'Berxwedana taxa Şêx Meqsûdê berxwedanek dîrokî bû'

  • 09:06 21 Sibat 2024
  • Rojane
 
Mîdye Miqted
 
HELEB - Emel Horo ya ku bûye şahîda berxwedana şerê li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û taxên Rojhilat di salvegera 8'an a êrîşên li ser taxê de wiha got:"Berxwedana taxa Şêx Meqsûdê berxwedanek dîrokî bû. Berxwedana ku hatiye destpêkirin bi yek dil û yek rihî bû. Pir caran em bê nan û av diman lê dîsa jî me dest bi dest berxwedana xwe domand. "
 
Ambargoya li ser taxên Şêx Meqsûs û Eşrefiyê yên Hukumeta Şamê dewam dikin. Ji ber vê yekê pêdiviyên jiyanî yên gel bi cih nayên. Gelek zarokên nexweş hene ku bê derman nikarin îdare bikin. Her wiha ji bo derbaskirina derman û sotemeniyê jî Hukumeta Şamê zehmetiyan derdixin pêş. Dema derbas dike jî ji bo vê yekê pereyekî zêde dixwaze. Niha li dijî vê ambargoyê gelê kurd têkoşîneke mezin dide. Berî ev tax ji aliyê şervanên kurdan û welatiyên li wir bên rizgarkirin jî têkoşîneke mezin hat dayin. Kesên bûne şahidê vê têkoşînê niha jî li dijî ambargoyê li berxwe didin. Yek ji vana Emel Horo ye. Emelê bal kişand ser têkoşîn û berxwedana rizgarkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê û dorpêça ku niha dewam dike. 
 
'Berxwedana taxa Şêx Meqsûdê berxwedanek dîrokî bû'
 
Emel Horo ya ku bûye şahîda şerê berxwedana Şêx Meqsûdê wiha got:"Berxwedana ku di taxa Şêx Meqsûdê de hat kirin berxwedanek dîrokî bû. Her wiha şer û salên herî giran di ser me re derbas bûn. Ev jî ji ber êrîşa 27 girûpên çeteyan a li ser taxek biçûk bû. Gel ji bo wê amadekariya xwe nekiribû lê tevî wê yekê jî gel li ser piya ma û dest ji wê dozê berneda. Ji ber digotin ev tax a kurdan e. Divê em taxa xwe ji dijminan re nehêlin. Berxwedana ku hatiye destpêkirin bi yek dil û yek rihî bû. Pir caran em bê nan û av diman lê dîsa jî me dest bi dest berxwedana xwe domand. Me bi destê xwe zarokên xwe ji bo cihê xwe di şer de bigirin bi rê dikir."
 
'Me di taxa xwe de berxwedana xwe didomand'
 
Emelê da zanîn tevî derfetên kêm jî wan tax diparastin û wiha pê de çû:" Di vê berxwedanê de wekî jin çi ji me hat xwestin me dikir. Di wê demê de rê li pêşiya me hatibûn girtin, li ser taxê dorpêçek tevî şer hebû. Birîndarên xwe me bi zehmetî derman dikir. Tevî xwarin û vexwarin kêm bû jî ji bo ku em şervanên xwe û gelê me yên çekhilgirtî di çeperan de bê xwarin nehêlin me xwarin çêdikir û ji wan re bi rê dikir. Ji ber ên ev xak diparastin ew bûn. Me jî digot çi ji me bê xwestin da ku em li milê hevalên xwe bin me dikir. Me hêz û moral ji hev digirt. Heta ku me şûşe ji malan kom dikir û bi zarokan re me av ji çeperên şer rê dikir û li ser esasê berxwedana Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di nava zindanê de tevî kêm kes di taxê de mabûn, me jî di taxa xwe de berxwedana xwe domand."
 
'Taxên Rojhilat bi saya şervanên YPG û YPJ'ê rizgar bûn'
 
Di axaftina xwe de Emelê bal kişand ser derîvekirina taxa Şêxmeqsûdê ya ji bo welatiyên li taxên Rojhilat û got:"Ji milê Taxên Rojhilat ên Helebê jî obîs û cere bi ser me de dihatin lê dîsa jî dema welatiyên wan taxan ketin astengiyê me deriyên xwe ji bo wan vekir. Tevî ku piraniya wan ji pêkhateya ereb bûn û gelek şervanên me di wan taxan de ji ber xiyanetê gihiştin asata şehadetê jî lê ji ber ku em îro bi demokrasiyê bang dikin me ew jî di nava xwe de hembêz kir. Dawiyê bi saya berxwedana şervanên me ew tax jî hat rizgarkirin. Taxên Rojhilat bi saya şervanên YPG û YPJ'ê rizgar bûn."
 
'Gelê kurd li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li berxwe da' 
 
Di dewamiya axaftina xwe de Emelê da zanîn ku welatiyên her du taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî bidawîbûna şer, dîsa jî ji ber dorpêça heyî li berxwe didin û wiha got:"Welatiyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê heta roja me ya îro di nava berxwedanê de ne. Ji ber ji destpêka şer û beriya wê jî hîna ambargo li ser van taxan berdewam e. Heta niha jî rejîma Şamê derbaskirina derman û sûtemeniyê ya taxan qedexe dike. Heta ku derbas dibe jî gelek astengî derdikevin. Êşa niha jî wek êşa di şer de ye. Ji ber her carê armanca dijminan ew e ku me tune û qir bikin. Lê dîsa jî ev tax bi tevahî pêkhateyên xwe li hember hemî cureyên şer li berxwe didin."
 
Rola jinan a di berxwedanê de 
 
Emelê li ser rêxistinbûyin û berxwedana jinan a di şerê taxê de wiha got:" Piştî şerê ku li taxê hat destpêkirin û bi dawî bû jinan carek din bi wê  berxwedanê xwe bi rêxistin kir. Saziyên xwe ava kirin. Gelek jinan xwe tevlî rêxistinê kirin. Ev yek jî dide xuyakirin ku kedek pir mezin hat dayîn û kesê ku xwedî li vê kedê derdikevin hene. Lewma niha em dibînin di tevahî saziyên di taxê de piranî jin dixebitin. Jinan cihê xwe di saziyan de girtin. Ji ber ku di hundir berxwedana Şêxmeqsûdê de ya herî zêde li ber xwe da û êş kişand jin bû. Bi vî awayî zêdetir me xwe nas kir û perwerde kir. Me got em ê çawa bi vê şoreşê re dewam bike. Loma jî me xwe perwerde kir û me xwe bi rêxistin kir."
 
'Ez bi karê ku min di nava şer de kir, serbilind im'
 
Derbarê kar û erka ku dayika bi navê Emel pê radibû, bi taybet di nava şer de wiha got:"Di dema şerê Şêxmeqsûdê de ez li mala xwe rûnediniştim, çi kar ji min dihat xwestin min dikir. Min xwarin ji hevalan re çêdikir, min şûşeyên avê mal bi mal, derî bi derî kom dikir û av ji bo hevalên di eniyên şer de bi rê dikir. Ji bo em pêşî li sûîqastan bigirin me perde di nava kolanan de dadiliqandin. Ez bi karê ku min di nava şer de dikir serbilind im. Ji ber min karê serkeftî kir. Wekî jinek kurd, mîna hemî welatiyên taxê li kêleka şervanan sekinîm."
 
'Me xwe gihand lûtkeya serkeftinê'
 
Di dawiya axaftina xwe de Emelê da zanîn heta dawiyê ew li gel şervanan bûn û wiha got:" Di nava şer de em di kêliyên pir bi êş re derbas bûn. Kêliya herî bi êş dema ku min bi çavên serê xwe dît ku çawa perçeyê ofîsê li ser sivîlan ket û wisa jiyana xwe ji dest dan. Min nikaribû tiştek bikira. Li ser wê min carek din soz da xwe ku divê ez berxwedana xwe ya bi gel re ji vê xurtir bikim da ku ev tax ji destên me neçe. Bi hemî hêz û moralê xwe em bi şervanên xwe re heta dawiyê man û me xwe gihand lûtkeya serkeftinê."