Li Wanê Nobeta Edaletê 78 roj in didome

  • 13:30 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
WAN - Nobeta Edaletê ya ku li Wanê hatî destpêkirin di roja 78’an de berdewam dike. Îro xebatkarên çapemeniya azad serdana çalakiyê kirin û gotin: "Têkoşîna dayikan têkoşîneke dîrokî ye.”
 
Li Wanê di çarçoveya kampanya "Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsigrêka kurd re çareseriya siyasî" di pêşengiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan (TUHAY -DER) de ji aliyê malbatên girtiyan ve Nobeda Edaletê hat destpêkirin. Nobeda ku li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hat destpêkirin di roja 78'an dewam dike. Rêxistina DEM Partî ya Ebexê, welatiyên taxa Seyrantepe ya Tûşbayê û xebatkarên çapemeniya azad piştevaniya çalakiyê kirin.
 
‘Têkoşî dayîkan têkoşîneke pîroz û dîrokî ye’
 
Di çalakiyê de endama Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MKG) û nûçegihana ajansa me JINNEWS'Ê Rojda Aydin axivî û anî ziman ku Çapemeniya Azad her gav şopdarên Nobeta Edaletê bibin û got: “Em Nobeta Edaletê ya dayikan pîroz dikin. Em jî wek Çapemeniya Azad nobeta ku malbatên girtiyan û Dayîkên Aştiyê dane destpêkirin, piştewaniya wê dikin. Em bi salan e şahidiya êş û têkoşîna dayikan dikin. Bi vê mebestê me xwest serdana çalakiya we bikin. Têkoşî dayikan têkoşîneke pîroz û dîrokî ye. Di girtîgehan de hevalên me yên rojnameger jî hene. Ji ber vê yeke em hêvî dikin ku daxwazên wan demildest bi cih bên. Em dixwazin hemû bighijîn azadiya xwe.”
 
‘Hatina we morelê da nobeta me’
 
Hevserokê TUHAY-DER’ê Çetîn Ûyar jî da xuyakirin ku Çapemeniya Azad ligel hemû zext û girtinan jî her gav di qadan de xebatên xwe didomînin û wiha axivî: “Bi vê mebestê em ji Çapemeniya Azad re serkeftinê dixwazin. Di hemû şert û mercên zehmet ên têkoşîna me dişopînin. Hatina we morelê da nobeta me.”
 
Çalakî, bi dirûşmeya “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.