Gulseren Yolerî: Divê tecrîd bê rakirin!

  • 09:05 12 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Elfazî Toral 
 
STENBOL - Seroka ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ser hemû girtîgehan belav bûye û bi rapora sê mehan ya aşkera kirine ev carek din derxistine holê û got: “Divê tecrîd bê çareserkirin, rakirin. Em ê tecrîda li hemû girtîgehan tê meşandin carek din bînin rojevê.”
 
Tecrîda giran ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 25 sale girtiye her diçe giran dibe û 33 mehe tu gahî jê nayê girtin. Tecrîd li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyeyê jî belav bûye û roj bi roj rewş giran dibe. Daneyên sê mehan yên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) polîtîkayên tecrîdê û binpêkirina mafan carek din nîşan dide.
 
Seroka şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî der bgarê rapora weşandine û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan de nirxandin kir.
 
Rayedar daxwazan pêk naynin! 
 
Gulserenê diyar kir ku binpêkirinên mafan yên li girtîgehan her diçin zêde dibin û bi salane di encama tespîtên kirine jî tu encam negirtine. Gulserenê wiha daxuyand: “Ji bo pirsgirêkên girtiyan çareseriyek nehat kirin. Mixabin tu pêşketin tuneye. Ev binpêkirin gihiştine nokteyeke ku mafê jiyanê tehdîd dike. Em piştî tespîtên dikin hwle didin bala rayagiştî û cemawerî bikşînin ser.”
 
‘Mirinên biguman zêde bûn’
 
Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku girtiyên nexweş nayên dermankirin û ji ber vê jiyana xwe ji dest didin û wiha bi lêv kir: “Demên dawî de mirinên biguman zêde bûne. Mirinên bi guman sedemên wan nayên tespîtkirin û her wiha mirinên wek întîxar aşkera dikin hene. Mirinên wek întîxar nîşan didin zêde bûne. Zext û tecrîda li ser girtiyan di întîxaran de bi bandore. Pirsgirêkên psîklojîk jî zêde bûne. Ji roja Lijneyên Şopandinê û Îdarî ( ÎGK) dest bi xebatê kiriye heta niha  derbasî pergala puankirin û nirxandinê ya ‘rewşa baş’. Bi van puaanan girtî tên nirandin. Ev puan dibin hinceta  berdan, berdana bi konrol. Girtî li girtîgehan pêvajoyek wisa dijîn. Ev pêkanînên wisa hêviyên girtiyan ji holê radikin.” 
 
Jiyana girtiyan bi binpêkirinan dertê holê
 
Gulserenê di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku di serlêdanên ji bo ÎHD’ê hatine kirin de 130 girtî înfaza wan hatiye şewitandin û got: “Dema kesek tê girtin ceza çiqas be jî êdî nizane kengê wê bê berdan. Ev ne rewş tenê girtiyan malbatên wan jî bi bandor dike. Ev hem malbat hem girtî dibe pirsgirêka psikolojik ya cidî.Di rapora dawî ya me weşandiye de 83 serlêdan hatine kirin.  Hejmara binpêkirinan jî wek 2 hezar û 226 hat raporkirin. Tiştên girtî dijîn bi binpêkirinan dertê holê.”
 
Bila rayedar berpirsyariya xwe bînin cih
 
Gulserenê anî ziman ku di rapora wan de binpêkirinên mafan bi awayekî zelal tê dîtin û got: “Rewşa li wir wijdan, hesta edeletê bi kurahî birîn dike. Pêkanînên li girtîgehan tenê wan eleqeder nake. Di serî de malbatên wan û hemû civakê eleqeder dike. Em di xebatên xwe de bi taybet piştevanî û xurtkirinê esas digirin. Ez carek din bang li rayedaran dikim ku berpirsyariya xwe bînin cih.”
 
Gulserenê wiha dawî lê anî: “Yek ji beşa herî girîn a rapor ame tecrîda Îmraliyê ye. 33 mehe agahîji Abdullah Ocalan nayê girtin. Divê tecrîd bê çareserkirin, rakirin. Em ê tecrîda li hemû girtîgehan tê meşandin carek din bînin rojevê. Em ê li dijî tecrîdê daxwazên xwe yên di alî hiqûqê de bînin ziman.”