'Zîlan bû mînaka şoreşa azadiya jinan'

  • 09:15 1 Tîrmeh 2024
  • Rojane
Mîdye Miqted
 
HELEB - Bi sedan welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê ji bo bîranîna pakrewan a Zîlan daketin qadan jinan di meşê de da zanîn ku li ser rêça pakrewan Zîlan îro bi hezaran Zîlan hene û soza bilind kirina têkoşînê li pey doza pakrewan Zîlan nû kirin.
 
Di bin dirûşma "Bi rihê fedayî ya şehîdên hizêranê em ê azadiya fîzîkî ya rêber Apo misoger bikin" li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ya bajarê Helebê bi meşek ku ji aliyê Kongra Star ve hat organîz kirin  Zeynep Kinaci (Zîlan) hat bi bîr anîn. 
 
Jinên ku tevlî meşê bûn ji ajansa me JINNEWS'ê re axivîn.
 
'Li ser şopa Zîlan dimeşîn' 
 
Endama Meclisa Malbetên Şehîdan a bajarê Helebê Remziya Îbrahîm Salih derbarê bi bîr anînê de wiha axivî: "Navê Zîlan ji bo me xwedî bi nirx e, ji ber ku pakrewan Zîlan bi cesaretek pir mezin ku ji fikir û felsefeya rêberê Abdullah Ocalan girtibû û xwe di nava dijminan de teqand, bersiv da dijminan. Îro jî bi seda Zîlan li ser şopa wê dimeşin û tola wê radikin. Abdullah Ocalan da tevahî jinan pakrewan Zîlan jî li ser wê hêzê temam kir ji ber ku pakrewan Zîlan çalakiya xwe ya fedayî ku pêk anî ji Rêber Apo cesarete girt. Em carek din ji nû ve soza bilind kirina têkoşîna li ser riya pakrewan Zîlan nûjen dikin ku em ê dest ji şopdariya xeta pakrewana bernedin heya ku em azadiya fîzîkî ya rêberê xwe misoger dikin."
 
'Zîlan bû mînaka şoreşa azadiya tevahî jinan'
 
Hevseroka taxa Pakrewan Gelhat, Nehle Mistefa jî wiha bal kişand ser têkoşîna Zîlanê: "Îro bi meşekê em pakrewan Zîlan bi bîr tînin. Zîlan ciwanek bû lê karîbû bi hêrs û cesareta xwe teqînek mezin di hundir dile dijmin da çêkiriba. Bi fedayiya xwe bû mînaka şoreşa azadiya tevahî jinan. Navê xwe di dîroka azadiya jin de nivîsand. Îro jî li ser şopa wê bi hezaran Zîlan hene. Em jî bi avakirina rêxistina xwe me tola Zîlan rakir û îro li hemberî zihniyeta baviksalar em têdikoşîn. Rêbertî têkoşîn ji bo azadiya jinê kir. Rêberê me Abdullah Ocalan li ser esasê têkoşîna azadiya jinan ked û têkoşîn kir. Em îro berxwedana şervanên azadiya Kurdistanê silav dikin û tevahî pakrewanên xwe bi bîr tînin."