Xizmên Windayan: Em kujeran nas dikin

  • 11:03 6 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
AMED - Li Amed û Êlihê li aqûbeta siyasetmedar Vedat Aydin, li Colemêrgê Feysel Aslan û li Îzmîrê jî li aqûbeta Îkram Mihyaz hat pirsîn. Banga darizandineke adilane hat kirin.
 
Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Xizmên Windayan li Amed, Colemêrg, Êlih û Îzmîrê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar xistin û li aqûbeta siyasetmedar Vedat Aydin û Feysel Aslan pirsîn û banga darizandineke edilane kirin. 
 
Amed 
 
Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li hev civiyan. Xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan wêneyên windayan hildan destê xwe. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên Serokê Partiya Kedê ya Gel (HEP) ê Amedê Vedat Aydin ku di 5’ê tîrmeha 1991’an de ji mala xwe hate binçavkirin û cenazeyê wî di nav sînorê navçeya Maden a Xarpêtê hate dîtin, hatin pirsîn. 
 
Hevşaredarê Sûrê Adnan Orhan ê ji Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), malbata Vedat Aydin û gelek kes beşdarî çalakiya îro bûn. Serokê Şaxa ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz, qala çîroka qetilkirina Vedat Aydin kir. Ercan, anî ziman ku tevî ku 33 sal derbasûne jî aqlê dewletê nehatiye guhertin, siyasetmedarên kurd, parazvanên mafên mirovan û rojnamevan ji ber afirandina çareseriyê tên cezakirin. 
  
Pişt re hevjîna Vedat Aydin, Şukran Aydin mafê axaftinê wergirt û di kesayeta Vedat Aydin de kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. Şukran a roja ku Vedat Aydin hate qetilkirin vegot, wiha bi lêv kir: “Min bi xwe Vedat radestî Midûriyeta Polîsan a Amedê kir. Tenê gotin ‘îfadeya wî heye’. Dewletê biryara kuştina Vedat da, ne 4 polîsan. Biryara hate dayîn ji jor hate dayîn. Haya Serokwezîr, Serokkomar, Serfermandarê Giştî hemûyan pê hebû. Ferman ji wan deran hat û polîsan jî ji bo bikujin ew birin. Ji bo me faîl winda nebûn, li vir in. Em dizanin ka faîl kî ne. Em ê heta dawiya temenê xwe doza windakiriyên xwe bidomînin. Em dizanin ku faîl kî ne. Em ê heta dawiya jiyana xwe doza windakiriyên xwe bimeşînin. Me gelek êş kişandin, kesên ev êş bi me dane kişandin jî bila bikêşin. Ez ji roja ewil ve gotinên xwe dubare dikim; biryara hemû kiryarên nediyar ji jor hatin dayîn û ji jêr hatin pêk anîn.”
  
Birayê Vedat Aydin, Veysî Aydin ê pişt re axivî jî, anî ziman ku tevî 33 sal derbas bûn jî ronînekirina vê cinayeta siyasî biryara dewletê ye û wiha got: “Me serî li dadgehê da, me got ‘kujer ev in’. Lê îfadeyên wan jî nehatin wergirtin.” Aydin diyar kir ku bi Vedat Aydin re hate xwestin ku peyamekê bidin û wiha domand: “Ji ber vê  yekê ev doz dozeke polîtîk e. Faîlên vê dozê dewlet jî em jî dizanin. Ji ber vê yekê em dibêjin, cînayetên ku faîlên wan diyar. Ev jî bi pirsgirêka kurd re eleqedar e. Heta ku pirsgirêka kurd çareser nebe, cînayet dê veşartî bimînin. Em careke din dibêjin, ev qas xwîn, evqas winda, evqas berdel bes in. Em kujeran nas dikin, dadgeh bi dawî jî bibin, dema wê borî jî be ji bo faîl diyar in. Keda kesên jiyana xwe ji dest dane dê têkoşîna me ronî bike.”
 
Piştî axaftinan endama Lijneya Rêveberiya Şaxa ÎHD’a Amedê çîroka qetilkirina Vedat Aydin xwendin.
 
Êlih 
 
Li Êlihê jî ÎHD û malbatên windakiriyan di hefteya 640’emîn a çalakiya xwe de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê hatin bahev. Di çalakiya ku pankarta “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” hate vekirin de, malbatên windakiriyan, parazvanên mafên mirovan, endamên Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) ya Êlihê, DEM Partî, rêveberên Rêxistina DBP’ê ya Êlihê beşdarî çalakiyê bûn. Rêveberê Şaxa ÎHD’a Êlihê Huseyîn Elçî yê di çalakiyê de axivî, diyar kir ku heta encamê bigirin dê pirsîna aqûbeta windakiriyan bidomînin û banga edaletê kir. 
 
Di çalakiya vê hefteyê de çîroka Serokê HEP’ê yê Amedê Vedat Aydin hate xwendin. Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.
 
Colemêrg
 
Şaxa ÎHD'ê ya Colemêrgê û xizmên windayan li Kolana Sanat a navçeya Geverê hatin cem hev. Xizmên windayan, Dayikên Aştiyê, rêveberên DEM Partî û DBP'ê yên Geverê û gelek kes beşdarî çalakiyê bûn. 
 
Di çalakiya "Bila winda bên dîtin, kiryar bên darizandin" û "Winda li ku ne?" pankart û wêneyên kesên ku ji aliyê kesên nediyar ve hatin qetilkirin û windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya hefteya 130'î de li aqûbeta Feysel Aslan hat pirsîn. Daxuyaniya vê heftê ji hêla Rojda Aslan ve hat xwendin.
 
Rojda, anî ziman ku Feysel Aslan di sala 1994'an de piştî hat qetilkirin îşkence li cenazeya wî hat kirin û got: "Feysel Aslan û xizmê xwe Fevzî Tekîn danê êvarê ji bo komkirina daran ber bi gundê Alyava ve çûn. Feysel Aslan û Fevzî Tekîn ên ku bi kamyona Îsuzuyê ketin gund, piştre pê hesiyan ku gund hatiye dorpêçkirin. Dema ku ber bi quntara girê gund diçû, bi çekên lûle dirêj ber bi wesayîtê ve gulebaran kirin. Feysel Aslan li cihê bûyerê bi guleyên ku li gelek cihên laşê wî ketin jiyana xwe ji dest da. Feyzî Tekîn bi giranî birîndar bû. Şahidan diyar kirin ku piştî gulebaranê leşkeran berê xwe dane qemyonetê, pê li bedena Feysel Aslan kirine û bi qûnçên çekan îşkence li wî kirine."
 
Rojda, da zanîn ku ambulansa ku bang lê hatiye kirin destûr nedane ku bikeve gund û piştî ku tê texmînkirin Fevzî Tekîn jiyana xwe ji dest daye, ekîbên hiqûqê destûr dane ku ambulans bikeve hundir û wiha bi lêv kir: “Piştre malbata Feysel Aslan serî li Serdozgeriya Komarê ya Geverê da. Lêpirsîna ku ji bo dozgeriyê hatibû vekirin bi hinceta ku hewcedarî bi dozgeriyê nîne hat girtin. Di doza ku kesek hat qetilkirin û yek jî bi giranî birîndar bû yek personelên hêzên ewlehiyê nehatin darizandin."
 
Rojda, anî ziman ku tevî hemû nerazîbûnan jî dosya hat girtin û wiha axivî: “Ji bilî van bûyeran, Feyzî Tekîn beriya ku tedawiya wî ya nexweşxaneyê biqede, hat girtin û şandin Girtîgeha Amedê. Di doza Feysel Aslan de ku feraseta hiqûqê hatiye tinekirin û feraseta edaletê bi erdê re hatiye kaşkirin, em rasterast li hemberî diyardeya bêcezakirinê ne. Heya ku em nebînin ku hemû berpirsyarên qetilkirina Feysel Aslan li ber sîstemeke dadwerî ya adil û wekhev neyên darizandin û cezayên pêwîst negirin em ê dev jê bernedin."
 
Îzmîr 
 
Şaxa ÎHD’a Îzmîrê jî li pêşiya Sumerbank a berê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta “Faîl diyar in, winda li ku derê ne? hate vekirin û dovîzên ji wêneyên windayan hatine çêkirin, hatin hilgirtin. Nûnerên rêxistinên sivîl û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de faîlên Îkram Mihyaz ê di 5’ê tîrmeha 1994’an de hatiye revandin û windakirin hatin pirsîn. Kurdiya daxuyaniyê ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îzmîrê Zîlan Gumuş, tirkiya wê jî hevserokê şaxê Alî Aydin xwend. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku bila doz ji demboriyê re nemîne, darizandin ji nû ve were kirin û wiha hat gotin: “Em dizanin ku hemû binpêkirinên mafan ên hevrûbûn nehatine kirin, di salên piştre bi zêdebûnê ve derdikevin pêşberî me û em dibêjin ku di sûcên li dijî mirovahiyê hatine kirin de domborî nabe. Bila faîl bêceza nemînin