Meş di roja şeşan de ye: Dê qeyûm biçin

  • 12:01 5 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - Meşa "Ji îradeyê re rêzgiritn" a li dijî qeyûman hat destpêkirin, gihişt sînorên Elbakê. Di meşê de Nûda Karker jî li warê xwe hat bibîranîn. Jinan diyar kirin ku têkoşîna jinên Kurd bi têkoşîna Nûda Karker û hevalên wê li her qadê belav bûye. 
 
"Meşa ji îradeyê re rêzgirtin" ku li dijî tayînkirina qeyûm li Şaredariya Colemêrgê ya di bin rêveberiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê de ya Gelan (DEM Partî)  di 3'ê Hezîranê de hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 6'an de berdewam dike. 350 kesên ku di nav wan de parlementer, hevşaredar û nûnerên saziyên sivîl jî hebûn şeva xwe li Tesîsên Bêhnvedanê yên Rojhilat ên li navçeya Payîzava ya Wanê derbas kirin. Piştî taştêya sibehê saet di 07:00 de hat xwarin, li ser navê meşvanan daxuyanî hat dayîn. 
 
'Têkoşîna azadiyê wê bi ser bikeve' 
 
Parlamenterê berê yê HDP’ê Mûrat Çepnî li vir axivî û got, “Em li vir bi sedan kes in, lê dilê bi mîlyonan mirovan bi me re ye. Em li vir in ku daxwazên bi milyonan ên li dijî qeyûman û faşîzmê bînin ziman. Em berdevkê têkoşîneke mezin in. Desteserkirina qeyûman ji bo tinekirina vîna gelê me hate pêşxistin. Ne mimkûn e ku gelê rêxistinbûyî têk biçe. Li vir em bang li kesên ku bi vê desteserkirina li dijî îradeya gelê me hatiye pêşxistin, dixwazin bijîn dikin; "Polîtîkaya qeyûman wê têk biçe, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd wê bi ser bikeve."
 
Nûda Karker hat bîranîn 
 
Piştre jî meşvan bi dirûşmeyan derketin rê û tevî hewaya germ 5 kîlometre meşiyan. Meşvan derbasî sînorên navçeya Elbak a Wanê bûn û li wê di pêşengiya TJA’yê de endama YJA STAR’ê Nûda Karker (Nazan Bayram) jî li warê xwe hat bibîranîn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê dirûşmên "Şehîd Namirin" hatin berzkirin. Parlamentera Dêrsimê Ayten Kordu li vir axivî û got, “Têkoşîna me jinan têkoşîneke demdirêj e. Têkoşîna azadiyê ya bi salan e. Li van xakan bi pêşengiya jinan têkoşînek derket holê û li hemû qadên demokratîk belav bû. Felsefeya 'Jin, jiyan, azadî' ya ku di têkoşîna azadiya jinê de li hemû qadan belav bû weke nirxên me gav bi gav bi pêş ket. Îro bi saya van hevalên me têkoşîna azadiya jinê li Tirkiye, Kurdistan û hemû cîhanê belav bûye." 
 
'Em ê destkeftiyên xwe biparêzin'
 
Aytenê, bal kişand ku serhildana "Jin, jiyan, azadî" li hemû qadan belav bûye û got, "Van jinan weke dînemîkên pêşengên civakî rola xwe bi cih anîn. Em di vê têkoşînê de bi pêş ve diçin.  Jinan di van hemû qadan de îrade pêş xist. Têkoşîna azadiya jinê di hemû qadên jiyana me de azadî û bawerî anî. Têkoşîna azadiya jinê li ser axa me tê wateya tiştên mezin. Em dizanin ku têkoşîna azadiya jinê li van qadan derketiye holê û bi jinên ku di têkoşîna azadiyê ya Tirkiye û Kurdistanê de cih girtine bi pêş ketiye. Weke jin em ê rêxistinbûna xwe hîn berfirehtir bikin. Îro li dijî qad û destkeftiyên jinan êrîşên giran tên kirin. Desthilatdariya AKP û MHP’ê faşîzma xwe gihand asta herî jor. Weke kesên di têkoşîna azadiya jinê de cih digirin em ê heta dawiyê li ser rêya xwe û di meşa xwe de destkeftiyên xwe biparêzin."
 
Piştî daxuyaniyê meşvan 5 kîlometreyan meşiyan û gihîştin tesîsa Bêhnvedanê ya Ov. Piştî bêhnvedan û nabera xwearinê dê meşvan ber bi elbakê ve bi rê kevin."