Ji bo Hîlal Kar a hat qetilkirin daxuyanî

  • 12:57 5 Tîrmeh 2024
  • Rojane
AMED - Tora li Dijî Tundiyê ya Amedê di daxuyaniya xwe ya çapemeniyê de xwest kiryarê ku Hîlal Kar qetil kiriye Mehmet Demîrhan bê dîtin û da zanîn ku daraz di qetlîamên jinan de çavkaniya wêrekiyê ye.
 
Tora Têkoşîna li Dijî Tundiyê ya Amedê, li dijî nedîtina kiryar Mehmet Demîrhan ê ku di 23'ê Hezîranê de li navçeya Rezan a Amedê Hîlal Kar a 33 salî qetil kir, li ber Edliyeya Amedê daxuyanî da. Endamên Tora li Dijî Tundiyê û xwişkên Hîlalê  Ebrû û Rabîa Kar beşdarî daxuyaniyê bûn. Li ser navê pêkhateyan, endama Desteya Rêveber a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Amedê parêzer Berfîn Elçî daxuyaniya ku tê de pankart wêneyên Hîlal hatin hilgiritn xwend.
 
'Em ê ji bo jinan bibin qada xwespartinê'
 
Parlamentera DEM'ê ya Amedê Ceylan Akça Cupolo ya destpêkê  axivî, diyar kir ku her çend kamerayên MOBESE'yê li her derê hebin jî kiryarê Hilal nehat dîtin. Ceylan got, “Em di asteke wisa de ne ku şîdet veguheriye şewbê û li cîhanê beşav bûye . Hingî em dibêjin jin ji aliyê kesên herî nêzîxwe ve tên qtilkirin mû bi izmanê me  ve hat. Hîlal li orta kuçeyê ji aliyê mêrê herî nêzî xwe ve hat qetilkirin û ev mêr 2 hefte ne tevî zaroka Hîlal a 5 salî winda ye. Li vî bajarê ku ji aliyê MOBESE û hêzên dewletê ve hatiye dorpêçkirin, dewlet dibêje ku nikare kiryar bibîne û zarokê 5 salî di bin çavdêriya kujer de hiştiye. “Em vê zîhniyetê şermezar û red dikin.
 
'Wî Hîlalê plankirî kuşt'
 
Piştre Berfîn metna çapemeniyê xwend. Berfîn a ku der barê pêvajoya qetilkirina Hîlal de agahî da, her wiha anî ziman ku dosyaya sûcdar a sûc heye. Berfîn got, “Kiryar Mehmet Demîrhan, bi çek hat cihê bûyerê û bi awayekî plankirî û bi zanebûn Hîlal Kar qetil kir. Piştî vê bûyerê heta niha tu agahî ji zarokê Hîlalê yê 5 salî Argêş jî nîne. Tevî ku malbatê ji bo dîtina Argeş serî li Şaxa Zarokan da jî bi hinceta 'Em ê bi şaxa cînayetê re bên hemberî hev'  ti gav nehatine avêtin. Her wiha hat zanîn ku Mehmet Demirhan jî xwediyê dosyeya sûc û bikaranîna tiryakê ye. Li gorî van hemûyan, ji ber ku ev 13 roj in kiryar nehatiye girtin û zaroka 5 salî nayê dîtin, nîşan dide ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin. Fikara me zêde bûye ku rewşa fizîkî û derûnî ya zarokê xeternak be."
 
'Daraz cesaretê dide sûcdaran'
 
Berfînê destnîşan kir ku ev bûyer berhema zîhniyeteke ku vîna jinan ji nedîtî ve tê û tehemûl nake ku li ser jiyana xwe biryarê bidin û got “Eşkere ye ku pêvajoyên darizandinê yên bi dewletê reku qanûna bi hejmara 6284’an bi bandor pêk neanî û bi awayekî yekalî ji Peymana Stenbolê vekişiya, di encamê de bêcezabûn derket û daraza ku bêcezakirin weke prensîb qebûl kir, berpirsyariya xwe bi cih neanî û vê yekê cesaret da sûcdaran."
 
'Divê jin xwedî li jiyana xwe derkevin'
 
Berfînê destnîşan kir ku tundiya li ser jinê xirapbûna civakê bi xwe re tîne û wiha dewam kir: “Divê jin xwe îfade bikin û jiyana xwe bi xwe birêve bibin. Avakirina civakek ku her jin tê de bi ewle bijî û rastî tundiyê neyê, berpirsyariya me ya hevpar e. Di vê çarçoveyê de têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê ne tenê jinan divê ji bo hemû beşên civakê berpirsyariya hevpar be.  Hem rêzikên qanûnî hem jî kampanyayên hişyariya civakî ji bo pêşîgirtina li tundiy li ser jinê girîng in. Rola medyayê jî di vê xalê de krîtîk e; Divê zimanê ku tundiyê rewa dike bi kar neyne.”
 
'Divê pêvajoyeke adîlane bê meşandin'
 
Berfînê destnîşan kir ku divê demildest êrîşkar bê girtin û got, “Em bi bîr tînin ku ji bo pêşî li polîtîkayên bêcezakirinê bê girtin, divê lêpirsînek bi lez û bez bê kirin, sûcdar tavilê bê girtin, zarok li gorî berjewendiyên zarokan bê parastin û pêvajoyek adîlanê bê destpêkirin. Em ji bo Hilal Kar rehma xwedê dixwazin û ji malbata wê re sersaxiyê dixwazin."
 
'Dewlet nikare kujer bibîne'
 
Piştî daxuyaniyê xuşka Hîlalê Ebru Kar diyar kir ku ji ber kiryar nayên cezakirin bûyerên bi vî rengî zêde dibin û xwest ku kiryar bê girtin û bi cezayê herî giran bê cezakirin.
 
Xuşkxa Hîlalê ya din jî ku mafê axaftinê girt Rabîa Kar jî got ku Hîlalê bi pilankirî hatiye qetilkirin û anî ziman ku jiyana wan jî di xeteê de ye ji ber ku kiryar hîna li derve ye.