Li dijî tecrîdê bertek mezin dibin: Çareserî Îmraliye

  • 09:17 11 Mijdar 2023
  • Rojane
 
Zelal Tunç
 
WAN - Jinan ji bo "Meşa azadiyê" ya di 18’ê Mijdarê de ji bo bidawîbûna tecrîda li Îmraliyê wê pêk bê axivîn û balkişandin ser polîtîkayên tecrîdê. Jinan diyar kirin ku çarserî Îmraliye.
 
33 meh in tu agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nayê girtin û serlêdanên malbat û parêzeran bêyî hincet tên redkirin. Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA)  Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên di Dergûşa Şaristaniyan de (MEBYA-DER), Komeleya Alîkariya Malbat û Girtiyan (TUHAY-DER) wê di 18’ê mijdarê de bi daxwaza rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li navçeya Gemlîk a Bursayê "Meşa azadiyê" pêk bê. Di çarçoveya vê de hevdîtinên gel didome.
 
Yek ji van hevdîtinan li Wanê pêk hat. Jinên tevli hevdîtinê bûn tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan yên li girtîgehan nirxand.
Bila tecrîd rabe
 
Besra Demîr diyar kir ku bila tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin û wiha bi lêv kir: “Em dixwazin zarokên me bên berdan. Çavên me ne li malê kesiye. Em aştiyê aramiyê dixwazin. Divê kurd li dijî tecrîdê bibin yek.”
 
Muyesser Ersayan jî daxuyakirin ku divê gelê Kurd ji bo aştiyê bibin yek û wiha daxuyand: “Divê serokatiya me bê berdan. Tecrîd ji bo tunekirina kurdan pêk tê. Em tecrîdê qebûl nakin. Serokatiya me tu carê şer nexwest.  Em jin bi saya serokatiyê li qadane. Serokatiya me tunebûna em jî tunebûn. Bijî serokê me. “
 
Aliye Karakaya jî wiha bal kişand ser bidawîkirina tecrîdê: “Divê zilma li girtîgehan bidawî be. Çend sale em tu agahiyekê nagirin. Girtiyan nabin nexweşxaneyê. Bila ew jî wek hemû girtiyan bi malbata xwe re hevdîtinê bike. Êdî bes e em dixwazin ji serokatiya xwe agahiyê bigirin.”
 
Ayten Salgur di destpêka axaftina xwe de tecrîd şermezar kir û wiha got: “Ez tecrîdê şermezar dikim. Tirkiye êdî nikare bîhna xwe bigire. Ez hemû kesî vexwendiyê xwedîderketina li serokatiyê me dikim. Bila her kes dengê xwe bilind bike. Heta tecrîd ranebe azadî jî ne pêkane. Bila her kes tevli meşa Gemlîkê bibe.”