'Dem dema me ye'

  • 13:04 30 Adar 2024
  • Rojane
 
ŞIRNEX - Leyla Zana li Gundikê Mele ji jinan re got:"Wekî em li mala xwe xwedî derdikevin em li sindoqan jî xwedî derkevin. Dem dema me ye."
 
Siyasetmedara kurd Leyla Zana û heyeta pê re piştî Roboskiyê çû Gundikê Mele yê Şirnexê. Li vir hevdîtina gel pêk anîn. Bi sedan kesî Leyla Zana û heyeta pê re bi çepik û lîrandinê pêşwazî kirin. 
 
Leylayê da zanîn ev keda jina ye û wiha got:"Heger em di navbera xwe de bibin yek em dikarin ji bo cîranê xwe jî aştiyê ava bikin. Em tiştên ji destên me tê dikin da ku zarokên me jî van tiştana nebînin. Ez bawer im ew ê ji sindoqan rengê we derkeve. "Wekî em li mala xwe xwedî derdikevin em li sindoqan jî xwedî derkevin. Em dengê xwe bidin xwe. Dem dema me ye."
 
Heyet piştre derbasî Cizîra Şirnexê bû.