Ji bo mîtînga Stenbolê bang: Em ê ji qeyûman re dibêjin na

  • 09:03 27 Hezîran 2024
  • Rojane
 
 
Rozerîn Gultekîn
 
STENBOL - Di 29’ê Hezîranê de li dijî qeyûman wê li Qada Kartalê mîtîng pêk bê. Jinan ji bo mîtîngê bang kirin û diyar kirin ku bi yekitiya hêzê re dikare dawî li polîtîkayên qeyûm bên anîn û banga tevlibûna mîtîngê li hemû kesî kirin ku dengê xwe bilind bikin.
 
Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê di 29’ê Hezîranê de der barê tayînkirina qeyûm a ji bo şaredariya Colemêrgê wê li Qada Kartalê bi dirûşmeya "Em ji bo ked û azadiya xwe rê nadin qeyûman" wê mîtîngekê pêk bîne. Ji mîtîngê re demek kurt ma û jinên nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl ji bo mîtîngê bang kirin.
 
Hevseroka Giştî ya Komeleya Demokratîk a Elewiyan (DAD) Kadriye Dogan da zanîn ku qeyûmê tayînê şaredariya Colemêrgê bûye, êrişeke li hember hemû kesên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşe ye û wiha pê de çû: “Ev qeyûm tayînê jiyana civakê hatiye kirin. Qeyûm tê wateya tunekirina îradeyê, nenaskirina hebûna civakê. Ne pêkane em vê qebûl bikin. Ew çiqas bêjin hûn tune ne em ê berxwe bidin û bisrekevin. Ji Stenbolê heta Colemêrgê hêz û yekitiyek heye û ji qeyûman re dibêjin na. Em dixwazin Viyan Tekçe wek şaredara Colemêrgê bibînin. Li Viyanê neheqiyek mezin tê kirin.”
 
Ji bo mîtîngê bang
 
Kadriyeyê daxuyakirin ku wê li dijî polîtîkayên tecrîdê, êrişên li hember destkeftiya jinan li Qada Kartalê bin û bi awayekî xurt dengê xwe bilind bikin. Kadiyeyê wiha dawî lê anî: “Hedefa ewil a qeyûman ev e ku jinan ji rêveberî, pêvajoya avakirina jiyanê dur bixin. Ji ber vê jî divê bi taybet jin li dijî qeyûman berxwedêr bin. Qeyûm tenê tayînê şaredariyan nayêkirin, tayînê hemû jiyanê tê kirin. Tayînê baweriya Elewiyan, xwezayê tê kirin. Em ê li dijî vê li qada Kartalê dengê xwe bilind bikin. Bi taybet divê jinên elewî, civaka elewî li wê qadê bin.”
 
‘Divê li bajarên rojava deng bê bilindkirin’
 
Hevseroka DEM Partî ya Kadikoyê Serap Borucu jî wiha anî ziman: “Desthilatdariya AKP-MHP’ê, destkeftiya DEM Partiyê ya li Kurdistanê hezm nekir û dixwaze ji bo vê şaredariyan bigire dest. Ewil li Wanê destpêkirin û li Wanê berxwedanek cidî hat nîşandan û şaredarî ji qeyûman hat girtin. Li Colemêrgê jî gel li djî qeyûman berxwe dide. Em ê jî berxwe bidin. Li Şîşhaneyê her roj nobeta me heye. 29’ê Hezîranê de li Kartalê mîtînga me heye. Em hemû hêzên muxalîf vexwendiyê mîtîngê dikin. Divê deng pir xurt be ku cihê xwe bibîne.”
 
‘Em ê hêza xwe li Kartalê nîşan bidin’
 
Endama Lijneya Rêveberiya Partiya Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Fatma Înce jî destnîşankir ku hêzên muxalîf hatine gel hev û bi hêza hevpar wê mîtîngê pêk bînin. Fatmayê ev tişt bi lêv kir: “Ev sê deme polîtîkayên qeyûm pêk tên. Ev pêkanîneke li dijî têkoşîna jinan tê kirinê ye. Em ê li Qada Kartalê li dijî qeyûman dengê xwe bilind bikin. Em ê hêza xwe li Kartalê nîşan bidin.”
 
'Li dijî tunehesibandinê'
 
Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê Meryem Bars jî wiha anî ziman: “Qeyûm xespkirina îradeya gelan e. 29’ê Hezîranê de divê hemû jin û aliyên hestiyar deng bidin vê mîtîngê. Hem îradeya gel hem gel tune tê hesibandin. Divê em bersivê bidin vê. Em ê mafên wan biparêzin. Di dema wê de me deng bilind bikira wê ev pêk nehatibana.”