Dr. Rukiye Ekenler: Çareserî bidawîkirina tecrîdê ye!

  • 09:05 20 Sibat 2024
  • Rojane
 
Elfazî Toral
 
STENBOL - Pispora Anestez û Reanîmasyonê Dr. Rukiye Ekenler, bal kişand ser girîngiya çalakiya gereva birçîbûnê ya girtiyan û piştî çalakiyê rewşa wan a tendirustiyê. Rukiye got, "Divê girtîgehê wekî cihê tolhildan û nefretê bes bên dîtin. Ger ku em hestiyar tevbigerin em dikarin hevalên xwe yên li girtîgehê bidin jiyîn."
 
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê 26 sal in li Girava Îmraliyê di bin tecrîdeke girankirî de tê ragirtin û 35 mehin tu agahî jê nayê girtin, hemû pêkhate têkoşîneke bênavber dimeşînin. Di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî" girtiyên siyasî yên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê di 27'ê Mijdara 2023'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Xizmên girtiyan jî bi heman daxwazê ??li gelek bajaran çalakiya Nobeda Edaletê ku dane destpêkirin didomînin. Çalakiya ku bi biryardariyeke mezin didome, ji hemû pêkhateyan destekê digire. Çalakiya Nobeda Edaletê ya ku ji aliyê xizmên girtiyan ve di 13’ê Kanûna 2023’an de bi pêşengiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatibû destpêkirin, di roja 67’an de bi biryardariyeke mezin didome.
 
Yek ji kesên ku piştgirî da çalakiya nobedê Doktora Pispor a Anestezî û Reanîmasyonê Doktor Rukiye Ekenler têkildarî girtiyên nexweş ên li girtîgehan û çalakiyên greva birçîbûnê ji ajansa me re axivî.
 
'Ez piştgiriyê didim vê berxwedanê'
 
Rukiyeyê da zanîn ku girtiyên nexweş ên di greva birçîbûnê de ne, rewşa wan a tenduristiyê girantir dibe û got, "Pêwîste Wezîrê Dadê êdî hestiyartir be."  Rukiyeyê, anî ziman ku hem li cem girtiyan û hem jî bi nobedarên Edaletê re ye û destnîşan kir ku ew ê li cem dayikan rûnin û bi hev re têbikoşin. Rukiyeyê wiha berdewam kir, “Ez jî piştgiriyê didim vê berxwedanê. Em dixwazin heta dawî li cem dayikan bin. Em hem ji bo piştgiriyê bidin têkoşîna wan û hem jî dengê xwe bidin bihîstin em li vir in. Ji ber ku ev têkoşînek pir bi nirx e. Dayik ne tenê ji bo zarokên xwe, ji bo Tirkiyeyek demokratîk û me hemûyan wê destkeftiyên girîng bi dest bixin û ev têkoşîn ya me hemû gelan e."
 
Banga hestiyariyê hat kirin
 
Rukiyeyê diyar kir ku berxwedan  bandora xwe li tevahiya civakê dike û bi taybetî jî li girtîgehan bandorê dike û got, " Ji bo herkes bikaribe nefesê bigire divê bi hev re têkoşînê bidomînin. Weke jin, dayik û mirov girtiyên nexweş ên di grevê de bandoreke mezin li min dikin. Ji ber ku her kes xwedî çîrokek cuda ye. Ji ber vê yekê divê her kes di vê çalakiyê de cih bigire. Divê girtîgeh nebin cihê tolhildan û nefretê. Divê mirov karibin xwe bigihînin malbatên xwe.  Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Girtiyên di girtîgehan de ji bo van şert û mercan baş bikin çi ji destê wan hat kirin û hê jî dikin. Tişta ku girtî dikarin bikin greva birçîbûnê ye. Ev rewşek pir xemgîn e. Hêvîdar im ku ev pêvajo di zûtirîn dem de bi dawî bibe, berî ku kesek tenê zirarê bibîne. Ez bi vê hesasiyetê li vir im. Ji ber vê yekê ez dibêjim divê ku dengê xwe bigihînin girseyên mezin û Wezîrê Dadê. Ez bang li Odeya Tabîban dikim ku di vê mijarê de hestiyar bin. Ger em hesas bin, em dikarin hevalên xwe yên di girtîgehê de bidin jiyîn.  Ez li ser navê xwe li gel dayka me. Ez soz didim ku çi ji dest min bê ez ê bikim."
 
'Ji bo greva birçîbûnê de dem gelekî girîng e'
 
Rukiye bi bîr xist ku di salên 90’î de jî grevên birçîbûnê dihatin kirin û got, “Ji wan rojan û vir ve, mixabin li welatê me dem bi dem bi grevên birçîbûnê yên pir giran re em rû bi rû man.  Hevalên me yên parêzer jî jiyana xwe ji dest dan. Parêzer Ebru Timtik jiyana xwe ji dest da. Hevalên me yên di greva birçîbûnê de ne, pêwîstiya wan bi piştigiriyeke pir taybet heye. Lê wekî her greva birçîbûnê dem pir girîng e. Di wê serdemê de girîng e grevên birçîbûnê bi encam bimînin ji bo ku mirov bijîn. Her ku dem derbas dibe, her çend ku bijîn jî, dibe ku ew di tevahiya jiyana xwe de bi pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê re rûbirû bimînin. Ev serpêhatiyên pir bi êş in.Divê ev karesat di zûtirîn dem de bi dawî bibin."
 
'Yekane çareserî rakirina tecrîdê ye'
 
Rukiyeyê banga divê ku nobedarên edaletê bi tenê nemênin kir û wiha got: "Divê em li cem dayikan bin. Ji ber ku êş dema tê parvekirin kêm dibe. Bextewariya herî mezin ji bo dayikan ew e ku dengê zarokên xwe bibihîzin. Bi baweriya min divê em hesastir bin ji bo ku em vî dengî bidin bihîstin. Divê rêxistinên sivîl, jin û her kesê hestiyar piştigiryê bide vê çalakiyê. Dixwazim ev pêvajoya li girtîgehan di nava şert û mercên mirovî de, bêyî ku zirarê bide kesî, di zûtirîn demê de bi dawî bibe. Ji ber ku yekane çareserî pêkanîna daxwazên girtiyan e. Bi gotineke din bidawîkirina tecrîdê tê wateya geşkirina pêvajoyên nû yên siyasî. Hêviya me ew e ku di zûtirîn demê de şert û mercên şer bi dawî bibin. Şer û parastina şer sûcê mirovahiyê ye. Werin em bi hev re aştiyê ava bikin."