn a emeliyatê de hat girtin. Tevî ku nexweşxaneyê radigihîne 'nikare li girtîgehê bimîne' jî ji ATK'ê bersiveke erênî nehat dayîn. Hevsengiya xwe winda dike, nexweşiya epîlepsiyê dikişîne û di mejiyê wî de şeş tumor hene. Guhê xwe yê çepê winda kir. Dibe ku çavê xwe jî winda bike. Girtiyên nexweş ên li hemû girtîgehên Kurdistanê di bin şert û mercên giran de dijîn, hevalên me yên ku cezayê wan bi dawî bû jî ji girtîgehê derneketin û cezayê tecrîdê li Rêbertiyê hat dayîn. Ji bo vê ez li vir im. Ger ez bixwazim di pêşerojê de tiştekî hêja ji neviyê xwe re bihêlim, ez dizanim ku divê ez şer bikim, ne tenê li malê rûnim. Tevî ku ez 64 salî me jî, ew çirûsk dê her tim di hundirê me de be."