'Em femînîst dixwazin xeta hevpar a têkoşînê bihûnin'

  • 09:02 8 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Endama Koma Jinan a Femînîst Eftelya Koyucu şaredariya Geverê ziyaret kir û got: “Li dijî siyaseta qeyûm em wek femînîst dixwazin bi têkoşîna jinên Kurd re xeta têkoşîna hevpar bihûnin.”
 
Koma Jinan a Femînîst ji bo hevdîtinan bikin hatin Kurdistanê û hefteya borî çû serdana şaredariyên Amed û Êlihê. Jinên femînîst ku li dijî polîtîkayên qeyûm bi gelê Kurdistanê re çalakiyên piştevaniyê didomîne, di vê çarçoveyê de çû serdana şaredariya Geverê û hevşaredara Colemêrgê Viyan Tekçe û endamên meclîsa şaredariyê. Femînîstan di serdanê de piştevaniya xwe anîn ziman. 
 
Li ser navê Koma Jinan a femînîst Eftelya Koyuncu ku li Gever û Colemêrgê serdan pêk anîn axivî.
 
Îradeya gelê Kurd nehat nasîn
 
Eftelyayê da zanîn ku wek jinên femînîst çûne serdana şaredariyan û got di hevdîtinên bi şaredariyan re kirine de gotin divê tevgera jinên Kurd û tevgera femînîst têkoşînek hevpar bihûnin. Eftelyayê wiha dirêjî dayê: “Li Kurdistanê em ji qeyûman xilas bûn û em xwedî li şaredariyên xwe derketin. Me dîsa bi îradeya xwe şaredariyên xwe qezenc kirin. Ligel vê qeyûmên çawa şaredarî girtin êrîşê destkeftiyên jinan kirin. Niha ev desthilatdarî ji bo tola hilbijartinên herêmî bigire dîsa qeyûman tayîn dike û îradeya gelê Kurd nas nake. Bi qeyûmê ku tayînê şaredariya Colemêrgê hatiye kirin em vê dibînin.”
 
‘Em dixwazin xeta hevpar a têkoşînê bihûnin’
 
Eftelyayê her wiha destnîşan kir ku wek jinên femînîst li dijî polîtîkayên qeyûm, dixwazin bi tevgera jinên Kurd re xeta têkoşîna hevpar bihûnin û wiha pê de çû: “Siyaseta qeyûm êrîşê destkeftiyên jinan dikin. Dema qeyûm hatin me dîtin ku çawa êrîşê mafê jinan kirin. Bi taybet komele, stargeh û tedbîrên li hemberî tundiya li ser jinê ji bo me pir girîng in. Lê qeyûm êrîşê mafê jinan dikin. Em femînîst dixwazin bi jinên Kurd re xeta têkoşîna hevpar ava bikin.”
 
‘Jin jiyan azadî hîmê me ye’
 
Eftelyayê balkişand ser pergala hevserokatiyê jî û anî ziman ku hevserokî destkeftiya têkoşîna bi salan a jinên Kurd e û ev tişt bi lêv kir: “Siyaseta ku li jinan hatibû qedexekirin, di pergala hevserokatiyê de jin bi awayekî wekhev ketin hilbijartinê. Ji ber vê jî di tevgereke ku tevlibûna jinan a siyasetê evqas zêde ye, desthilatdariyan nerehet dike. Ev pergal li hember jinên Kurd êrîşan pêk tîne. Li dijî vê jinan di  hevserokatiyê de israr kirin û me ev piştî hilbijartinan ev li hemû bajaran bi dirûşmeya ‘jin jiyan azadî’ dît.”
 
‘Em ê xwedî li îradeya Colemêrgê derkevin’
 
Eftelyayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ê bi jinan re têkoşînê mezin bikin. Hemû gelê Kurd û heta komên sosyalîst xwedî li îradeya gelê Kurd derdikevin. Meşa rêzgirtina ji îradeyê re bi rojane didome. Em ê li dijî faşîzmê xwedî li îradeya Coelmêrgê derkevin.”