Dayikên Aştiyê li pêşiya AYM’ê tecrîdê protesto dikin

  • 15:45 2 Tîrmeh 2024
  • Rojane
 
ENQERE - Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê li pêşiya AYM’ê tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan protesto dikin. 
 
Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê ku ji bajarên cuda yên Kurdistan û Tirkiyeyê hatin Enqereyê, ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, li pêşiya Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) daxuyaniyê didin. 
 
Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û parlamenter jî tev li daxuyaniyê bûn. 
 
Berfirehiya nûçeyê tê...