Şêniyên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de cejnê pêşwazî dikin

  • 11:58 15 Hezîran 2024
  • Rojane
 
HELEB - Şêniyên li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Leyla Mihemed a ku li di bin dorpêçê de cejnê pêşwazî dike got:"Ji ber sedema dorpêçê her tişt pir buha tên firotin. Em niha nikarin qurbanê jî bikirin. "
 
Şêniyên li Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê di bin dorpêçê de Cejna Qurbanê pêşwazî dikin. Ji ber Hukumeta Şamê Taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê kiriye binê dorpêçê û ketina pêdiviyên jiyanî asteng dike loma jî buhaya pêdiviyên jiyanî jî zêde dibe. Şêniya li taxê Leyla Mihemed bal kişand ser astengiyên ku pê rû bi rû dimînin. 
 
Her tişt pir buha tê firotin 
 
Leyla Mihemed ji ajansa me re derbarê astengiya heyî de axivî û got:"Cejna Qurbanê li ber deriya ne, em li nava bazar û sikakan digerin lê tiştek nayê kirîn. Ji ber ku pir buha tê firotin. Niha rewş pir hatiye guhertin. Ev jî ji ber sedema dorpêçkirina hikumeta Şamê ye. Ji ber asteng dike ku tiştek derbasî taxê bibin lewma bi pereyên pir buha tên firotan. Em niha nikarin qurbanê jî bikirin. "