MKG û DFG: Em ê nivîsandina rastiyê bidomînin

  • 17:33 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
NAVENDA NÛÇEYAN - Bi pêşengiya MKG û DFG, li Amed û Stenbolê der barê cezayê girtîgehê yê  li 8 rojnamegeran hatiye birîn daxuyanî hatin dayîn. Di daxuyaniya li Amedê de wiha hat gotin: "Em ê heqîqetê her tim bidim bihistin. Em ê bi hev re têbikoşin.”
 
 Bi pêşengiya Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG)  der barê cezayê li 8 rojnamegeran ku bi îdiaya ‘endamtiya rêxistinê’ her yekê 6 sal û 3 meh ceza hatiye birîn li Amed û Stenbolê daxuyanî dan û protesto kirin.
 
Amed
 
MKG û DFG’ê  der barê cezayê girtîgehê yê li 8 rojanemgeran ku nav de nûçeyên JINNEWS û MA’yê jî hebûn her yekê 6 sal û 3 meh ceza hatibû birîn daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankara ‘çapemeniya azad nikare bê bêdengkirin’ û ‘ji rojnamegeran re azadî’ hat vekirin de, nûnerê Sendîka Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) yê Amedê Mahmut Oral û gelek rojnameger tevli bûn. Kurdiya metna daxuyaniyê Roza Metîna û ya Tirkî jî hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu xwend.
 
‘Xebatên pîşeyî hatin krîmînalîzekirin’
 
Roza Metînda da zanîn ku zext, binçavkirin û destdirêjiya darazê ya li hember rojnamegeran didome û wiha got: "Destdirêjiya daraz, binçavkirin û zextê ya li dijî rojnamegeran dewam dike. Bi taybet îktidar dixwaza rojnamegerên kurd bi rêya darazê dorpêç bike û nehêle ku bixebitin. Bi operasyonên ev du sal in bi awayekî sîstematîk tên kirin polîs bi ser mal û saziyên xebatkarên çapemeniya azad de digirin. Dest dixin ser ekîpmanên wan û rojnameger tên binçavkirin, girtin. Ji 8'ê Hezîrana 2022'yan heta niha herî kêm 34 rojnameger ji ber faliyetên xwe yên pîşeyî hatin binçavkirin û girtin. Rojnameger bi awayekî neheq bi mehan di nava çar dîwaran de hatin girtin. Faliyetên pîşeyî yên rojnamegeran ji ser buxtanên şahidên eşkere/veşartî û bi hinceta nûçeyên çêkirine hatin krîmînalîzekirin.
 
Ceza li pîşeyê hat birîn
 
Rozayê balkişand ser cezayên li hevpîşeyên wan hatine birîn û wiha dirêjî dayê: “Wekî dewamiya vê yekê cezayên giran ji bo rojnamegerên li Enqereyê dihatin darizandin, hatin birîn. Ji ber faliyetên wan ên pîşeyî ceza li wan hat birîn. Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere di 29'ê Cotmeha 2022'yan de Nûçegîhanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Diren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Ceylan Şahinli, Zemo Aggoz û Deniz Nazlim her wiha nûçegîhanên JINNEWS'ê Habibe Eren û Oznur Deger û stajyerê MA'yê yê berê Mehmet Gunhan hatin girtin û ji 6 mehan zêdetir girtî man. Rûniştina biryarê ya dozê ya derbarê rojnamegeran de hatibû vekirin, hat lidarxistin.
 
Di doza li 4'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat dîtin de 6 sal û 3 meh ceza li Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrullah Acar, Zemo Aggoz, Deniz Nazlim û Oznur Deger hat birîn û rojnamegerên din hatin beratkirin.”
 
‘Em ê heqîqetê binivîsin’
 
Rozayê daxuyakirin ku desthilatdariyêcareke dinê nîşan da ku bi destên darazê dixwaze rojnamegeran bêdeng bike û ev tişt bi lêv kir: “Dixwazin rojnamegerên kurd nikaribin karê xwe bikin. Bi nîşandana hinceta şahidên sixte û ji ber nûçeyên rojnamegeran çêkirine nikare doz bê vekirin û pênaseya "endamtiya rêxistinê" nikare bê kirin. Biryarên vê dozê peyama, ger rojnameger mijarên mîna halê neçareseriya meseleya kurd û tecrîdê bînin rojevê wê bên cezakirin, dide. Îktidar bi destên darazê ji me re û ji hemû rojnamegeran re dibêje: "Nûçeyên derbarê meseleya kurd, tecrîd, têkoşîna jinan û nûçeyên têkildarî qadên demokrastiyê çênekên." Em ê jî wekî rojnamegerên li ser vê axê tiştên em dibînin em ê binivîsin, em ê vê heqîqetê ji cîhanê re ragihînin. Îktidar dibêje:"Nûçeyên gundiyên ku ji helîkopterê hatin avêtin û îşkence li wan hatin kirin, nûçeyên Komkujiya Roboskiyê, nûçeyên karesata agir a bi destê DEDAŞ'ê pêk hat û nûçeyên derbarê Mûsa Orhan ê tecawizî Îpek Er kir çênekên." Îktidar naxwaze rojnameger îşkenceyên li girtîgehan bibînin, binivîsin û bidin bihîstin.”
 
‘Em li dijî biryarê şûnde gavê navêjin’
 
Piştre Dîcle Muftuoglu mafê axaftinê girt û wiha got: “Bi cezayên li Enqereyê li 8 rojnamegeran hat birîn dixwazin ser heqîqetê bigirin. Em jî li vir careke dinê diqêrin û dibêjin rojnamegerî nikare bê darizandin. Ji 30 salî zêdetir e me wekî rojnamegerên kurd li dijî bombekirin, qetilkirin û girtinê tu carî dev ji nivîsandina rastiyê bernedan. Em ê wekî rojnamegerên kurd li dijî vê biryarê jî gavê paşde neavêjin. Em ê di nava her şert û mercî de nivîsandina rastiyê bidomînin. Em bang hemû rêxistinên pîşeyî û rojnamegeran dikin ku li dijî biryarên darazê yên rojnamegeriyê krîmînalîze dikin, bisekinin. Em bi hev re rûmeta rojnamegeriyê biparêzin, em bi hev re têbikoşin."
 
Piştî daxuyaniyê  nûnerê TGS’ê yê Amedê Mahmut Oral  û rojnameger Hakki Boltan axaftin kirin û gotin ev cezayên wisa wê pêşî li xebatên rojnamegeriyê negirin.
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.
 
Stenbol
 
Li Stenbolê jî bi tevlibûna MKG, DFG, DÎSK Basin-Îş, TGS û Komeleya Xebatkarên Çapemenî û Hiqûqê (MLSA) der barê cezayê li 8 rojnamegeran hatiye birîn li Qada Şîşhane ya Beyoglu daxuyanî hat dayîn. Di daxuyaniya bi dirûşmeya ‘em rojnamegeriyê diparêzin’ de, pankarta ‘em rojnamegeriyê diparêzin hat vekirin. Parêzvanên maf, rojnameger û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Metna çapemeniyê endama MLSA’yê Semra Pelek xwend.
 
‘Dadgeh ne navendên nûçeyane’
 
Semrayê da zanîn ku zextên ku bûne sîstematîk bûne rewşa normal a vî welatî û got: “Nûçeyên rojnamegeran çêkirine kirine hinceta girtin.ê. Bi îfadeyên şahidên veşarî, xebatên rojnamegeriyê tên krîmînalîzekirin û di çarçoveya ‘endamtiya rêxistinê’ de hatine nîşan dan.  Em vê destnîşan dikin ku; mijarên nûçeyan, çi dibin nûçe çi nabin, çawa tê çêkirin, sernav û dîmen çawa bin, dadgeh diyar nakin. Ev rêgezên pîşeyîne.  Dadger ne gerînendeyên weşanê ne; dadgeh ne navendên nûçeyane.”
 
Semrayê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyê re û mijara nûçeyê girtine çarçoveya ‘sûcê rêxistinê’. Demek dirêje li ser rojnamegeran zext hene. Hevpîşeyên me ji ber xebatên rojnamegeriyê hatine cezakirin, welatê me veguheriye girtîgeha rojnamegeran. Divê demildest hevalên me bên berdan. Divê ceza bên xerakirin û rojnameger bi awayekî azad xebatên xwe bimeşînin. Em endamên ‘rêxistina rojnamegeriyê ne’. Tu zext nikarin bi me şûnde gavê bidin avêtin.”
 
‘Divê em têkoşîna ku piştevaniyê dibezîne bidin ber xwe’
 
Nûçegîhana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yutsever jî wiha axivî: “Der barê 12 rojnamegerî de 2010 rupel îdianame hat amadekirin û di îdianameyê de tenê nûçe û parvekirinên çapemeniya civakî hene.Ger îro em ji ber nûçeyên xwe tên dariznadin, ev nîşan dide ku wê pêvajoya pêş ya Tirkiyeyê çawa ye. Dixwazin Tirkiyeyê berbi pêvajoya tarî ve bibin. Dixwazin pêşî li mafê girtin anûçeyan bigirin. Em xebatkarên çapemeniya azad van cezayannas nakin. Ev ceza wê bi me şûnde gavê nedin avêtin. Emê di her şertî de mafê girtina nûçeyan biparêzin. Em ê di riya ku Apê Musa, Gurbetellî û Metîn Goktepeyan vekiriye de bimeşin.”
 
Daxuyanî bi dirûşmeyan bidawî bû.