Xizmên xwe ji agir xilas kirin: Helîkopter bihata wê kes nemira

  • 09:04 27 Hezîran 2024
  • Rojane
 
Oznur Deger
 
MÊRDÎN - Pero Demîr ku sê biraziyên wê di şeatê de mirin û du heb bi destê xwe bir wesayîtê wiha got: “Em di nav agir de dişewitîn cenderme hatine îfade girtine çûne. Îfadeya çi digirin? Cenderme riya gund girtibû rê nedida me.”
 
 Di şeva 20’ê hezîranê de ji ber têlên ceyranê li gundên Çinara Amedê û Şemrexa Mêrdînê şeawt derket.  10 kes li gundê Kelekê ya Şemrexê bi giştî 15 kesî di şewatê de jiyana xwe ji det dan. Li Kelekê şîna kesên jiyana xwe ji dest dane didome.
 
Pero Demîr a di şewatê de 3 xizmên wê jiyana xwe ji dest dan û cenazeyên wan bi derfetên xwe anîn xistin wesayîtan, şeva şewatê vegot.
 
Tiştên hatin jiyîn vegot
 
Pero da zanîn ku şeva şewatê li gundê cîran Dêrê bûne û di rê de telefon hatiye û agahî girtine. Pero wiha got: “Birayê min di şewatê de mabû. Dayika zarokên birayê min ligel min bû. Got kurê wê li wir e.  Em hema li wesayîtê siwar bûn û me seranserê rê li korneyê xist ku hemû kes derkevin derve. Zarokê biçûk ligel me bû. Me li Kelekê danî malekê. Agir gihiştibû Tobiniyê. Yekî got şewat temiriye yekî jî got didome.  Em gihiştin wir revînên agir bilind bibûn û jin û mêr her kes li dora agir bûn. Duman bilind dibû. Ba hebû. Şewat bi ser me de dihat. Me xwe avêt nav erdê pîvazan. Xizmê me Abdurrezak Demîr birîndar bibû. Şewitî bû. 8 zarokên wî hene. Hîna birîndare. Me bir cem motorê. Em dîsa ketin nav erd.”
 
'Ji bo xilaskirinê çûye lê di nav agirde maye'
 
Pero wiha dirêjî dayê: “Cenazeyên me li axa Tobiniyê bû. Ne li ser axa me bû. Yek ji van biraziyê min Nurî bû. Min bazda çûm cem wî. Nurî ji min av xwest. Got ‘ez difetisim, dimrim heqê xwe helal bikin’. Bîhna wî teng dibû. Min hewl da ku bîhna xwe bigire. Piştre gotin birayê Nurî, Mazhar jî di nav agir de ye. Çend roj şûnde wê nîşana Mazhar bihata kirin. Piştre gotin birayê te Hasan jî li wir e. Hasan jî min dît. Şîvan çûne ku xilas bikin. yên din jî bi wan re çûne. 12 kes li wir şewitîn. Ev êşek mezine."
 
‘Ambulans hebûna wê nemiribana’ 
 
Pero axaftina xwe wiha bidawî kir: “Min kurê birayê xwe ji agir derxist. Got metê canê min neêşîne. Me birîndar birin wsayîtê çemê Reşan. Me xistin nav avê. Ambullans bi saetan şûnde hat cihê cenazeyan. Me xwest em biçin cem cenazeyan. Lê nehiştin. Dihatin gund tansiyon dipîvan. Ne serum ne tiştekî din hebû. Cenazeyên me dan ser hev û bi sê wesayîtan birin nexweşxanê. 10 goristanên me jî ligel hev hatin kolan. Hemû xizmên hev bûn. Hinek bira bûn hinek pismam bûn. Erdogan ka balafirên we? Cendermeyan hemû rê girtibûn, rê venedikirin. Ger ambulans li wir bûna wê kes nemiribana. Dema me ew ji agir derxistin diaxivîn. Hişê wan li serê wan bû. Resul û Şeyhmus 17 salî bûn. Her du ligel hev hatin definkirin. Çermê wan hîna di wesayîta ku  birin de ye. Em ê êdî li wan wesayîtan siwar nebin.Bêyî helîkopter wê şewat çawa bê temirandin. Agir li 5 gundan belav bû. Kes nehat hewara me.”