‘Ji ber nasnameya Kurd dereng dest bi lêgerînê kirin’

  • 09:03 19 Sibat 2024
  • Rojane
 
Gulîstan Gulmuş 
 
ÊLIH - Rojvelat Kizmaz ku winda bibû piştî sê rojan şûnde cenezaya wê li Bendava Ilisu hat dîtin. Xwişka Rojvelatê da zanîn ku ji bernasnameya Kurd xebatên lêgerînê dereng hatine destpêkirin.
 
Li Êlihê di 9’ê Sibatê de Rojvelat Kizmaz (26) ji malê derket û carek din agahî jê nehat girtin. Sê roj şûnde di 12’ê Sibarê de cenazeyê wê di bendava Ilisu de hat dîtin. Cenazeya wê li gundê Hermês  ya ser riya Kerboranê hat definkirin.  Xwişka Rojvelatê, Adar Kizmaz da zanîn ku mirina xwişka wê ji ber pergala ku desthilatdariyê ava kiriye pêk hatiye.
 
 ‘Piştî cilên wê hatin dîtin lêgerîn hat destpêkirin’
 
Adarê wiha got: “Li ser îhtîmala întîxarê me serî li qereeqolê da. Ji ber xebatek nehat kirin me bi derfetên xwe li kamerayan mêze kir. Di roja sêyemîn de  em fêr bûn ku li wesayîta Heskîfê siwar bûye. Piştre em çûn Heskîfê. Lê agahî nedabûn qereqola navçeyê. Me bixwe agahî da. Ber bi nîvro em gihiştin Heskîfê. Heta êvarê me wêne nîşanê her kesî da. Piştre min agahî da cendermeyekî li odeyê. Me got em wêne bikşînin û bavêjin koman. Birayê min got em keştiyê kirê bikin û em binêrin. Gotin keştî nayê kirêkirin. Piştre me bot xwest. Yên ku botê bajon tunebûn. Cilên Rojvelatê me bi xwe dît. Piştî me dît polîsan lêgerîn da destpêkirin. Gelek îhmal hebûn. Ji bo îhtîmala întîxara ciwanekê divê 24 saet neyên payîn.”
 
‘Pirsgirêkên aborî ew difetisand’
 
Adarê wiha dirêjî daye: “Di demên dawî de ji ber tayîna wê nedihat xemgîn bû. Jinek bi kêf û coş bû. Pêvajoya KPSS’ê de pisgirêkên wê çêbûn. Nehat tayînkirin. Vê bandorek mezin li ser kir. Ger pergala perwerdê erênî bûna wê ev zarok bi kêf bijiyana. Serî li vîzeyê da. Ew jî nebû. Ciwan li welat nikarin vîzeyê bigirin. Hîna hêviya wê hebû. Ji ber pirsgirêkên vir ew tengezar dikirin.”
 
‘Qereqolê ji ber nav helwest girt’
 
Adarê di dawiyê de wiha anî ziman: “Birayê min Mehmet Kizmaz yê rojnameger berê  nûçeya ku rîska mirinê ya di bendava Ilisu de zêde ye çêkiribû. Ji ber nasnameya Kurdbûnê xebatên lêgerîna Rojvelatê dereng hat destpêkirin. Kesek ji bajarên rojava bûna wê hema lêgerîn bihata destpêkirin. Beriya em biçin Heskîfê sê rojan em çûn qerekolê. Dikaribûn agahî bidin hemû qerekolên navçeyan.  Xebatên lêgerînê jî ne wekhev in. Jinek ciwan bi coş û lkencan bû. Bûn sedema mirina wê. Ji roja ewil de  li kamerayan binêriyan em ê biçûna Heskîfê.Li vî welatî rewşa jinê zehmete û me carek din dît ku ev dibe sedema mirinê. Hêvîdarim ev bûyera dawî be.”