Çalakvanên nobedê: Bila tecrîd rabe

  • 09:02 30 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Jinên ku tevli nobeta li dijî qeyûm bûn, ji mîkrofonên me re axivî û diyar kirin ku ji bo tayînkirina qeyûman bi dawî bibe divê ewil tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û ji bo vê jî têkoşîn bê dayîn.
 
Tecrîda li ser Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan her diçe giran dibe û bandorek mezin li ser civakê dike. Yek ji vê binpêkirinên tecrîdê tayînkirina qeyûman e.  Di rojên borî de ji bo şaredariya Colemêrgê qeyûm hat tayînirin. Li dijî tayînkirina qeyûm ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve li Qada Şîşhane ya Beyoglu çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakgeran tîşortên bi nivîsa "Bicehme qeyûm" li xwe kirin û 20 roj li pey xwe hiştin. Jinên tevli nobetê bûn banga têkoşîna hevpar kirin.
 
Çareserî: Rakirina tecrîdê
 
Munnever Yildiz da zanîn ku ne tenê ji bo parastina DEM Partiyê ji bo deng bidin pirsgisrêka civakî ya tê jiyîn tevli nobetê bûye û got binpêkirinên mafan ewil ji ser Gelê Kurd tên pêkanîn û piştre li ser civakê belav dibe. Munneverê wiha got: “Ji ber vê divê her kes li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bikin. Ger ku ev tiştên tên jiyîn ji nedîtîve bê, wê sibê bê serê wan. Divê her kes peywira xwe bîne cih. Divê bêdeng nemînin. Azadiya Abdullah Ocalan çareseriya hemû pirsgirêkan e.”
 
‘Em ne qeyûm aştiyê dixwazin’
 
Katîbe Unger jî destnîşan kir ku têkoşîna wan wê roj bi roj mezin bibe û bigihêje serkeftinê. Katîbeyê di berdewamiyê de ev nirxandin kir: “Em ê îradeya xwe nedin dijmin. Ev sed sale em di bin zextan de ne. Gelo wê heta ku derê bidome? Êdî bes e. Pêkanîna qeyûm dijmirovahiye. Em ne qeyûm aştiyê dixwazin. Em dixwazin deriyên girtîgehan bên vekirin. Kurd vê hovîtiyê qebûl nakin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê teqez bi serkevin û ew ê jî winda bikin.”
 
‘Em bibin yek em ê mezin bibin’ 
 
Beyhan Artar jî  anî ziman ku heta qeyûm neçin wê çalakiya wan bidome û wiha dawî lê anî: “Dewletê hemû polîs şandin Kurdistanê lê dîsa jî bi ser neket. Şaredarê me bi komployê ji pewyirê girtin. Em jî wê li dijî vê dijhiqûqiyê berxwe bidin. Ger em bibin yek em ê biserkevin.”