Meşa Rêzgirtina li Îradeyê roja yekemîn temam kir

  • 21:33 3 Tîrmeh 2024
  • Rojane
WAN - Meşa Rêzgirtina li Îradeyê ya 6 rojan ya ji bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê berbi Colemêrgê ve hat destpêkirin, roja yekemîn piştî meşa 15 kîlometreyî li Payîzava temam kir.
 
Ji aliyê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEMPartî) li dijî tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê Starta “Meşa Rêzgirtina li Îradeyê” ya dê 6 rojan bidome li Wanê da. Yên ji Marmara û Egeyê, ji Enqere, Edene, Êlih, Amed, Mûş, Elezîz, Bedlîsê hatin Wanê,. Girse li vir derbasî meşê bûn û çûn Parka Musa Anter. Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, parlamenter, hevşaredar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û bi sedan kes tevli daxuyaniyek dan. Meş piştî daxuyaniyê ji navenda Wanê berbi Payîzava derketin rê. Meşvan seransrê rê bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û bi dirûşmeyan meşiyan Pira Kurubaş. Di meşê de bê navber dirûmeyên ‘colemêrg ya me ye’ hat berzkirin.
 
Meşvan piştî meşa 15 kîlometreyî  ketin navçeya Payîzava. Meşvan bi coşek mezin hatin pêşwazîkirin û derbasî Parka Norduz bûn. Li wir govend hat grandin û di konên ku hatine avakirin de wê şev li vir bê derbaskirin.
 
Bernameya sibê
 
Meşvan wê sibê saetên sibehê de berbi Xoşebê derkevin rê.