Li Qoserê li dijî qeyûm meş

  • 21:11 30 Hezîran 2024
  • Rojane
MÊRDÎN - Li Qoserê di meşa ku li dijî qeyûm pêk hat de balkişandin ser texrîbatên qeyûm û tecrîdê.
 
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiyên Herêmên Demokratîk (DBP) û Partiya Wekehvî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Mêrdînê, li navçeya Qoser a Mêrdînê li dijî qeyûmê ku tayînê şaredariya Colemêrgê bûye meş pêk anî.
 
Rêxistinên DEM Partî û DBP’ê yên Mêdîn û navçeyên wê, hevşaredar, endamên meclîsê û gele kes tevli bûn. Meş ji şaredariya Qoserê heta Qada Ozgurluk pêk hat.  Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘jin jiyan azadî’, ‘bijî berxwedana Colemêrgê’ hatin berzkirin.
 
Balkişandin ser tecrîdê 
 
Hevserokê DEM Partî yê Mêrdînê Mehdî Tunç di daxuyaniya li Qada Ozgurlukê axivî û balkişand ser texrîbatên qeyûm. Mehdî balkişand ser girîngiya şaredariyên gel û wiha got: “Qeyûm ji bilî dizî û talanê tiştekî nakin. Di şewata li Şemrexê derketiye de ji bilî 7 şaredariyên DEM Partiyê wedetir şaredarên AKP’î nehatine û alîkarî nedane. Her wiha tecrîdek giran li ser Abdullah Ocalan heye. Divê demildest dawî li van polîtîkayan bê û deriyên Îmraliyê bên vekirin.”
 
Piştî daxuyaniyê çalakiya runiştinê ya 5 deqeyan pêk hat.