Meş di roja 8'an de ye: Divê bi Abdullah Ocalan re diyalog bê destpêkirin

  • 11:30 7 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN- “Meşa rêzgirtina ji îradeyê re” di roja xwe ya 8’emîn de berdewam dike. Di daxuyaniya li Erzinkê ya Geliyê Zapê de hat destnîşankirin ku çavkaniya hemû pirsgirêkan tecrîd e û divê demildest bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re diyalog bê kirin.
 
"Meşa rêzgirtina ji îradeyê re" ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) de di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 8'emîn de berdewam dike. Serê sibê piştî taştê daxuyaniya çapemeniyê hat dayîn. Di daxuyaniyê de dirûşma "Colemêrg ya me ye" hat berzkirin.
 
'Divê bi Birêz Ocalan re diyalog bê kirin'
 
Di daxuyaniyê de ku Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir jî di nav de cih girt, Parlamenterê DEM Partiyê yê Wanê Mahmut Dîndar axivî û got, "Zêdetirî hefteyekê ye em li dijî îradeya desteserkirî ya gelê xwe li ser rêyan in. Nerazîbûnên li dijî îradeya desteserkirî ya gelê me li seranserê Kurdistan û Tirkiyeyê didomin. Heta ku ev desteserkirina îradeyê bi dawî nebe û qeyûm venekişin dê ev çalakî berdewam bikin. Em dizanin ku ev hemû pirsgirêk ji tecrîdê derdikevin. Ji bo ev pirsgirêk bi dawî bibin divê tecrîd bi dawî bibe û bi Birêz Ocalan re li ser maseyê rûnên û dest bi diyalogê bikin. Ji bilî vê ti çareserî nîne. Ji ber vê yekê em bang li hemû gelê Colemêrgê dikin ku xwedî li vîna xwe derkevin û meşvanan pêşwazî bikin.”
 
Meş bi muzîkê dewam dike
 
Piştî daxuyaniya çapemeniyê meşvanan li geliyê Zapê li gel muzîkê meşa xwe berdewam kirin. Di meşê de dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" hat berzkirin. Meşvanan piştî meşa 5 kîlometreyî bêhna xwe vedan. 
 
Tê payîn ku meşvan di nava rojê de bigihêjin Bêlatê û piştre bigihin Depînê û şeva dawî li vir derbas bikin.