Li Qersê banga bikaranîna dengan û xwedîderketina li sindoqan

  • 12:31 30 Adar 2024
  • Ramyarî
 
 
QERS - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, banga li welatiyên Qersê kir û got dengê xwe bi kar bînin xwedî li sindoqan derkevin. 
 
Hilbijartinên wê li Kurdistan û Tirkiyeyê bên lidarxistin hindik ma. Yek ji cihên ku bi kelecanî gel li hêviya encamên hilbijartinê ye Qers e û navçeyên wê ne. Di hilbijartinên sala 2019'an de HDP'ê şaredarî qezenc kiribû. Lê belê piştre ji aliyê Wezareta Navxweyî ve qeyûm hat tayinkirin. 
 
Ji bo di hilbijartinan de bi ser bikevin îktidara AKP-MHP'ê li gelek bajarên Kurdistanê leşker û polîs bi cih kiriye da ku di hilbijartinan de bi ser bikeve. Yek ji van bajaran Qers e. Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyigit, banga li welatiyên Qersê kir û got dengê xwe bi kar bînin xwedî li sindoqan derkevin. 
 
'Dixwazin gelê Qersê têxin binê hîpotekê'
 
Gulistanê da zanîn ew li her malên li Qersê geriyane û got wan li pirsgirêkên gel jî guhdar kirine. Ji hilbijartinan demeke kurt ma û Gulistanê derbarê hilbijartinan de wiha got:"Wekî tê zanîn îradeya vî bajarî di 2019'an de hat xespkirin. Niha jî tê xwestin ev îrade dîsa bê xespkirin. Bi hilbijêrên ji derve anîne dixwazin gelê Qersê têxin binê hîpotekê. Lê belê ez ji wijdanê gelê Qersê bawer im. 
 
'Em dengê xwe bi kar bînin û li sindoqan xwedî derkevin'
 
Gulistanê bi lêv kir ku divê her kes sibehê herin ser sindoqan û şolena demokrasiyê ava bikin û wiha got:"Em li dijî provakasyonên li derdora dibistanê û li ser sindoqan hişyar bin. Em rê nedin provakasyonan. Sibehê dema çûyina ser sindoqan e. Sibehê dema xwedîderketina li sindoqan e. Ez bang li herkesî dikim ku sibehê herin ser sindoqan û xwedî li dengê xwe derkevin."