Pirsgirêka hevpar a li bazara taxê: Her tişt biha ye

  • 09:04 14 Hezîran 2024
  • Rojane
 
WAN - Jinên bazara taxê ya li taxa Xaçortê hatiye avakirin peyamên wekî "Em nikarin kîloyek goşt bigirin", "Sedema krîzê AKP ye" û "Em 3-4 mehan carê goşt digirin" dan.
 
Butçeya ku desthilatdarî ji şer re vediqetîna krîza aborî ya heyî roj bi roj girantir dike. Fatureya krîzê li gel tê birîn û gel nikare nan bibin mala xwe. Jinên ji bo dan û standina hefteyî hatine bazarê, butçeya ku ji bo bazarê veqetandine jî 200 an jî 300 TL’yî derbas nake. Jin ji bo bihayê herî kêm bibînin tezgah bi tezgah digerin.
 
Li navçeya Xaçort a Rêya Armûşê,  li bazara li taxa Surmelî hatiye avakirin, jin der barê rewşê de ji ajansa me re axivîn.
 
‘Em nikarin kîloyek goşt bibin mala xwe’
 
Welatiyek ku nexwest navê xwe bide balkişand ser krîzê û got li Tirkiyeyê krîzek mezin heye û wiha pê de çû: “Em bibin yek û vê krîzê qebûl nekin. Hevjînê min teqawît e. 10 hezar mûçe digire.  Cejn nêz dibe. Em nikarin qurbanê bigirin. Em bigirin em ê mehekê çi bikin? Em nikarin kîloyek goşt bigirin, em ê çawa qurbanê bidin. Ji 20 malbatî yek a qurbanê didin ya nadin.”
 
‘Sedema vê krîzê AKP ye’
 
Gamzeyê da zanîn ku ji bo cejna qurbanê bi xizmên xwe re hevpar mîhekê serjê dikin û got: “Em vê qurbanê herî zêde li 5-6 malbatan belav dikin. Her tişt biha ye. Em dema ji mal derdikevin em çiqas pere bigirin jî têr nake. Em bi çend poşetan jî tên malê. Sedema vê krîzê AKP ye.”
 
Jina bi navê Ziynet Can jî daxuyakirin ku ji bo dan û standinê hatiye bazarê û got: “Em ji bo fêkî û sebze hatin. Lê her tişt biha ye. Min tenê 150 TL da du poşetan. Em nikarin tiştekî bigirin.”
 
Cimşîde Kahraman jî destnîşan kir ku malbata wan 6 serjimar e û wiha domand: “Hevjînê min di înşatê de dixebite. Zarokê min ê astengdar heye. Mûçeyê wî jî birîn. Ez ji bo sebze hatim bazarê. Lê her tişt biha ye. Em 3-4 mehan nikarin goşt bigirin. Ji ber biha ye û em nikarin bigirin.”
 
‘Ji bo du parçe tişt 200 lîra’
 
Ayten Paycu jî ji ajansa me re axivî û ev tişt bi lêv kir: “Ez ji bo sebz û fêkî hatim bazarê. Min du parçe tişt girt 200 TL çû. Ji meha Remezanê de me goşt negirtiye. Sedema vê krîzê Erdogan e. Bila xweda qebûl neke.”