Hejmara nû ya Jineolojiyê: Cihê derketina tevgera jinê ‘Bakur e’

  • 09:02 11 Mijdar 2023
  • Rojane
 
 
AMED - Hejmara 29’emîn a Jineolojiyê bi dosya "Bakur" derket. Edîtora kovara jîneolojiyê Rojda Yildiz diyar kir ku Kovara Jineolojiyê ji bo hemû jinên li Bakur têdikoşin diyarî ye.”
 
29’emîn hejmara Kovara Jineolojiyê bi dosya "Bakur" derket. Di vê hejmarê de balkişandin ser têkoşîna jinên Kurdistanê. Edîtora kovara Jineolojiyê Rojda Yildiz der barê hejmarê de axivî.
 
Rojdayê da zanîn ku hejmara borî bi dosya Rojhilat derketiye û wiha vegot: “Me têkoşîn û şoreşa jinan a li Rojhilat girtibû dest. Di demên dawî de  me koka şoreşa ‘jin jiyan azadî’ lêkolîn kir. Em bi jinên wir re axivîn. Lê dema em dinêrin cara yekem ‘Jin jiyan azadî’ li Bakur deng dide. Me xwest em vê bigirin dest û nîqaş bikin.”
 
Pêşengiya guherîna jinan
 
Rojdayê got ku di hejmara duyemîn a dosya Kurdistanê de Bakur hilbijartine û wiha vegot: “Bakur cihê derketina tevgera jinan a Kurd e. Li cîhanê îro mînake. Li Bakur bi dehzaran jin têkoşînek cidî didin.  Ev jin bûn sedema guherînên mezin û cidî. Bedelên mezin hatin dayîn. Jinan ji têkoşîna Bakur re pêşengî kirin Ji ber vê jî her tim bi êrîşan re hatin rû hev. Di demên dawî de êrîşên cidî xistin dewrê.”
 
Jinên Kurd di têkoşînê de ne
 
Rojdayê daxuyakirin ku jinên Kurd her tim li dijî pergala sredest a mêr û netew-dewletê têkoşîn dane û bi salane li ber xwe didin. Rojdayê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ev berxwedan ne tenê li ser berxwedanê li ser rêxistibûna alternatîf kirine. Me jî xwest em vê ji nû ve bi xwendevanên xwe re bînin gel hev. Em vê hejmara xwe yek bi yek diyarî jinên Bakur dikin.  Em bang li hemû jinan dikin ku bi xwendin, pêşniyar, rexneyên xwe ligel me bin û em têkoşîna azadiya jinê mezin bikin.”