Qala xwişka xwe ya di şewatê de jiyana xwe ji dest da, kir

  • 09:04 28 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Fadîle Demîr ku di karaseta şewatê de xwişka wê Talîha Demîr jiyana xwe ji dest da wiha got: “Cenazeyên xwe me bi derfetên xwe gîhand nexweşxaneyan. Piştî xizmên me ciwanên me mirin helîkopter hatin. Ger zû hatiba wê kes nemiribana.”
 
Di şeva 20’ê hezîranê de ji ber têlên ceyranê li gundên Xana Axpar a Amedê û Şemrex a Mêrdînê şewat derket. 10 kes li gundê Kelekê ya Şemrexê bi giştî 15 kesî di şewatê de jiyana xwe ji dest dan. Bi hezaran sewal telef bûn û 50 hezar zevî tune bûn. Bertekên li dijî berpirsên şewatê didome.
 
Yek ji kesên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest da Talîha Demîr bû. Talîhayê bi hevjînê xwe Fadil re ji bo zarokên xwe xilas bike xwe avêt nav agir.
 
Talîha Di 1’ê Çileyê 1945’an de li Kelekê tê dinê û şeva 20’ê hezîranê di şewata ku derket de bi hevjînê xwe Fadil re ji bo zarokên xwe xilas bike xwe avêtin nav agir û jiyana xwe ji dest dan. Li goristana gund Fadil û Talîha ligel hev hatin definkirin. Xwişka Talîhayê, Fadîle Demîr der barê bûyerê de axivî.
 
 
‘Ji bo zarokên xwe xilas bike can da’
 
Fadîleyê da zanîn xwişka wê ji bo zarokên xwe xilas bike can daye û wiha got: “Ew xwişka me ya biçûk bû. Mirovek jîr û gelek baş bû. Li pey xwe 7 zarok hişt. Dema şewat derdikeve ew razayî bû. Wê şevê ji zarokên xwe re dibêje ez westiyayime. Piştre saet di 21.00’an de şewat derdikeve. Keçên wê nehiştine dayika wan biçe lê ew li pey zarokên xwe çûye. Zarokên wê hewl dane şewatê bitemirînin û wê jî xwestiye zarokên xwe bide sekinadin. Zarok venagerin û ew jî bi hevjînê xwe re diçe. Erdên Talîhayê jî dişewitin. Tu tiştekî wan nema. Gundiyan mudaxale kiriye lê li her derê belav bûye. Zarokên wê Agît û Davut xwe davêjin nav erdê garis û xilas dibin. Lê xwişka min Talîha û hevjînê wê Fadil xilas nebûn.”
 
‘Jinek pir jîr bû’
 
Fadîleyê bi lêv kir ku xwişka wê jineke jîr bû wiha anî ziman: “Xwişka min jinek dihat hezkirin bû. Di temenê biçûk de zewicî. Pir xizanî dît. Piştre bi keda xwe li ser erdan xebitî û rewşa xwe ya aborî baş kir. Di şewatê de 600 donim erdê wê yê genim şewitî. Jinek jîr bû. Ji sibehê heta êvarê dixebitî. Her tişt diçand. Bi zarokên xwe re eleqeder dibû. Talîhayê hewl da hevjînê xwe Fadil ku dişewitî xilas bike. Lê ew jî şewitî. Dema rakirin nexweşxanê birîndar bû. Her tim av xwestiye.”
 
‘Helîkopter hebûna wê evqas kes nemiribana’
 
Fadîleyê di dawiya axaftina xwe de ev nirxandin kir: “Dewletê mudaxaleyê şewatê nekir. Şeva şewatê hewara me her der hejand. Me xwestin helîkopter bên. Lê nehatin. Me jî got ji her bajarî bila ambulans bên. Lê dibêjin rê tunebûye bên. Piştî agir temirî ambulans hatin. Me cenazeyên xwe birin nexweşxaneyan. Helîkopter sibehê hatin. Piştî ku her kes mir hatin. Me alîkarî xwest. Hewara me nebihîstin. Ger helîkopter bihata wê evqas ciwanên me nemiribana.”