Ji bo meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ bang

  • 09:03 7 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Rabîa Onver
 
COLEMÊRG - Jinên Colemêrgê ji bo meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ ya li dijî xespkirina îradeyê hatibû destpêkirin û wê di 8’ê Tîrmehê de li Colemêrgê be, bang kirin û gotin: “Qeyûm polîtîkayeke şer û asîmîlasyonê ya ji bo tunekirin çand, ziman, terza jiyana Gelê Kurd e. Li dijî va polîtîkayan em hemû kesî roja duşemê vexwendiyê meşa li Colemêrgê dikin.”
 
Di 3’ê hezîranê de qeyûm tayînê şaredariya Colemêrgê ya di destê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) bû û li dijî vê ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ hatibû destpêkirin û didome. Meş wê roja duşemê bigihêje Colemêrgê. Ji bo vê li Colemêrgê xebat bê navber tên meşandin û ji bo pêşwazîkrina meşvanan di 8’ê Tîrmehê de li nêzî Depînê belavok hatin belavkirin, gel hat vexwendîkirin.
 
Jinên siyasetmedar ên Colemêrgê ji bo meşa ‘Ji îradeyê re rêzgirtin’ banga tevlibûnê li gelê Colemêrgê kir û gotin heta ku qeyûm neçin wê têkoşînê bidomînin. 
 
‘Em ê bersiva pêwist bidin’
 
Cigira hevşaredarê Colemêrgê Hatîce Uçer daxuyakirin ku polîtîkayên qeyûm zirarê dide hemû gelên Kurdsitan û Tirkiyeyê û wiha pê de çû: “Li dijî qeyûman meşa ku yekitiya gel nîşan dide û ji her çar alî Tiriye û Kurdistanê hat destpêkirin. Bi rojane em îfade dikin ku em qeyûman red dikin û li dijî vê di berxwedanê de ne. Di 30’ê Hezîranê de li Stenbolê meşê destpê kir û wê di 8’ê Tîrmehê de li Colemêrgê bin. Ji bo pêşwazîkirina meşvanan xebatên me didomin. Wê rojê wê bersiva qeyûman bê dayîn. Bi rojane meşvan dimeşin û em jê jî heman coşê wan li Colemêrgê pêşwazî bikin.”
 
‘Her çalakiya em dikin li dijî rejîma qeyûme’
 
Endama Meclîsa Şaredariya Colemêrgê ya DEM Partiyê Evîn Tan jî destnîşan kir ku ew qeyûmê tayînê şaredariyê bûye qebûl nakin û li dijî polîtîkayên qeyûm wê berxwe bidin. Evînê wiha bi lêv kir: “Mafê hilbijartinê hatiye xespkirin. Em vê qebûl nakin. Em tayînkirina qeyûman, xespkirina mafê gelan rast nabînin. Vê pêvajoyê de xebat û çalakiyên em dikin li dijî rejima qeyûm in. Divê em xwedî li mafên xwe derkevin. Em rejîma qeyûm qebûl nakin. Divê em vê li her derê bêjin. Em niha tax bi tax mal bi mal digerin û em gel vexwendî dikin. Divê her kes wê rojê li mewkiya Depînê be.”
 
‘Em her kesî vexwendî dikin’
 
Hevseroka DEM Partiyê ya Colemêrgê Humeyra Armut jî wiha anî ziman: “Polîtîkayên qeyûm wek şexs dîtin en raste. Qeyûmên tên tayînkirina polîtîkayek siyasî ye. Îradeya îelê Kurd tê xespkirin û polîtîkaya şerê taybet û asîmîlasyonê ya tunekirina çand, ziman, terza jiyana gelê Kurde. Sê deme qeyûm tên tayînkirin. Em bandora vê li hemû bajar dibînin. Ev pêngaveke li dijî neqebûlkirina îradeya Gelê Kurd e. Em hemû gelê xwe roja 8’ê Tîrmehê de dipên Depînê û em ê ji wir heta navenda bajar bimeşin.”